'Di jiyana mirovahiyê de jin bûye afirînera herî mezin' 2022-10-22 09:03:29   Yara Kendeş   KOBANÊ - Têkildarî hişmendiya baviksalarî ya li ser jin û civakê ya ji dîrokê heta niha, jinan diyar kirin ku mêran xwe derxistin pêş û  rol û misyona jinê xetimandin û wiha gotin:" Jinan xwe bi rê ve birin, jiyan dan avakirin û meşandin. Di jiyana mirovahiyê de jin bûye afirînera herî mezin."   Di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de hertim hişmendiya baviksalariyê xwe li ser jin, civak, eşîr, qebîle û netewan daye meşandin. Mêr her tim bi desthilatdarîbûyina xwe li hember jinê derketiye. Ev hişmendiya ku bi sedan salan hatiye meşandin, hîn dewam dike. Hîn jî mêr serdestiya xwe li ser jin û civakê ferz dike. Bi vî rengî tê xwestin jin bên çewisandin, ji ziman, çand, huner û nasnameya xwe bên dûrxistin û bibin kole.    Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê, Sozdar Şêxo, ji Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê ya Zanîngeha Kobanê, Hena Şêx Mihemed  Karmenda Zanîngeha Kobanê Nêrgiz Temo li ser vê mijarê ji ajansa me re nêrîna xwe anîn ziman.   'Di jiyana mirovahiyê de jin bûye afirînera herî mezin'   Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê, Sozdar Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mijara jin di civaka xwezayî de kî û çi bû, bi çi rengî û got: "Di destpêkê de rewşa jinê di civaka xwezayî de çawa bû û bi rengekî çawa bû, jin kî bû, jin çi dikare bike, derdikevin pêş. Jin di destpêka mirovahiyê de yan jî em bêjin di civaka xwezayî de xwedî rol û misyoneke herî mezin bû. Jin Xwedawend bû, jin afirînera jiyanê bû. Bi destên jinê çi hatiye çêkirin û avakirin? Jinê bi keda xwe çi çêkiriye? Mirov bala xwe bidê, ewqas jinan xwe bi rê ve birin, jiyan dan avakirin û meşandin. Di jiyana mirovahiyê de jin bûye afirînera herî mezin."   'Jin ji hebûna wê dûr xistin'   Sozdarê di dewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî ewqas pêşketin û mezinbûyina jinê ya di nava jiyana mirovahiyê de, mêr li hemberî wê derket û xwest wê pêşketinê bixe bin sîwana xwe û  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hişmendiya serdest a mêr tu carî li hember kesayeta xwe jina afirîner a xwedavend qebûl nekir. Ji ber vê hemû şêweyên desthilatdariya xwe li ser jinê da meşandin. Her tiştên jinê ji destan dizî û bir kir a xwe. Hebûna jinê tune kir, her tim di mejiyê jinê de tiştek dan rûniştandin. Gotinên mîna 'Tenê tu ya hundirê malê yî, tu nikarî berpirsyartiya malbat û zarokan rabikî. Tu mirovek lawaz î' li hember jinê hatin bikaranîn. Mêran bi çavekî cinsiyetperest li jinê dinihêrt û digot 'Laşê  te lawaz e, tu nikarî barê giran rabikî, tu nikarî karê ku em mêr dikin bikî, tu jin î tu lawaz û tirsonekî'. Bi van gotinana jin xistin nav çewisandinekê û ji hebûna wê dûr xistin."   'Mêran xwe derxistin pêş û  rol û misyona jinê xetimandin'   Ji Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê ya Zanîngeha Kobanê, Hena Şêx Mihemed di destpêka axaftina xwe de behsa hişmendiya desthilatdar a mêr a li ser jinê kir û wiha pê de çû: "Di demên berê de di nava dîrokê de gelekî desthilatdarî li ser jinê hatibû ferzkirin. Mêr serdest bû xwediyê zihniyeta baviksalar bû, her tişt dikir aîdî xwe û tu derfet ji jinê re nedihîşt. Jin dikir bin kontrola xwe, jin kirbû çarçoveyeke pir teng, nedihişt jin ji wê çarçoveyê yan jî sînorî derbikeve. Di zihniyeta wan de hatiye çandin ku tenê jinê zarokan bîne, tîmar bike, mezin bike û ji malê û şûnde nefikire. Di mejiyê jinan de dane çandin ku 'jin ji derveyî malê nabin xwediyê tiştekî'. Mêran di nava civakê de xwe derxistin pêş û rol û misyona jinê xetimandin."   'Jinan li dijî zihniyeta desthildatdariya mêr xwe dan pêş'   Henayê di nava axaftina xwe de diyar kir ku li hemberî wê feraseta mêr jinên pêşeng ên ji bo azadiya jin û civakê derketin pêş, li hemberî vê zihniyeta mêran bûn bersiv û wiha dawî lê anî: "Jinên ku li hemberî hişmendiya mêr derketin xwe ji wê çarçoveya teng derxistin. Jinên mîna Huda Şeirawî, Nazik El-Melaîk, Eyşe Şan bi dengê xwe li hemberî mêr sekinîn. Her wiha, Leyla Qasim jî serî netewand. Leylayê di nava civakê de rola xwe pir baş lîst. Meryem Xan jî hişt ku Kurdî derkeve pêş û gel ji ser şopa Kurdî ve biçe. Nivîskareke Misrî jî hebû, ew jî Mûna Yisirî ye. Ew jî bi nivîsên xwe li dijî hişmendiya desthilatdar rabû. Mûna Yisirî dibêje civak jinê ava nake, lê jin civakê ava dike û bi rê ve dibe. Van jinan rabûn li dijî wê zihniyeta desthilatdariya mêr dîsa xwe da pêş, ji ber ku zihniyeta mêr, jin her tim dikir kole."   'Jin jiyan e û jiyanê diafirîne'   Karmenda Zanîngeha Kobanê Nêrgiz Temo di derbarê vê mijarê de wiha nêrîna xwe parve kir: "Jin kî ye, çi ye û jin dikare çi bike? Em van pirsan hertim ji xwe re dikin. Bi rastî jin jiyan e û jiyanê diafirîne. Jin di demekê de tenê di sînorekî de hatibû sekinandin, mêran digotin, tenê li mala xwe binêre, zarokan mezin bike. Nedizanî bû çi dike, karê xwe çi ye, rola xwe çi ye û ew bi xwe dikare çi bike.  Jinê ji mala xwe pê ve tiştek nedizanî, jin winda bûbû. Mafên xwe nas nedikir ku ew weke mirovek li ser rûyê erdê mafê wê ye ku mîna mirovên din bijî. Her û her jin hatibûn xapandin."    'Jin di şer, xwendin, parastin, berxwedayîn, têkoşînê de bi cih bûne'   Nêrgizê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku jin hemû jiyanê bi rê ve dibe û kes nikare jinê lawaz û metirsîdar bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em niha dibînin her çiqas jin di jiyanê de bûye xwedî rol û tevger, jin di şer, xwendin, parastin, pêşketin, berxwedayîn, têkoşîn û afirandina jiyanê de bi cih bûne. Em hemû jinên cîhanê bi hevdu re xwe bidin avakirin û rê nedin tu kesê desthilatdar ku li ser rêya dewamiya azadiya me bisekine."