'Yasemîn ji aliyê malbata xwe ve bi plankirî hat qetilkirin!' 2022-10-29 09:03:19     Rojda Aydin     AMED - Yasemîn Demîr, beriya du salan winda bûbû, derket holê ku hatiye qetilkirin. Di lêpirsîna ku hat destpêkirin de mêrê pê re zewicî û bavê Yasemînê û bi tevahî 6 kes hatin girtin. Xwîşka Yasemînê Azîze Kilinç, diyar kir ku Yasemîn bi plankirî hat kuştin û got: "Bila êdî jin û dayik neyên qetilkirin. Bila pêşiya van komkujiyan bê girtin. Bila zarok bê dayîk nemînin."   Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê, Yasemîn Demîr a 34 salî ku dayîka 4 zarokan e di 9’ê kanûna 2020’an de windabû û li ser vê yekê malbata wê serî li midûriyeta polîsan da û îlana windakirinê da. Li ser windabûna Yasemîn lêpirsîna ku hat destpêkirin de îfadeyên endamên malbata wê hat girtin. Her wiha di 18’ê adara 2021’ê de jî parêzeran îfadeya mêrê pê re zewicî Rûstem Demîr ê ku ji ber “bazirganiya madeyên hişbirê” hatibû girtin, girt. Ji ber gotinên nakok û helwestên bi guman ên Rûstem, lêpirsîn hat berfirehkirin û carekedin ji endamên malbatê îfade hat girtin. Di hevdîtinên ku hatin kirin de xwîşka Rûstem, Mensûre Demîr îtîraf kir ku Yasemîn hatiye qetilkirin û ji ber gef lê hatiye xwarin nekarîbûye bibêje. Li ser îfadeya Mensûre cihê ku cenaze veşartin lêgerîn hat kirin. Cenazeyê Yasemîn a ku hat qetilkirin, di 20’ê îlonê de li erdê cihê Pirareş (Karaköprü mevkiisi) a Bîsmîlê hat dîtin. Cenazeyê Yasemînin piştre ji aliyê gelek jinan ve hat wergirtin û li Bîsmîlê hat definkirin.   Piştî du salan derket holê ku Yasemîn ji aliyê mêrê ku pêre zewicî û malbata xwe ve hatiye qetilkirin. Ji ber qetilkirina Yasemîn meh û nîvek berê mêrê pê re zewicî Rûstem Demîr, bavê wê Kazim Demîr, birayên wê Mumtaz Demîr û Azîz Demîr, xwarziyê wê Can Demîr, gorima wê û xwîşka Rûstem, Mensûre Demîr hatin girtin.   'Malbat dixwaze bûyerê veşêre'   Yasemîna ku di nav malbateke 7 zarokan de tê dinê, dayika wê jiyana xwe ji dest dide, bavê Yasemînê Kazim 12 sal beriya niha bi hevjîna birayê xwe yê ku jiyana xwe ji dest dayî re zewicî. Piştre Kazim keça xwe Yasemîn û 2 keçên xwe yên dinê jî bi zarokên birayê xwe yên mirî re dizewicîne. Yasemîna ku bi kurê apê xwe re bi zorê tê zewicandin heta roja dawî jî bi tundiyê re rûbirû dimîne.    Piştî ku cenazeyê Yasemînê derket holê malbat xwest li ser bûyerê bigire. Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Bîsmîlê ji dosyeyê re “biryarê veşartinê” da. Di heman demê de ji bo Yasemînê jî taziye nehat danîn.     Xwîşka Yasemîn, Azîze Kilinç (53) ji bo ku ji xwîşka xwe agahiyek bigire du sal in bênavber lêgerîna xwe domand. Azîze ya ku ji aliyê malbata xwe ve gef lê dihat xwarin jî dev ji lêgerînê berneda. Her wiha hat zanîn ku di sala 2016’an de jî keça Azîze bi guman jiyana xwe ji dest daye. Azîze, ji me re behsa pêvajoya windakirin û qetilkirina xwîşka xwe Yasemînê kir.   ‘Min dev jî lêgerînê berneda'    Azîze, destnîşan kir ku wê agahiya windabûna Yasemînê ji xwîşka xwe ya dinê girtiye û li ser vê yekê dest bi lêgerînê dike û got: "Xwîşka min a dinê telefonê min kir û got ‘Yasemîn xuya nake, agahiya te pê heye?’ Min got çawa xuya nake, mala xwe ye. Xwîşka min got ‘hevjînê wê saet dora 23.00-24.00’an min geriya û got gelo nehatiye mala we?’ Xwîşka min jê re gotiye ‘xwîşka min vê saetê çima bê mala me?’ Agahiya min bi telefon vekirina xwîşka min çêbû. Li ser vê yekê ez çûm mala bavê xwe. Min ji bavê xwe re got ‘Keça te xuya nake, ku ve çûye?’ Bavê min got ‘Ez jî nizanim winda ye’. Min jê re got tu dibêjî winda ye, lê tu rûniştî yî. Min ji bavê xwe re got rabe em biçin bigerin. Bavê min got ‘Ez çûme emniyetê min serlêdan kir'. Min got rabe em li her derê bigerin. Dayika 4 zarokan e û çawa winda dibe! Min çend caran ji malbatê pirs kir û wan jî got emniyet lê digere û tu agahî jê nayê girtin, dilê min qet rehet nebû. Carekedin ez çûm li cem bavê xwe û min got were em biçin emniyetê. Ji min re got 'Tu neyê, ez ê biçim'. Çû hat û got ‘Tişta ez bikim tuneye, heta ku dewlet derbixe holê’. Ji bo xwîşka min bê dîtin min tu carî dev ji lêgerîna xwe berneda.”   ‘Du salên min bi gotina 'Gelo tu dijî?' derbas bû’   Azîze, diyar kir ku tu carî bawer nekiriye ku xwîşka wê ji malê revîbe û wiha behs kir: “Min got ger hatibe qetilkirin jî ez dixwazim cenazeyê wê bibînim û gorekê wê hebe. Keça min jî dawî li jiyana xwe anî. Ji ber gorekê wê heye û ez dema diçim ser gora wê sebra min tê. Lê min destpêkê de nizanibû hatiye qetilkirin. Piştre derket holê ku hatiye qetilkirin. Ji ber vê jî min tu carî dev ji lêrînê berneda. Li her derê jin tên qetilkirin. Çima kiryarên wan nayên cezakirin? Ji ber ku min li ser windabûna xwîşka xwe lêgerînê dikir û bextreşiyê avêtin sitûyê min û zarokên min. Ne dixwastin ez xwişka xwe bigerim û ji ber vê yekê gef li min didan xwarin. Malbata min tim ji min re digotin ‘Reviya û çû’. Lê min tu carî gotinên wan bawer nedikir. Xwîşka min Yasemîn piştî ku ji zaroka xwe ya dawiyê re ducanî bû nexweşiya epîlepsiyê pê re çêbû. Her tim dilê wê diboriya. Xwîşka min nexweş bû. Du salên min bi gotina ‘Gelo tu dijî' derbas bû.”   ‘Lê dawiya dawî rastî derketin holê'    Azîze, destnîşan kir ku piştre ew hînbûyîye ku xwîşka wê hatiye qetilkirin û wiha domand: “Cenazeyê xwîşka min li Pirareşê li cihekî vala hatiye veşartin. Wê derê kolan û cenazeyê xwîşka min dîtin. Êşa ku du sal in di dilê min de heyî piştî cenaze hat ditîn jî berdewam kir. Dê tu carî ev êş bi dawî nebe. Min hem êşa keça xwe û hem jî ya xwîşka xwe jiya. Her wiha ji bo ku ez li ser windabûna xwîşka xwe lêgerînê nekim malbata min gef li min didan xwarin. Wan zanibû mesele çiye û ji ber vê yekê gef li min didan xwarin. Nedixwastin rastî derkeve holê. Wan jî baş dizanibû ku ger rastî derkeve holê dê hemû bên girtin. Malbata min dixwest ez bêdeng bibînim. Bi kurê min gef li min didan xwarin. Digotin ‘Kurê te Yasemîn kuştiye, em ê kurê te bikujin’. Dixwestin ez ji vir biçim. Lê belê kurê min tu tiştî nekiriye. Wan bi xwe kiriye. Xwestin sûcê xwe bavêjin sitûyê kurê min. Bextreşiyê avêtin sitûyê kurê min. Du salan ev gef berdewam kir. Lê dawiya dawî rastî derket holê.”   '10 salan lêdan xwar'    Azîze, bi lêv kir ku Yasemîn 17 salî bû hatiye zewicandin û nêzî 10 salan ji aliyê mêrê pê re zewiciye ve bi şîdetê re rûbirû ma got: “Dema ku nû zewicî tundî lê nedihat kirin. Lê belê nêzî 10 sal in her roj tundî lê dihat kirin. Cîrana her tim ji min re digot 'Tundî li xwişka te tê kirin'. Rojek wê ya xweş tunebû. Her wiha hevjînê wê her tim elkol vedixwar. Bi tevahî 17 salan zewicî ma. Kengê kesek biça cem Yasemînê gilî û gazincê xwe dianî ziman û digiriya digot 'Hin tişt hene ku mirov nikare bêje'."   ‘Yasemîn bi plankirî hat qetilkirin’   Azîze, daxuyakirin ku xwîşka wê bi plankirî bi gule hatiye kuştin û axivî: “Ya ku ji me re hat gotin ew e ku gule berê serê wê dane. Hevjînê wê Yasemînê qetilkir. Ji ber vê qetilkirinê ji malbata min 6 kes hatin girtin. Ev qetilkirin plankirî hatiye kirin.”   ‘Bila êdî jin û dayîk neyên qetilkirin’   Azîze, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku êdî jin neyên qetilkirim û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila êdî jin û dayîk neyên qetilkirin. Bila jin xwedî li hevdû derkevin. Bila pêşiya van komkujiyan bê girtin. Bila zarok bê dayîk nemînin.”