'Lihevkirina Tirkiye û Sûriyeyê armanca dagirkirinê nîşan dide' 2022-11-02 09:03:42     Hesna Mihemed    ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê, Zelox Bekir dest nîşanî armanca hêzên dagirker a di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê de kir û got: "Dewletên dagirker xwestin di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê de sûdê ji bo berjewendiyên xwe werbigirin. Lihevkirinên di nava Sûriye û Tirkiyeyê de armanca dagirkirina hinek deverên din nîşan dide."   Di seranserê salên aloziya Sûriyeyê de, hêzên dagirker xwestin sûdê ji bo berjewendiyên xwe werbigirin. Di heman demê de dewleta tirk xwest imparatoriya xwe ya Osmanî carek din li ser xaka Sûriyeyê nûjen bike û dîrokê dubare bike, ev jî dagirkirina hin herêmên Sûriyeyê nîşan dide. Encamên lihevkirinên ku di nava hikumeta Sûriye û Tirkiyeyê de jî dagirkirina hinek herêmên nû nîşan dide. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê, Zelox Bekir axivî.    'Hêzên dagirker dixwazin ji aloziya Sûriyeyê sûdê bigirin'   Zelox di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser rewşa siyasî ku li Rojhilata Navîn di van demên dawî de diqewime û armanca vê siyasetê anî ziman û got: "Li tevahî herêmê û di Rojhilata Navîn de di van demên dawî de lihevkirin û planên nû ji aliyê rewşa siyasî ve di navbera hêzên herêmî û hêzên cîhanî de tên kirin. Di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê de Sûriye bû qadek ji bo planên hêzên herêmî, di heman demê de bû qadek ji tesfiyekirina hin dewletan re. Her wiha di vê aloziyê de gelek deverên ji herêmên Sûriyeyê jî hatin dagirkirin. Ew jî ji aliyê dewleta tirk ve bû. Dewleta tirk di bin navê destekdayîna ji bo xelkê Sûriyeyê re deverên wan dagir kir û xist bin serweriya xwe. Di dagirkirina herêma Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê de bêdengiyeke herêmî û cîhanî hebû. Bi tayebt ji aliyê Rêjîma Sûriyeyê ve, ev bêdengî pêş ket û li hember dagirkirina xaka wê tu helwest nîşan neda."   'Ketina Cebhet El Nusra ya di Efrînê de planên lihevkirinê ye'   Di nav axaftina xwe de Zelox dest nîşanî kiryarên ku ji hêla dewleta tirk ve li herêmên dagirkirî tên meşandin kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin de heta roja îro kiryar tên meşandin, di heman demê de topbaran û êrîşên dewleta tirk ku sivîlan hedef digire ranawestîne û didome. Ev jî dijminahiya dewleta tirk a ji dîrokê bi gelê herêmê, bi taybet gelê kurd re nîşan dide. Lihevkirinên di nava dewleta Sûriye û Tirkiyeyê de bi taybet lihevkirina Edeneyê ku sala 1998'an de di nav herdu dewletan de heya niha berdewam e. Naveroka vê lihevkirinê jî ew e ku hebûna gelê Kurd li ser xetên sînor di nava herdu dewletan de tune bikin, guhertina demografîk di herêmên Kurdan de bên çêkirin û derfetan li pêşiya Kurdan venekin heta ku xweseriya xwe îlan nekin. Derbasbûna Cebhet El Nusra ya herêma Efrînê, di van demên dawî de yek ji planên vê lihevkirinê ye. Ev komek çete di lîsteya terorî ya navneteweyî de ye. Piştî Cebhet El Nusra ket herêma Efrînê, di wir de hin komên çete hatin tesfiyekirin û pevçûn jî di nava wan de pêk hat. Di pevçûnên ku di nava komên çeteyan de derketiye pêş yek sedem ew e ku hinek lihevkirin ji aliyê hinek komên çeteyan ve nayê qebûlkirin."   'Li hember planên ku tên kirin yekrêziya gel pêwist e'   Zelox da zanîn li hember lihevkirinên ku tên kirin pêdîvî bi yekrêziya gelê herêmê heye. Zelox behsa xeteriya pêkanîna encamên lihevkirinên ku tên kirin, kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Encama lihevkirinên ku di nava Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye kirin ew e ku gelê resen koç bikin, li şûna wê xelkên ji deverên dîtir li herêmên kurdan bi cih bikin, her wiha guhertina demografîk bidin çêkirin. Li hember van planan pêwîstî bi yekrêziya pêkhateyên herêmê heye, ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve divê ev yekrêzî pêk were. Ji ber ev yekrêzî pêk neyê wê planan li ser Kurdan berfirehtir bikin û projeyên hêzên dagirker ku bi giştî ew e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û derbasî xaka Îraqê bibe û Mîsaqi Milî li wir pêk bîne, wê bînin cih. Li hember vê yekê pêwîst e herêmên ku pêkhateyên wê ereb in xwedî helwest bin û ji bo çareseriya pirsgirêkên di hundirê Sûriyeyê de divê di warê siyasî de hemû pêkhateyên herêmê xwe xurt bikin. Dewleta tirk dewleteke dagirker e û dixwaze hemû deveran bixe bin serweriya xwe. Em tu carî ne dilxwazên şer û pevçûnan e û li dijî koçberkirina gel em dixebitin."   'Di bin navê îslama radîkal de jin tên xeniqandin'   Zelox diyar kir ku bi derbasbûna çeteyên Cebhet El Nusra ya Efrînê wê heman siyaseta qirkirin û tunekirinê li ser gel û jinan berdewam bike û wiha pê de çû: "Hemû komên çeteyan ji yek zihniyet û siyasetê ne. Di dagirkirina Efrînê de yekem jin ji aliyê çeteyan ve hate binçavkirin. Kiryarên ku li Efrînê pêk tên li hember jinê zêdetir dibe. Mafê jinê yê jiyanê jê re hatibû qedexekirin û nedihiştin jin bi rihetî û bi xwezayîbûna xwe tev bigere. Bi ketina Cebhet El Nusra ya Efrînê, yekem armanca wan ew bû ku jin di bin siya ola îslamî ya radîkal de tev bigere û li gor wan bijî. Ji ber ku jinan di nav salên Şoreşa Rojava de gelek gavên serkeftî û pêşketî avêtibûn, ev jî ne li gor qanûnên îslama radîkal e lewra piştî dagirkirinê yekem jin di Efrînê de tê hedefgirtin. Bi sedan jin di zindanên dagirkirî de ne û çarenûsa wan ne diyar e."   'Yekrêziya jinê pêwîst e'   Zelox teqez kir ji bo ew jinên di deverên dagirkirî de rizgar û azad bikin divê rêxistinên jinê yekser tev bigerin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo em jinên di deverên dagirkirî de ji zilma hêzên dagirkeran rizgar bikin, divê yekser rêxistinên jinê, hiqûqî û mirovî yên li cîhanê têkevin nava liv û tevgerê û kiryarên ku tên kirin pêwîst e li dadgehên navneteweyî bên teşîrkirin. Em jinên Efrînê rojane van kiryaran red dikin û qebûl nakin. Ya girîng ji bo rizgarkirina jinê ya ji destên dagirkeran divê yekrêziya jinê ya di Sûriye û Rojhilata Navîn de ava bibe. Bi qetilkirina jinê xwestin rê li şoreşa jinê bigirin, ev yek jî li Rojhilatê Kurdistanê xuya kir. Li hember vê bertekên jinê zêdetir bû û jinê karîbû di her warekî de cih bigire û xwedî li şoreşa xwe jî derkeve."