'Serkeftina Kobanê bû hêviya jinan' 2022-11-01 09:06:30     Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Endama Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Herêma Cizîrê Nayîme Hesen têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nêrînên xwe anî ziman. Nayîmeyê bal kişand ser têkoşîna jinên kurd a li Kobanê û wiha got:"Berxwedana li Kobanê hişt ku carek din Şoreşa Rojava geş bibe. Bi pêşengtiya Arîn û Rêvanan serkeftina Kobanê bû hêviya jinan."   Çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de ji sê aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê kirin. Çeteyan bi hişmendiya kuştin, talan û wêrankirinê bi hemû cureyên çek û cebilxaneyên giran êrîşî Kobanê kirin. Li hemberî hemû cure êrîşan Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ/YPG) berxwedanek bêhempa dan meşandin. Di encama berxwedana meh û nîvekê de berxwedana şervanan di cîhanê de deng veda. Bi awayekî hevbeş di 1'ê Mijdara 2014'an de li sê aliyên Kurdistanê û 30 dewletên cîhanî çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê dest pê kirin. Bi milyonan gel dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê bê navber berz dikirin û nîşaneyên serkeftinê bilind dikirin. Bi vî awayî 1'ê Mijdarê weke roja cîhanî ya piştgiriya Kobanê hat ragihandin ku her sal di vê dîrokê de li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxisitn. Piştî şerên dijwar, berxwedana mezin a Gelê Kurd, piştgirî û destekên cîhanî Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de rizgar bû. Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê endama Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma  Cizîrê Nayîme Hesen ji ajansa me re axivî.   'Şerê Kobanê bi rihê şehîdên Kobanê bi ser ket'   Nayîme Hesen di destpêka axaftina xwe de ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn berxwedana Kobanê hişt Şoreşa Rojava geş bibe û wiha got: ''Ez di destpêkê de vê rojê li tevahî jinên têkoşêr û şervanên YPJ'ê pîroz dikim. Şerê li  Kobanê hat meşandin ne tenê ji bo Kobanê û Kurdan bû, di pêşengtiya jinên Kurd de ji bo tevahî cîhanê, ev şer hat meşandin. Şerê Kobanê bi rihê şehîdên Kobanê û hêzên  YPJ, YPG 'ê bi ser ket, bû sembola cîhanê. Berxwedana jinên Kurd a di şexsê Arîn Mîrkan de, çeteyên Erdogan li Kobanê têk bir. Armanca dewleta tik a dagirker fetisandina çirûska 19'ê Tîrmehê bû. Ji ber vê Erdogan her digot 'Kobanê ket, ha ket' lê Kobanê neket, bû  bajarê berxwedanê. Berxwedana li Kobanê hişt ku carek din Şoreşa Rojava geş bibe."   'Serkeftina Kobanê bû hêviya jinan'   Nayîme di berdewamiya axaftina xwe de wiha qala berxwedana jinên Kobanê û şervanên YPJ'ê kir û got: ''Tevahî cîhan li hemberî berxwedana jinên Kurd şaş ma. Çeteyên DAÎŞ'ê bi hevkariya dewleta tirk bi tevahî hêza xwe êrîşî Kobanê kirin. Di dîrokê de cara yekem ewqas bajarekî biçûk bi wahşetek evqas mezin re rû bi rû ma. Ez dikarim bêjim şervan û gelê Kobanê bi tevahî cîhan ji hêzên tarî xilas kirin. Ji ber DAÎŞ ji hêza herî tarî ya cîhanê bû. Şerê Kobanê ne tenê ji bo Kobanê û gelê Kobanê hat meşandin, ji bo hemû cîhanê hat meşandin û bû mînak. Şerê Kobanê ji bo tevahî  cîhanê hat meşandin û heta niha jî ev şer berdewam e. Serkeftina Kobanê, di heman demê de bû tirsa hêzên desthilatdar. Wekî Rêberê Gelê Kurd dibêje wê sersala 21'ê bibe sersala jinan. Ev li Kobanê hat ispatkirin. Şoreşa jinê çawa li Kobanê dest pê kir û li tevahî Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû di roja me ya îro de jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinê belav bû. Bi pêşengtiya Arîn û Rêvanan serkeftina Kobanê bû hêviya jinan."   'Em ê têkoşîna xwe ji vir û şûnde jî bidomînin.'   Nayîme bi lêv kir ku Erdogan di polîtikaya xwe ya li ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê û di şerê Kobanê de têk çû û wiha lê zêde kir:" Erdogan û çeteyên xwe çawa li Kobanê têk çûn wê niha jî têk biçin. Wê polîtikayên wan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têk biçin. Êrîşên dewlata tirk a dagirker ên li ser gelê me bi tu awayî encam negirt. Her çiqas dewleta tirk bi çekên xwe û balafirên xwe yên bê mirov êrîş bike jî em ê wek gel û jinên herêmê bi hemû awayî li berxwe bidin. Êrîşên dewleta tirk a dagirker wê tu carî têkoşîna me nikaribe bide sekinandin. Erdoganê ku bi rêya çeteyan xwest şoreşa me têk bibe, niha jî bi şewazeke vekirî êrîş dike. Ez dikarim bêjim berxwedana me berdewam e û wê her tim jî berdewam be. Heta em wekî gelê kurd hebûna xwe mîsoger bikin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Çawa ku me bi têkoşîn û berxwedana xwe Kobanê rizgar kir, em ê ji niha şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin. Kobanê ji hemû cîhanê re bû model, em ê têkoşîna xwe ji vir û şûnde jî bidomînin.''   'Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye'   Nayîme di dawiya axaftina xwe de wiha got: ''Ez bi rihê Roja 1'ê Mijdarê dibêjim em ê wek jin bi rihê Arîn û Rêvanan bikaribin cîhaneke nû û demokratîk ava bikin. Ji ber vê jî pêwîst e jin di hemû qadê jiyanê de xwe bi rêxistin bikin. Li hember, tevahî êrîşên desthilatdariyê bikaribe hebûna xwe ava bike. Bi fikir û ramanên jinê bikaribe jiyanek xwezayî ku hemû netew bikaribin tê de bijîn, damezirîne. Çawa me 1'ê Mijdarê kir roja cîhanî em ê Şoreşa Rojava jî bikin şoreşa jinên cîhanê. Ez dîsa  roja 1'ê Mijdarê li hemû Şehîdên Kobanê û şervanên azadiyê pîroz dikim.''