Berteka li dijî binçavkirinan: Wê serî nedin tewandin 2022-10-28 09:03:35     ÎZMÎR - Di pêvajoya ku serokomar hinek xebatkarên çapemeniyê vexwendiyê qesrê kir de xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Jinan da zanîn ku rojnamegerî ne sûc e, wê serî bi çapemeniyê nedin tewandin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku serdozgeriya Komarê ya Enqereyê meşand de bi ser malên nûçegîhanên ajansa me û Ajansa Mezopotamya de hat girtin 11 rojnameger hatin binçavkirin. Li 9 bajarî serdegirtin pêk hat. Di nav de nûçegîhana me Habîbe Eren û Oznur Deger, Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegîhanên MA'yê Denîz Nazlim, Selma Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahîn û Mehmet Gunhan yê demekê di MA'yê de stajyerî kiriye bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Her wiha nûçegîhana me Derya Ren jî ji ber dosyayeke din hat girtin.    Jinan bertek nîşanî rewşê dan û gotin rojnamegerî ne sûc e.   Seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê Dîlek Gappî da zanîn ku divê ji rêxistinê pîşeyî bipirsin ka rojnameger rojnameger in an na û got: “Gelo li gorî çi nêz dibin? Ev nêzîkatî ne li gorî Tirkiyeyê ne jî li gorî serdemê ye. Divê bi van rêbazan kes neyê binçavkirin. Dema maf û demokrasî bên binpêkirin dawiya vê nayê. Ez qanûna dezenformasyonê jî rexne dikim. Qanûn di qanûna çapemeniyê de guherînê dike û ji saziyê rêxistinê fikrên wan nayên pirsîn. Ev pergal beriya her tiştî otosansurê tîne. Ev li gorî min der barê hilbijartinê de ye. Em van nêzîkatiyan rast nabînin.”   ‘Rojnamegerî ne sûc e’   Rojnamegera serbest Ozlem Karan jî binçavkirina hevalên xwe şermezar kir û wiha daxuyand: “Yekane tiştê dikin rojnamegerî ye. Desthilatdarî rojnamegeran hedef digire. Dixwazin me bêdeng bikin. Lê em bêdeng namînin. Em ê nivîsên xwe bidomînin. Divê hevalên me demildest bên berdan.”   ÎHGD’ê bang kir   Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojeva Mafê Mirovan (ÎHGD) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku komele li dijî astengiyên li pêş rojnamegerên muxalîf û weşanên muxalîf têdikoşin û got ev binçavkirin û lêpirsîna li hember rojnamegeran nayê qebûlkirin.   Ji Piştevaniya Mor a Îzmîrê Dîdar Gul jî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybet li hember jinan, sosyalîst, welatparêzan polîtîkaya çewisandinê dide meşandin û got: “Di demek nêz de êrişeke faşîst li parêzerek jin hat kirin. 11 Rojnameger binçav kirin û serê wan tewandin. Ev peyamekê dide me. Li dijî vê wê jin, rojnameger, şoreşger û welatparêz têkoşîna xwe bidomînin.”   Ji HDP’a Îzmîrê Mehtap Alîşan jî diyar kir ku çapemenî di pêvajoyek zehmet de derbas dibe û bi vê qanûna sansurê re hewl didin ku pêşîyê li rastiyan bigirin ku rastî negihêjin gel û got beriya hilbijartinê ev operasyon watedar e.    Em serî natewînin   Mehtabê wiha bi dawî kir: “Hewl dan serê rojnamegerên jin bitewînin.Belkî sibê yê me jî wisa bikin. Lê bila bizanibin ku em ê tu car li hember vê pergalê vê desthilatdariyê serî netewînin.”