Parêzer Newroz Uysal: CPT divê peywirên xwe bîne cih 2022-10-29 09:01:08     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal da zanîn ku CPT çûye Îmraliyê û got: “ CPT divê bêje ku welatê têkildar peymanê pêk nayne, li gorî rêbazên heyî nameşe û divê hem serdan hem raporên xwe bi rayagiştî re parve bike.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha ji Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û piştî vê tevî hemû hewldanan bi hincetên cezayên dîsîplînê hevdîtin hatin astengkirin.   Parêzerên îtîrazî cezayên ku Lijneya Dîsîplîne dane kirin, serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dan. Lê biryara red hat dayîn. Piştî vê parêzeran di 12’ê Gulanê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan.   Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Newroz Uysal der barê pergala tecrîda li Îmraliyê, astengkirina hevdîtinan û bangên tên kirin de nirxandin kir.   Newrozê diyar kir ku 24 sal in tecrîd li Îmraliyê didome û got ew behsa cihekî ku bandorek mezin li ser rewşa tenduristî û psîkolojiya mirovan dikin. Newrozê wiha vegot: “Ev pêkanîn hemû bi armanca siyasî bi teşe dibin. Pergala tecrîdê ya pêk tê hem hiqûqê dike alav hem hemû qadan tune dihesibîne û ev 24 sal in ev bi vî awayî ye. Dema mirov di pêvajoya Îmraliyê dinêrin em polîtîkayeke kişandina îradeyê ya cidî dibînin.”   Pergala tecrîda Îmraliyê    Newrozê wiha dirêjî dayê: “Birêz Ocalan esaseke ku bi salan e îfade dike heye ‘Li vir pergala tecrîdê pêk tê. Ev gelek armancên wekî hiqûqî, siyasî, aborî, jiyanî û civakî dihewîne. Ez li dijî van armancan seknekê nîşan didim.’ Gelek siyasetmedar, kes, gelê Kurd vê wek berxwedanê îfade dike. Vê wek bersivê dibîne. Birêz Ocalan di 5 hevdîtinên sala 2019’an de wiha îfade kiribû ‘Ez sibehê radibim pêşniyarek çareseriyê ya nû pêş dixînim. Ez kêmasiyên van pêşniyaran dibînim û revîze dikim. Êvaran carek din revîze dikim. Ez 24 saetên xwe li ser çareseriyê difikirim.’ Bi heman awayî dibêje ku ew hêza xwe ji vê digire.”   Îzolasyona komî   Newrozê got di 2019’an de 5 girtiyên nû neqlî girtîgeha Îmraliyê hatine kirin û piştî vê bendewarî hebû ku tecrîd bê guhertin û got: “Girtiyên divê hem di alî siyasî hem di alî hiqûqî de peywira sekreteryayê bidîta, bi heman awayî hatin tecrîdkirin û rewşa heyî ya tecrîdê wek îzolasyona komî derket pêş.”   Serî li 28 baroyan hat dayîn   Newrozê wiha domand: “Buroya Hiqûqê ya Asrinê ligel îtîraza li hember şertên tecrîdê, car caran serî li saziyên navneteweyî dide û bangê dike. Di Adara 2021’ê de piştî hevdîtina telefona bi birêz Ocalan re, demek dirêj me jê agahî negirt. Berê jî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re pêk nedihat. Me wek parêzeran piştî vê serî li gelek saziyan dan. Lê me encamek negirt. Ji meha îlon û cotmehê ya 2021’ê şûnde 6 meh şûnde me serî li 30 baro, saziyên civaka sîvîl, komele û weqfên mafê mirovan ên Tirkiyeyê dan. Me bal kişand ser tecrîdê û got bila sazî bikevin tevgerê. Me beriya her tiştî xwest ku hevdîtin pêk bên. Gelek saziyan gotin ew pêvajoyê dişopînin. Tevî vê salek derbas bû û ev 19 meh in agahî nayê girtin. Tenê Baroya Amedê serî li wezareta dadê da. Lê ji wezaretê bersivek nehat. Em parêzer sê sal in ji pêvajoya hiqûqî dûr tên girtin. Em nikarin tevlî tu pêvajoyê bibin. Em nayên agahdarkirin. Serlêdan tên redkirin. Di ser serlêdanên me de salek derbas bû. Hîna fikar û daxwazên me nehatine bersivandin.”   Serlêdana 2 hezar parêzerî bi nirx e   Newrozê destnîşan kir ku di vê mijarê de gelek xebatên din dimeşînin û hem ji Tirkiye hem ji cîhanê nêzî 2 hezar parêzerî bi daxwaza hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin serî li wezareta dadê dane û got: “Ev gelek bi nirx e. Heta îro gelek hewldanên wisa hebûn. Kampanya, deklerasyon, bang, serlêdanên ji bo Konseya Ewropa û CPT. Lê cara yekem evqas hejmarek zêde serlêdan kirin. Hem di şexsê hiqûqa Tirkiye hem jî di ya peymanên navneteweyî de mafê mirovan tê tunekirin.”   Prosedur didome    Newrozê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Prosedura me ya der barê pêkanîna biryara ku em wek mafê hêviyê îfade dikin ddome. Komîteya wezîran ji 2014’an heta niha di pêvajoya 8 salî de mekanîzmaya kontrolê da destpêkirin û didomîne. Lê komîteyê ne bi cidiyet daxwaz kir biryar pêk bê ne jî ji bo ku Tirkiye gavê bavêje gavek avêt. Komîteyê di 8 salan de tenê carekê di 2020’î de di civîna 30’yê Mijdar, 1’ê Kanûnê de mijar xist rojeva xwe. Lê komîte di prosedura heyî de neket tevgerê. Ji xwe DMME’yê li Tirkiyeyê ev îstîsmar wek binpêkirina maf nirxand. Lê wekî ku îstîsna heye îqnakirina komîteyê hewldanek vala ye. Di alî hiqûqî de bêguman ji bo me beramberiya wê tune ye. Di alî komîteyê de jî derbasbûna vê tune ye.”   Nîşan dide ku cidî nêz nabin   Newrozê da zanîn ku biryara dadgehê heye û wiha dirêjî dayê: “Tenê gelê Kurd, hiqûqnas an jî hiqûnasên demokrat vê nîqaş dikin. Li aliyê din biryara dadgehê heye. Tirkiye çi dike bila bike hîna aligirê vê peymanê ye û ji vê berpirs e, divê van pirsgirêkan bîne rojevê. Lê ji ber komîteyê negirt rojeva xwe, ji demê re hişt, derfet ji Tirkiyeyê re afirî. Em ê li dijî vê hewlên xwe bidomînin. Serdana CPT'yê gelek hat nîqaşkirin. Ji bo CTP biçe Îmraliyê gelek serlêdanên me hene. Serlêdan û bang hatibûn kirin. Ev ji bo ku CPT peywira xwe bîne cih bû. Divê serdan her tim bên kirin. Divê rapor bi lez bên amadekirin, bi rayagiştî re bê parvekirin. Lê di salên dawî de tenê serdanek kir. Ev di 24 salan de ya 9’emîn bû. CPT piştî serdanan divê rapora xwe amade bike bi rayagiştî re parve bike. Ev prosedura heyî ya CPT'yê ye. CPT xwedî raye ye ku raporan ragîhane. Gelo CPT peywira xwe tîne cih? Na. Divê CPT bibe xwedî helwestek polîtîk. Em hêvîdar in ji vir şûnde li gorî prosedurê tev bigere. Serdanên xwe jî bê navber pêk bînin.”