Li dijî qanûna Sansurê bertek: Em tu car serî natewînin 2022-10-22 09:07:24   ÎZMÎR - Qanûna Sansurê ya bi dengên AKP-MHP’ê bû qanûn, ji aliyê jinan ve wek ‘qanûna dîktatoriyê’ hat venasîn û jinan diyar kirin ku qanûn paşverûtiya  civakê armanc dike û gotin ku ew ê tu car serî netewînin.    Pêşnûmeqanûna ku AKP û MHP’ê wek ‘qanûna têkoşîna bi dezenformasyonê’ û rêxistinên çapemeniyê jî wek ‘qanûna sansurê’ binav dikin, di 14’ê cotmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Jinan bertek nîşanê qanûnê dan û diyar kirin ku wê tu car li hemberî van pêkanînan serî netewînin û ew natirsin.   ‘Pêkanîna dîktatoriyê’    Aktîvîst femînîst Funda Ozturk da zanîn ku ev qanûna nîşaneya tirsonekbûna desthilatdariyê ye û wiha vegot: “Nûçeya tê çêkirin li gorî çi şaş li gorî çi raste, biryara wê tê dayîn. Rojê sê jin tên qetilkirin, zarok tên îstîsmarkirin. Gelo nûçeyên van sûce, yanî em nûçeyên wê çêbikin ev sûc tê dîtin. Ev pêkanîna dîktatoriyê ye. Dema qanûn hat derxistin divê nêrîna gel bihata girtin lê nepirsîn. Li Meclîsê komên hejmara wan pire biryarê didin.  Gelo divê em ê ji kujeran re nikaribin bêjin kujer, kesên ku tecawizê dikin nikarin bêjin wan tecawiz kiriye.  Em vê qebûl nakin.”   ‘Hewl didin pergalek paşverû ava bikin’   Fundayê balkişand ser derxistina qanûnê ya ku di pêvajoya diçe hilbijartinê de hatiye derxistin û wiha bi lêv kir: “Gel di ferqa rewşê de ye û wisa diçe sindoqan. Bi hezaran kes medya civakî bi kar tîne. Ev bi giştî polîtîka çavtirsandinê ye.  Ji xwe mirovan dijhiqûqî didarizînin.Bi taybet hewl didin rêxistinên jinan bêdeng bikin.  Hewl didin pergalek paşverû ava bikin.”   Beriya hilbijartinê dixwazin gel bêdeng bikin   Seroka partiya Karkeran a Tirkiyeyê  ya Încîrlîova Funda Eren jî bertek nîşanê qanûnê da û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Ji bo tu tiştî em dereng nemane. Her qanûn an jî biryarnameya tê derxistin dikare bê betalkirin. Qanûn ji me re dibêje nefikirin, lêpirsîn nekin, parve nekin, em bêjin çi wê bikin. Divê em li ber xwe bidin û bêdeng nemînin. Em bi hev re ne, ya em gişt yan jî em yek. Beriya hilbijartinê dixwazin gel bêdeng bikin.”   ‘Armanc nelêritiyan veşêrin’   Ji Jinên Aştiyê ya Foça Remzye Baltaş jî ev tişt anî ziman: “Bi vê qanûnê mafê mirovan û demokrastî li li vî welatî tê rakirin û hevdîtin li ser çapemeniya civakî tên sînorkirin. Çi dikin bila bikin wê jin bêdeng nemînin. Jin wê vê qanûnê jî ji holê rabikin. Bi vê qanûnê mafê hemû zindiyan asteng dikin. Ji bo nelêrîtî, dizî û kar û berên dijkanûnî veşêrin vê qanûnê derdixin holê.  Têkoşîna me li dijî vê wê bidome.”   ‘Em tu car serî natewînin’   Jİ Mala Çandê ya Jinan a Çîglî (ÇEKEV) Kezban Cengîz jî got divê mafê parvekirinê mafê axaftinê yê kesan neyê astengkirin û wê jî ev tişt diyar kir: “Jin ji çapemeniya civakî gelek tiştî fêr dibin. Ji xwe em hatin çewisandin. Em nikarin tiştekî fêr bibin. Dixwazin civakek wek Afganîstan û Îranê biafirînin. Em ê tu car serî netewînin. Em natirsin.”