Berteka li dijî hevkariya AKP-PDK'ê: Divê heyetên bêalî lêkolînê bikin 2022-10-28 09:02:52     ÎZMÎR - Jinan têkildarî êrîşên kîmyewî yên bi hevkariya PDK û AKP’ê li hember Zap, Avaşîn û Metînayê pêk hatine nêrînên xwe anîn ziman û gotin divê PDK nebe hevkarê vî sûcî û rayedar li herêmê lêkolînek bê alî bikin.    Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê, li hember Zap, Metîna û Avaşîn di 17’ê Nîsanê de êrîş dan destpêkirin û di van 6 mehan de  gelek caran hat rojevê ku çekên kîmyewî tê bikaranîn. Li gorî  nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Navenda Parastina Gel (HSM) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di navbera 14’ê Nîsan û 14’ê Cotmehê de  Tirkiyeyê 2 hezar û 46 caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Medîne Kaymaz da zanîn ku bi çekên kîmyewî zilmê li gel dikin û desthilatdarî wê bi vê zilmê bi ser nekeve. Medîneyê wiha got: “Ev zilm e. Li Kurdistanê çi karê we heye? Gelo wê ev zilm heta ku derê bidome? Dewleta tirk wê bi vê zilmê bir ser nekeve. Kurd ne Kurdên berê ne. Em li dijî vê zilmê nikarin bêdeng bimînin. Em dayik in. Em li pey edaletê ne.”   ‘Divê cîhan li dijî bikaranîna çekan bêdeng nemîne’   Medîneyê daxuyand ku divê cîhan li dijî bikaranîna çekan bêdeng nemîne û wiha dawî lê anî: “Ev sûcekî mezin e. Divê gelê Kurd rabe ser piyan û gotina xwe bêje. Divê  hemû cîhan rabe ser piyan bêje ev sûc e. Kîmysalan davêjin ser mirovan. Ew der kirin çol. Ne mirov ne zindî hiştin. Cîhan şewitandin. Gelo edaleta we evqas e? Hûn mirovên çawa ne? Em aştiyê dixwazin. Em Dayikên Aştiyê ne. Bila xwîn nerije. Ez bang li Barzanî dikim. Bila ji vê îxanetê vegere. Bila piştgiriyê nede dewleta tirk. Ji vê îxanetê re êdî bes e.”   ‘Zirara li xweza û mirovahiyê’   Hevberdevka Herema Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Neslîhan Arvîş jî got exlaqeqî şer heye û wiha bi lêv kir: “Li Kurdistanê şer tê meşandin. Rêbaz û exlaqekî şer heye. Çekên kîmyewî sûcên mirovahiyê ne. Dewleta tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûc dike. Helwesta me ya li dijî şer zelal e. Ev zirarek mezin dide mirovahî û xwezayê. Mûxatabê çareseriyê Îmralî ye. Divê nebin hevkarê vî sûcî.”     ‘Divê heyetên bêalî lêkolînê bikin’   Endama Lijneya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ugurlu jî der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Der barê çekên kîmyewî de, dîmen hatin weşandin. Divê rayagiştî ava bibe û di heman demê de Tirkiye bersiva vê bide. Divê heyetên bêalî biçin herêmê û lêkolînê bikin. Ji ber ev berpirsyariya dewletên ku îmze avêtine binê peymanê ye. Dewlet bêdeng in. Divê ev bêdengî xera bibe. Lêkolîna bê kirin jî ji civaka cîhanê re wê xizmetê bike. Divê civak der barê lêkolînan de bibin xwedî daxwaz û daxwazên xwe bînin ziman.  Divê hemû kesên hestiyar banga xwe bikin.”