Têkoşîna li dijî hiqûqa pêk nayê: Nobeta Edeletê 2022-10-25 09:02:18     ÎZMÎR - Ji xizma girtiyan Sultan Yagmekan da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan yên girtîgehan hiqûq pêk nayê û li dijî vê  têkoşîna nobeta Edeletê didome. Sultanê banga piştgiriya nobetê kir.   Nobeta Edeletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi armanca girtiyên nexweş, ên ku înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û li hemû girtîgehan tecrîd bi dawî be hatibû destpêkirin Didome. Malbatên li Wan, Stenbol, Amed û Îzmîrê nobetê didomînin di heman demê de balê dikşînin ser binpêkirinên mafan ên tên jiyîn û banga piştgiriya nobetê dikin.   Sultan Yagmekan ya di Nobeta Edeletê ya Îzmîrê de cih digire kurê wê Firat Yagmekan yek ji girtiyên nexweş e. Kurê wê Firat ku li girtîgeha Kiriklar a Buca girtî ye, gelek nexweşiyên wî hene.  Sultanê da zanin ku divê kurê wê û hemû girtiyên nexweş bên berdan, tecrîd û zextên li ser girtiyan demildest bên rakirin. Sultanê bi lêv kir ku binpêkirinên li girtîgehan hem girtiyan hem malbatên wa hedef digirin.   ‘Girtiyên siyasî ji hev dur dixin’   Sultanê  wiha balkişand ser zextên li ser girtiyên siyasî: “Kurê min 16 sale girtiye. Li ser zarokên me zext û zilmek mezn heye. Ji hev dur dixin. Girtiyên edlî an jî feto dikin navbera wan. Hewl didin girtiyên siyasî ji hev veqetînin. Agahiya wan ji hev tune. Berê her tim agahiya wan ji hev hebû. Ligel hev bûn. Bi hevre derdiketin hewadankê. Lê niha derfetek wisa tune. Zarokên me hemû nexweşin. Doza kurê min niha li ÎHD’ê ye. Gelek nexweşiyên wî hene. Biçe doktor divê doktorê pispor be, doktorên ku diçinê jî wan ji serê xwe davêjin. Bi ser koxuşan de digirin. Hevdîtinan asteng dikin.Her tim koxuşên wan diguherin. Em nizanin zarokên me di kîjan koxuşan de ne. Li ser girtyan tecrîd heye. Em qebûl nakn. Em dayik têdikoşin û rabûn ser piyan. Me nobeta edeletê da destpêkirin. Em 6-7 dayik nobetê digirin.”   ‘Hevdîtin tên astengkirin’   Sultanê destnîşan kir ku yek ji binpêkirinên din jî ev e ku girtiyan ji malbatan dur dixin û wiha diyar kir: “Wan rojan hevdîtina vekirî hebû. Rojek beriya wê em li girtîgehê geriyan. Lê bersiv nedan. Sibehê saet di 10.00’an dem dîsa geriyan. Gotin hevdîtin qedyaye. Yanî naxwazin em zarokên xwe bibînin. Me ji hev dur dixin.”   ‘Midûr berpirs e’   Sultanê her wiha anî ziman ku Haydar Alî Ak yê du sal berê wek midûr tayînê girtîgeha Kiriklarê bûye di pirsgirêkên tên jiyîn de rola wî pir mezine û di vê mijarê de jî wiha got: “Midurekî bi navê Haydar Alî hat. Ji roja ew hatiye rewşa zarokên me nebaşe. Çi kir wî midûrî kir. Bawerim ji Edîrneyê hatiye. Ji van hemûyan wezîrê dadê berpirse.  Serokomar û rayedarên dewletê vê dikin.”   ‘Em edeletê dixwazin’   Sultanê dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ez li dijî binpêkirinan bangê li rayagiştî dikim. Em peywira xwe dikin, li ku dibe bila bibe em ê runin. Zarokên me girtiyên azadiyê ne. Heta ji destê me bê em ê jî têbikoşin. Divê hemû dayik bên. Em wan dipên. Divê piştgiriyê bidin me. Divê em hemû alîkarî bidin hev. Ev zarok zarokên vî gelî ne. Ez bang li hemû kesî dikim divê piştgiriyê bidin nobetê. Em du kes jî bimînin em ê têbikoşin.”