'Heta rojnameger bên berdan em ê heqîqetê ji gel ragihînin' 2022-10-26 09:15:40     WAN - Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 11 rojnameger do hatibûn binçavkirin. Têkildarî mijarê jinan gotin:"Heta ew bên berdan; em ê di nava her şerdî de bibin dengê Gelê Kurd, dengê jinê û heqîqetê ji gel ragihînin."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li gelek bajaran bi ser malan de hatin girtin û nûçegîhanên me Habibe Eren û Oznur Deger, Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Diren Yurtsever, nûçegîhanên MA'yê Bêrivan Altan, Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahinli û rojnameger Mehmet Gunhan hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîneke cuda de jî nûçegîhana me Derya Ren bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat binçavkirin.    Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin. Li Wanê jinan banga berdana rojnamegeran kirin.   'Em ê kamera û mîkrofona wan dewr bigirin'   Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dilan Yildiz, da zanîn ku dozgeriyê dikaribû bi telefonê gazî rojnamegeran bike û îfadeya wan bigire lê belê rojnameger bi lêdan û îşkenceyê hatin binçavkirin, ev yek nayê qebûlkirin. Dilanê got:"Dixwazin rojnameger dengê xwe nekin. Çimkî êdî tehemmul nakin ku gel rastiyê bibînin. Gelek kes hene ku mikrofon û kameraya wan hilgirin. Ew xebatkarên çapemeniyê gişî bigirin jî em ê wekî xebatkarên çapemeniyê li kolanan bin. Em ê wekî nûçegîhanan kamera û wênekêşê bigirin û nûçeyan çêbikin."   'AKP tenê dixwaze alîgirê wê tenê bixebite'   Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Aynur Sarica jî, da zanîn êrişên li ser rojnamegeran êrişên li ser mafê girtina nûçeyan a Gelê Kurd e û wiha got:"Em van êrişên di esasê xwe de li dijî jinê tên kirin qebûl nakin. Dixwazin jin û Gelê Kurd dengê xwe nekin. AKP tenê dixwaze alîgirê wê tenê bixebite. Em vê yekê qebûl nakin. Hewce bike em ê dewsa rojanemgeran nûçeyan jî çêbikin, heta ku ew bên berdan."   'Em ê gotina heqîqetê bidomînin'   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan da zanîn ku êrişên li ser çapemeniyê yên AKP û MHP'ê sîstematîk e û got:"Zextên binçavkirinê heta niha negihaştiye armanca xwe, ew ê ji niha şûnde jî negihêje armanca xwe. Operasyon bi Zagona Sansurê eleqedar e. Dixwazin dengê gel dernekeve. Pênûsa çapemeniya azad tu carî li erdê nema, wê nemîne jî. Em ê gotina heqîqetê bidomînin."   'Jin û Gelê Kurd dikin hedef'   Hevseroka Serhat GOÇ-DER'ê Gulşen Kurt, da zanîn bi operasyonên li dijî çapemeniya azad tê xwestin Gelê Kurd dengê xwe dernexe û got:"Em ê li ser navê hevalên xwe yên hatine binçavkirin li qadan bin. Bi van operasyonan eşkere xuya dike ku jin û Gelê Kurd dikin hedef. Em ê jî di her şerdî de gotina wan jî bêjin û dengê xwe bilind bikin."