Dayika ku zarokê wê bi kîmyasalê hat qetilkirin: Ez serbilind im 2022-10-23 09:05:33     STENBOL - Dayika Ferhat Guneş ku yek ji kesên di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû, Çîgdem Guneş da zanîn ku destê PDK’ê di xwîna zarokên wan de ye û got: “Riya kurê min şeref, namûs û serkeftin e. Ji bo vê serbilind im. Divê her kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilind bike.”   Tirkiyeyê bi piştgiriya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li hember herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên li başurê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîş pêk anîbû û 17 endamên HPG û YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dan û Ajansa Nûçeyan a Firatê nasnameya 17 heban aşkera kir. Piştre jî dîmenên du endamên HPG û YJA STAR'ê ku bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin parve kir.   Piştî dîmenan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di serî de li Kurdistan û gelek deverên cîhanê kes daketin kolanan û bang kirin ku saziyên navneteweyî bikevin tevgerê. Kurd û dostên kurdan diyar kirin ku şer û sûcê mirovahiyê bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê hatiye kirin û gotin heta ev sûc bidawî nebe wê li qadan bin.   Yek ji 17 kesên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin Ferhat Guneş (Sedat Demhat) e.   Îxanet li xeyala zarokatiya xwe nekir   Malbata Ferhat ji gundê Barman ê Stewrê ya Mêrdînê ye. Stewrê di alî têkoşîna azadiya Kurd de xwedî cihekî girînge û heta niha bi sedan ciwan ji vir berê xwe dane çiyan û tevli têkoşînê bûne. Hevalên Ferhat ên biçûkatiyê dibêjin, 'me digot ku em mezin bibin em ê bibin mamoste û doktor lê wî digot', lê dibêjin ku Ferhat gotiye, 'ez mezin bibim ez ê bibim gerîla'. 9 salî malbata wî koçî Stenbolê dike. Ferhat xeyala xwe ya zarokatiyê pêk tîne û di 2015’an de berê xwe dide çiyan.   Şerê îradê…   Ferhat di roportaja daye Ajansa Nûçeyan a Firatê  (ANF) de  sedema tercîha xwe ya çiyan vedibêje “Ez ewil ji kenê gerîla bi bandor bûm. Min got gelo ezê jî wek wan bim.Ferhat diyar dike ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berxwe didin û di gotûbêja dawî ya ajansê de ji tunela şer bang dike û dibêje, "Em ê bi îradeya xwe dijmin têk bibin." Ferhat piştî salan şûnde bi kenê rûyê xwe di hişê hevalan de  cihê xwe digire.   Li malê bêdengî û hêrsek mezin   7 sal şûnde agahiya ku Ferhat jiyana xwe ji dest daye diçe ji malbatê re. Li mala Ferhat ligel êşa mezin hêrsek pir mezin jî heye. Malbateke ku zarokê wan bi çekên  kîmyewî hatiye qetilkirin. Li malê bêdengiyek mezin serdest e. Em bi pirsên xwe hewl didin bêdengiyê xera bikin. Lê di odeyê çar dayikên ku zarokên wan tevli têkoşînê bûne û hinekan jî zarokên wan di encama têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane hene heye.   Gotinên ji bo Ferhat tên gotin   Em Ferhat ji dayika wî Çîgdemê guhdar dikin. Gotin bi zor ji dev derkeve û dest pê dike û kurê xwe vedibêje: “Ferhat ji Stenbolê tevli gerîla bû. Jiyana Ferhat pir xweş bû. Em malbat girêdayê dozê bûn. Ew jî bi wan hestan mezin bû.  Her tim bi xwişk û birayên xwe re kurdî diaxivî. Li metropolan mezin bû lê zimanê xwe ji bîr nekir. Her tim bi coş û kêf bû. Bi zarokan re zarok bi mezinan re mezin bû. Pir jîr bû xwedî merhemet bû. Wê demê kur tenê ew bû. Her tim digot dayê bila birayekî min hebe. Min got bese hun sê heb têr dikin. Got ‘dayê na bila kurd zêde bibin.’Piştî wî du birayên wî çêbûn.  Piştî vê digot dayê du kurê te yên din çêbûn. Du heb jite re yek ji Kurdistanê re.”   Cara ewil di televîzyonê de dît   Çîgdemê diyar kir ku Ferhat ji êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê gelek bi bandor bûye û wiha daxuyand: “Her tim jiyana jin, zarok û kesên wir mînak nîşan dida. Ferhat di 2015’an de ji malê derket û 15 roj şûnde me di televîzyonê de ew dît. Em bi dîmenên wî serbilind bûn. Hîna jî em serbilind in. Riya wî riya şeref û serkeftinê ye. Ji ber vê ez serbilimd im.  Kezeba gelek dayikan şewitiye. Ez jî yek ji wan im. Ez jî wek hemû dayikan dixwazim ev şer raweste. Ez ê heta dawî hesab ji dewleta Tirk bipirsim. Kîjan şer dibe bila bibe kîmyasal ne tiştekî rast e. Ev sûcê mirovahiyê ye."   ‘Destê PDK’ê di xwîna wan de ye’   Çîgdemê bertek nîşanê îxaneta PDK’ê û desteserkirina rûpûşên gazê kir û got: “PDK’ê pêşiya vî şerî vekir. Ji bo min dijminê mezin PDK ye. Bila ji vê rêyê vegerin. Destê wan di xwîna zarokên me de ye.”   Divê her kes rabe ser piyan   Çîgdemê her wiha bertek nîşanê bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî da û di vê mijarê de jî wiha got: “Divê gel li dijî vê derkeve û seknek xurt nîşan bide. Zarokên me çawa canê xwe dan divê gelê me jî xwedî li wan derkeve. Ger gelê me rabe ser piyan wê ev rewş raweste. Bila gelê Kurd rabin ser piyan. Bila kezeba dayikan neşewite.”   ‘Ferhat kurê me hemûne’   Çîgdemê di dawiyê de ev bang kir: “Ez ji gel vê dixwazim. Li her welatî bikaranîna çekên kîmyewî sûcê qirêj e. Divê di tu şerî de neyên bikaranîn. Ferhat ne tenê kurê min e, kurê me hemûyan e. Divê em li dijî vî şerê qirêj hişyar bin. Êdî bila dayik negirîn.”