Bedîa Ozgokçe: CPT mirovan îqna nake 2022-10-22 09:11:05   ENQERE - Bedia Ozgokçe a ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi CTP'yê re hevdîtin kir û di nava heyeta HDP'ê de cih digirt got:"Tenê me bersiva me hevdîtin bi 4 kesên li giravê kiriye, dan."   Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ji bo bidawîbûna tecrîdê çalakî û bang didomin. Ji ber agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin fikar jî zêde dibin. Li aliyê din jî ji welatên cuda parêzeran xwestin biçin Îmraliyê lê hîna bersivek nehatiye girtin. Ligel vê di 12’yê cotmehê de  Hevberdevkên Komîsyona Karê Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, Nûnerê Konseya Ewropa yê HDP’ê Faîk Yagizay û hevşaredara Bajarê Mezina Wanê Bedîa Ozgoke Ertan ku qeyûm tayînê şûna wê bû, bi Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirin. Heyet HDP’ê bi Sektereterê Giştî Regîs Brîllat û rayedarê Maseya Tirkiyeyê ya CPT Elvîn Alîyev re hatin gel hev.   Bedîa Ozgokçe Ertan der barê hevdîtinê de ji ajansa me re axivî.   ‘Em Birêz Ocalan wek kesekî nikarin bigirin dest’   Bedîayê da zanîn ku 24 sale Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de tê girtin bi hiqûqê ev rewş nayê vegotin û got: “Li tu devera cîhanê terzek tecrîdê ya wisa tune. Ev tecrîd li dijî mevzuata hundir û navnetewî ye.  Ev berdewama biryarek polîtîk a 24 sale didome ye. 18 mehe nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Ev bi qanûnê nikare bê vegotin. Ji ber di tu qanûnê de tiştek wisa tune. Yên vê biryarê digirin jî polîtîk tevdigerin. Birêz Ocalan ne tenê yek kseke, Rêberê gelekî ye. Bi mîlyonek kes dibêje îradeya me ye.Ji ber vê em Birêz Ocalan tenê nagirin dest. Tecrîd, îzolasyon û kaos girêdayê pirsgirêka Kurde.”   ‘Tecrîdê bandor li qanûna jî kir’   Bedîayê bi lêv kir ku 19 meh in agahî ji Abdullah Ocalan tune û herî dawî hevdîtinek telefonê hatiye kirin û ev jî nîvco hatiye birîn. Bedîayê wiha bi lêv kir: “Gelo çi dibe? Gelo çi pêk tînin. Feraseta neçareseriya 24 salan didomînin. Em di her platform, civîn, daxuyanî û hevdîtinan de tecrîdê tînin rojevê û muxatab û derdoran lêpirsîn dikin û dixwazin di vê mijarê de bersivekê bigirin. Dîsa çalakî, bername, protesto û nobet tên girtin. Li Strasburgê çalakiya kon heye. Nobet tê girtin. Ev li dijî tecrîdê tê girtin. Em vê mijarê her tim di rojevê de digirin. Lê tecrîd ji gravê hatiye dexistin û li ser hemû aliyan li ser girtîgehan pêk tê. Tecrîdê êdî bandor li ser qanûnan jî kiriye.”   ‘Dersa ku daye dewletan’   Bedîayê balkişand ser CPT û got komîteyek ku ji peymana ku 47 welatan îmze kiriye hatiye avakirinê û wiha anî ziman: “Raporên CPT amade dike di alî rewşa girtîgehan û karneya mafê mirovan de gelek girîng e. CPT divê rewşa girtîgehan lêkolîn bike, raporan amade bike û binpêkirinan bi welatan bide bibîrxistin. Raporên ji aliyê CPT ve tê amadekirin ji bo welatan wek dersekê ye.  CPT komîteye ku divê der barê binpêkirina mafan de li  Komîteya Wezîran gilî bike ye. CPT divê peywirên xwe yên rutîn bike di rewşên lezgîn de jî şert û mercan di cih de lêkolîn bike û raporê amade bike.”    Bi Abdullah Ocalan û sê girtiyên re hevdîtin hatiye kirin   Bedîayê destnîşan kir ku CPT ji nêz ve girtîgeha Îmraliyê dişopîne û vê rewşê wek mijare polîtîk dibîne û wiha daxuyand: “Aşkerenekirina raporan bi giştî di bin tekela Tirkiyeyê de ye. Di 2016’an de şûnde Îmraliyê lê rapor aşkera nekirine. Di serdana 2018’an de jî ziyaret kirin lê rapor nehat aşkerakirin. Di 2021’ê de jî serdan hat kirin. Demek nêz de jî ziyaret kirine lê ev ziyaret di ajanda wan de tune bû.”   'Bi bersivên kurt pirs derbas kirin'   Bedîayê daxuyan ku bi CPT re hevdîtin kirine di hevdîtinê de heyetên din jî hebûne û di vê mijarê de wiha got: “Heyeta ji Ocalan re Azadî hebû. Me wek heyet fikarên xwe anî ziman, me agahiyên der barê pêvajoya polîtîk de anî ziman. Me nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember girtiyên siyasî û girtiyên nexweş anî ziman. Me fikarên xwe anîn ziman. CPT nêzîkatiyek li gorî peywira xwe nîşan da. Hevdîtina me watedar dîtin. Me rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din pirsî. Me got wisa bidome wê rê li ber krîzekê vebibe. Wan jî ev bersiv da: ‘Me bi çar kesên li giravê re yek bi yek hevdîtin kir.’ Bi bersivên kurt pirs derbas kirin.  Bersivên ku me îqna bikin nehatin dayîn.”   ‘Helwesta polîtîka  AKP’ê bi zanebûn tê kirin’   Bedîayê dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Têkoşîna gel wê bi CPT pêngavê bide avêtin. Fikarên me didomin. Divê fikarên me ji holê bên rakirin. Girtîgeh neynika welatekiye. Qadên ku herî zêde biryarên polîtîk li ber çavan tên dîtinê ye. Ji her tiştî dewlet berpirse. Di şexsê girtiyên siyasî de peymanên ji bo Gelê Kurd tên dayîn tên dîtin. Sedema neweşandina raporên CTP encama polîtîka bi zanebûna Tirkiyeyê ye. Tirkiye qerta penaberan baş bikar tîne.”