Girtî terkî mirinê tê kirin: Edaleta we li ku ye? 2022-10-31 09:03:17     Sema Çaglak    ŞIRNEX - Jinên Şirnexê, bal kişandin ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û destnîşan kirin ku heke Tirkiyê dibêje ez xwedî dewletek demokrat a hiqûqê me bila girtiyên nexweş serbest berde.     Zext û zordestiya li girtîyên sîyasî tê kirin hatiye asta îşkenceyê. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi muameleya kêfî nêzî girtiyan dibin. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Her wiha li gor rapora ÎHD'ê di 10 mehên dawî yên salê de jî 63 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L di 12'ê Cotmehê de Suphan Çabûk jiyana xwe ji dest dabû.    Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrîşên li ser girtiyan berdewam dikin. Jinên Şirnexê jî ku bertek nîşanê binpêkirina mafên girtiyan dan, banga divê herkes bibe dengê girtiyan kirin.     ‘Nobeta malbatên girtiyan silav dikim’   Gewher Altun, diyar kir ku zilm û tecrîdkirina  girtiyan nayê qebûlkirin û got: “Em vê hikûmet û pergalê şermezar dikin. Em vê zilmê li ser gelê xwe û girtiyên sîyasî qebûl nakin. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş hemû girtîyên siyasî serbest werin berdan. Bila li girtiyên nexweş zilmê nekin. Gelek girtî ji mafên xwe bêpar in." Gewherê anî ziman ku Malbatên girtiyan jî demek dirêje ji bo zarokên xwe di nobeta edaletê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Ez nobeta wan silav dikim û bang li gelê me dikim ku bibe dengê girtîyan. Li dijî vê zilm û zordestiyê divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Em ji tu kesî re zilmê naxwazin û daxwaza heq, hiqûq û edaletê dikin.” ‘Girtî terkî mirinê hatine kirin’   Naîme Kara jî bi silavkirina berxwedana girtîyan dest bi axaftina xwe kir û got: “Hikûmeta AKP’e heke ku dibêje ez hikûmetek demokrat im, xwedî hiqûq û qanûn  im wê demê di serî de girtiyên nexweş bila  girtiyên siyasî serbest berde. Bi sedan siyasetmedarên kurd di zindanan de dîl hatine girtin. Her wiha bi hezaran kurd ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehan de ne. Girtiyên nexweş nayên derman kirin , gava tiştek bi wan tê jî tu mudaxele nayê kirin. Jixwe şert û mercên girtîgehan xirab in, li ser vê jî zilm û îşkence li girtîyan tê kirin.”   ‘Edaleta we li ku ye’   Naîme, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Tecrîda  li ser girtîyan tê mêşandin li dijî hiqûqê ye û got: “Li edliyeyan dibêjin 'edalet ji bo me bingeh e' lê ka edaleta wan. Çi sûcê kesên ku girtine heye.  bi salan e di zindanan de riziyan. Ez gelek silavan li girtiyên ku têdikoşin dikim. Bila hemû kes xwedî li girtîyan derbikeve û bibin dengê girtiyan.”