'Biryara girtina rojnamevanan berê hatibû dayîn' 2022-10-31 11:28:04     Dîlan Babat   ENQERE - Parêzer Nûray Ozdogan, bal kişand ser binpêkirina mafên rojnamegeran ji dema serdegirtina malan heta pêvajoya girtina wan û diyar kir ku rojnameger bi awayekî derqanûnî tên girtin. Nûray got, “Dema em çûn ber dadgehê, biryara girtinê hat dayîn. Pêvajoya girtinê bi berevajîkirina agahiyan û zêdekirina dereweke din di her qonaxê de pêk hat."   Nûçegihanên me Habîbe Eren û Oznûr Deger ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de di 25’ê Cotmehê de di bin îşkenceyê de hatibûn binçavkirin, Midûrê Karên Nivîsê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Denîz Nazlîm, Selman Guzelyuz, Yalçin, Ceylan Şahînli û Emrullah Acar di 29'ê cotmehê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" nîvê şevê sewqî dadgehê hatin kirin. Nûçegihana MA'yê Zemo Ağgoz a di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û Mehmet Gunhan ê demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj dikir, bi hepsa malê û kontrola edlî hatin berdan.   Serdegirtinên malan, binçavkirina 4 rojan a li midûriyeta polîsan û pêkanînên li dijî rojnamegerên ku heta birin edliyeyê rastî îşkence, gef û heqaretan hatin, ne ji aliyê dozger û ne jî ji aliyê dadger ve nehat dîtin.   Parêzer Nûray Ozdogan pêvajoya girtina 9 rojnamegeran nirxand.   'Belgeyên lêpirsînê nehatine dayîn'   Nûray da zanîn ku lêpirsîna derbarê girtina 9 rojnamegeran  lêpirsîna ku ji sala 2022'an ve hatiye destpêkirin e. Nûray destnîşan kir ku hemû rojnamegerên ku nûçe çêdikin, li şûna ku ji bo îfadeyê bên vexwendin, bi ser malên wan de digirin û wiha got: "Me der barê serdegirtinên bi ser mal û kargehan û binçavkirinan de agahî girtin. Lêgerîna li ajanseke nûçeyan bêyî hincet nayê qebûlkirin. Min biryara lêgerînê dît, lê ji ber ku li ser dosyaysê biryara nepenîtiyê hebû, me nikarî kopiyek belgeya lêpirsînê bi dest bixim. Divê hemû belge, bi taybetî jî biryara dadger li gorî Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) bida me. Lê nedan me û binpêkirinan ji vir dest pê kir. Wan biryara lêgerînê ya bêdestûr pêk anîn. Lêgerîna dezgeheke ragihandinê, îstîsna ye û binpêkirina mafan e. Tişta ku di lêgerînê de hat kirin, desteserkirina kompîturan bû. Dema ku kompîtur û amûra nûçeyan a ku ajansê xebatên xwe yên ragihandinê pêk aniye hatin desteserkirin, divê tespîta sûc were kirin. Ji ajanseke ku weşana giştî dike re divê neyê kirin. Me li dijî vê yekê îtîraz kir, lê îtîraza me nekirin girtekê.”   'Karê lêgerînê veşarî hat kirin'   Nûray, diyar kir ku di lêgerîna li ajansê de polîsan dest danîne ser pirtûk û kovaran û diyar kir ku polîsan ew weşan weke hêmaneke sûc girtine, ferq nake fikra wî ya şexsî be yan jî hiqûqî ye yan na. Nûray got, “Di lêpirsîna ku ji aliyê nêrînên şexsî yên hiqûqê ve hatiye kirin de, desteserkirin neqanûnî ye. Pirtûkên ku jê hez dikirin hiştin, pirtûkên ku jê hez nedikirin wek hêmanên sûc di çenteyan de dihiştin. Rojname bi nûçeyên ajansê kirîn, hemû amûrê çapemeniyê yên ajansê ne. Heya ku hêmanek sûc tunebe divê yek ji wan neyê bînçavkirin. Bi pirsa 'Ez meraq dikim gelo ez dikarim hêmanek sûcê li vir bibînim' divê rojnameger neyên girtin. Hiqûqek pir dijminane hat sepandin, tevî hemû îtîrazan jî îtîrazên me nekirin gitekan. Me hîn rapor nedîtiye. Piştre her çend parêzerek amade be jî, divê hûn wê raporê bixwînin, Hemû xebat bi awayekî veşarî dihatin meşandin,"   'Îşkenceya polîsan kir li ber kamerayan hat kirin'   Nûray, bal kişand ser îşkenceya polîsan a di serdegirtina malê de li rojnamegeran hat kirin û wiha berdewam kir: “Hemû muwekîlên me heman tişt gotin. Li îşkenceya giran hatiye. Li gorî Qanûna Ceza ya Tirk, îşkence li gorî qanûnên navneteweyî ye. Hemûyan gotin ku li wan xistine, avêtine erdê, malzemeyên wan avêtine viyalî wiyalî. Muwekîlên me yên ku ji bajarên din hatin anîn diyar kirin ku di rê de gef li wan hatiye xwarin. Şert û mercên girtîgehê yên li înfazê niha di bin muameleya xerab de ne. Li dijî rojnamevana jin a ku bi hevala xwe re dikene, êrîşeke vekirî tê kirin. Îşkenceya li muwekîlê me hat kirin li ber kamerayan pêk hatiye.  Divê operasyonê de îşkence û muameleya xerab jî nîşan dide ku dijminatî çawa hatiye kirin.”   'Belgeyên girtinê nedan parêzeran'   Nûray pêvajoya piştî rojnameger anîn edliyeyê nirxand, destnîşan kir ku di lêpirsînê de tu belgeyan nabînin. Nuray di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku belgeyên lêpirsînê nedan me, me hewl da ji pirsên ku ji muwekîlan re hatin kirin fêm bikin. Di serdegirtina mala wan de çi delîl hene ku biryara binçavkirina bi vî rengî heye? Tişta ku em jê fam dikin ev e; rojnamevan rasterast radigihînin. Pirsên li ser nûçeyê pirsên qedexe ne, di vê mijarê de biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn hene.  Hema bêje ji hemû endamên çapemeniyê ev pirs hatin kirin: "Hûn çima li MA'yê dixebitin, çima hûn endamê komeleya rojnamegera ne?" Di dema sewqkirina girtiyan de ne dozger û ne jî dozgeriyê belgeyên girtinê nedan me."   'Bi talîmatê hat meşandin'   Nûrayê da zanîn ku dosyayên derbarê rojnamegeran de hatine amadekirin ne dosyayên ku li edliyeyê hatine amadekirin e û wiha pê de çû:"Bi agahiyên ne rast û bi derewan pêvajoya girtinê dest pê kir. Dixwestin hemûyan bigirin. Jixwe mensûbên çapemeniyê yên hatin girtin li van ajansana bi awayekî çalak dixebitîn. Her serdemê em bi hiqûqê ten hemberî hev. Zext, muameleya ne baş, îşknce bi kîja hincetê hatine kirin me tu wate nedayê. Ev operasyonan ji bo algiyê ye. Dixwazin ji raya giştî re bêjin 'binêrin em rojnamegeran nagirin em sûcên talûke digirin'. Loma em dibêjin ev kûrguya emniyet û wezareta karê hundur e. Bi talîmatê hat meşandin. Muwekîlên me bal kişandi ser binpêkirina mafan. Hinek dîmen ji çapemeniyê re servîs kirin. Ev pêvajoyeke ne hiqûqî û li gor pergala faşîzane ye. Helwestên ewlehiya Tirkiyeyê nîşan dide ku em jî ne di ewlehiyê de ne. Ev ne tenê êrişeke li dijî JINNEWS û MA'yê ye. Ev li dijî hemû çapemeniyê ye. "   'Ev rastiyeke Tirkiyeyê ye'   Nûrayê bi lêv kir ku ev operasyoneke hilbijartinê ye û wiha lê zêde kir:"Îro çawa xebatkarên JINNEWS û MA'yê tê girtin ew ê li dijî çapemeniya din jî ev tişt bê kirin. Ev rastiyeke Tirkiyeyê ye. Pirsên polîsan divê bi agahiya dozgeriyê pêk bê. Wan pirsên xwe dewam kirin, dema hat asta lêpirsînê me got. Hûn nikarin mijareke berê darizandina wê pêk hatiye dîsa bikin mijara darazê. Pirseke carekê hat pirsîn jî divê êdî neyê pirsîn. Encax piştî vê lêpirsînê vaka hebe dikare bê pirsîn. Lê nûçeya ku hatiye çêkirin û xebata li ajansê dibe mijara lêpirsînê."   'Rojnameger bi awayekî derzagonî hatin girtin'   Nûrayê bi lêv kir ku pirtûkên ji malên rojnamegeran derketin divê nebûya mijara lêpirsînê û wiha pê de çû:"Ji welatiyekê zêdetir dikarin pirtûkan li gel xwe bigirin. Dikare pirtûkên qedexekirî jî li gel xwe bigirin. Hûn nikarin ji nivîskar, lêkolîner, peywirdarê hîndekariyê bibêjin 'çima hûn pirtûkên qedexekirî li gel xwe digirin'. Ev nabe mijara sûcdariyê. Dikare wekî pêdiviyeke peywira xwe li gel xwe bigirin. Operasyona li MA'yê hat kirin starta herî mezin a hilbijartinê ye. Em ê serlêdana sûc bikin. Dema rojnamegeran gotin îşkence li me hatiye kirin dadgeriyê tu kar derbarê vê yekê de nekir. Di kêliya muameleya ne baş û îşkence bibe iddia daraza ku bêdeng dimîne jî sûcdar e. Hûn nikarin hûn herin bi xwe gilî bikin. Dema gilî bê divê hûn derbarê vê yekê de kar bide destpêkirin."