Prof. Dr. Bedriye Poyraz: Rojnameger ne li dijî dewletê, li dijî gel berpirs e 2022-10-24 09:05:38   Melek Avci   ENQERE - Ji Fakulteya Ragîhanê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Bedriye Poyraz Qanûna Sansurê nirxand û got: “Li gorî nêzîkatiya lîberal a em rexne dikin û naecibînin jî rojnameger ne li dijî hikûmet û dewletê li dijî gel berpirs e. Wesfa bûyîna hêza çarem jî ji vir tê. Divê berxwedan, serhildan hebe.”   Pêşnûmeqanûna ku AKP û MHP’ê wek ‘qanûna têkoşîna bi dezenformasyonê’ û rêxistinên çapemeniyê jî wek ‘qanûna sansurê’ binav dikir, di 11’ê cotmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Tevî hemû bertekan qanûna sansurê fermî bû. Di xala 29’an de di çarçoveya sûcê ‘belavkirina agahiyên şaş’ ya li Qanûna Ceza Tirk hat barkirin de di parvekirineke ku agahiyê dide gel de ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Qanûna ket meriyetê hinek hukmên wê ji 1’ê Çile û 1’ê Nîsana 2023’yan şûnde wê pêk bê.    Ji Fakulteya Ragîhanê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Bedriye Poyraz der barê qanûnê de û bandorên wê de axivî.   ‘Rojnamger tenê li hember gel berpirs e’   Akademîsyen Bedriye diyar kir ku qanûna sansurê li gorî şertên îro gavek cidî ya şûndeketinê ye û got: “Qanûn pêngaveke din a otorîterbûna desthilatdariya siyasî ye.Ne tenê rojnameger her kes çapemeniya civakî kontrol dike. Qanûn îdiaya kontrolkirina dezenformasyona ku dibêjin ‘agahiya şaş’ a di çapemeniya civakî de dihewîne. Ev tê çi wateyê ‘Tenê hûn ê agahiyên me bikin tune weke din tiştekî din nekin nûçe’. Gelo pîşeya rojnamegeriyê çima heye. Li gorî nêzîkatiya lîberal a em rexne dikin û naecibînin jî rojnameger ne li dijî hikûmet û dewletê li dijî gel berpirs e. Wesfa bûyîna hêza çarem jî ji vir tê. Ji bo vê peywirê bike heye. Li dijî gel berpirs e. Çepemenî ku bibe dengê hikûmetê yan jî burokrasiyê. Ya ku agahiyê bide gel çapemenî ye.”   ‘Ya şaş agahiyên ku hikûmet dide ye’   Bedriyeyê axaftina xwe wiha domand: “Li gorî vê qanûnê bêyî agahiya wan divê tu nûçe neyê çêkirin. TUÎK daneyê aşkera dike lê ji saziyên serbixwe pir cudatir encamekê derdixe holê. Gelo em ê di vir de bi kê bawer bikin. Gelo kîjan rast dibêje. Bêguman em ê dane û tespîtên zanistên civakî yên serbixwe û akademîsyonên  serbixwe rast bibînin. Kîjan şaş e, agahiyên ku hikûmet dide şaş in.  Lê niha bi vê qanûnê hewl didin pêşiya vê bigirin.”   ‘Hemû çapemenî bû çapemeniya propagandayê’   Bedriyeyê destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze çapemenî tenê bibe alava propagadayê û propaganda wan bike û wiha bi lêv kir: “Em ne biyaniyên vê ne. Ev demek dirêj e çapemeniya alîgir jî nemaye. Hemû bûne çapemeniya propagandayê. Tiştê nû tevî hemû çapemeniyê dîsa çapemeniyê biçûk ên alternatîf ên şexsî yên înternetê hene. Yeko yeko rojnameger hene.”   ‘Otorîterî tê bilindkirin’   Bedriyeyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ev qanûn otorîteriyê bilind dike û peyama ku zext wê her biçin tund bibin dide. Hewl didin mirov bi tu awayî neaxivin. Hewl didin gel bêdeng bikin. Em di vir de dizanin ku desthilatdariya siyasî ji destpêkê de ye çi dixwaze û dixwaze çi bike. Ji ber vê jî ne pêkane em vê wek dezenformasyonê bifikirin.Desthilatdarî bi van hewldanan dixwaze her cureyê astengiyên li pêş xwe rabike. Ev wek paqijkirina rê jî dikare bê nirxandin.”   ‘Wê jin destûrê nedin’   Bedriyeyê her wiha diyar kir ku ev qanûn çend sal berê derketiba wê bêhêviyek hebûna lê niha gel li dijî desthilatdariyê xwedî hişmende xwedî potansiyela serhildan û têkoşînê ye û got wê desthilatdarî negihêje hedefa xwe. Bedriyeyê wiha dawî lê anî: “Wê desthilatdarî bi ser nekeve. Jinên Îranê şoreşê dikin. Jin şoreşê dikin, tên kuştin. Li vir jî wê ev pêkan be. Ez bawer dikim. Di vir de ya herî girîng divê em bêdeng nemînin. Berxwedan, têkoşîn tê wateya tunekirina qanûnê.”