Ebrû Gunay: Divê raya giştî li hemberî êrişa kîmyewî bêdeng nemîne 2022-10-20 13:08:53     ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên bi çekên kîmyewî û got: "Divê saziyên peywendîdar, Rêveberiya Herêma Kurdistanê lêkolînên pêwîst bikin û nebin şirîk."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay di civîna çapemeniyê de ya li avahiya partiya xwe li ser rojevê axivî.    Ebrû di civîna çapemeniyê de wiha axivî:    "Tirkiye di krîzeke îdarî ya giran re derbas dibe. Em bi rewşeke wisa re rû bi rû ne ku demokrasî hatiye sekinandin, li ser navê edaletê tiştek namîne, her roj êrişî maf û azadiyên bingehîn tê kirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hema bêje bûye desthilatdariya şer.   Zîhniyeta înkarker a ku pirsgirêka kurd çareser nake, li dijî hebûna kurdan li hundir û derve şer îlan kiriye. Ev polîtîkaya dijminatiyê bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê dest pê kir. Birêz Ocalan bi salan e ji bo çareserî û aştiyê pêşniyarên çareseriyê pêş xistiye û di hevdîtinên Îmraliyê de jî ji raya giştî re û hem jî ji muxatabên pêwendîdar re pêşkêş kiriye. Ev nêrînên ku wê aştiya gelên mezin misoger bike, Tirkiyeyê demokratîk bike û pirsgirêka kurd çareser bike, niha ji aliyê desthilatdariyê ve di bin tecrîdeke kûr de ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo politikaya şer berdewam bike, siyaseta înkarê bidomîne, faşîzmê sazî bike, tişta destpêkê tecrîda Birêz Ocalan bû."   Ew li dijî tecrîdê di nava têkoşîneke bênavber de ne. Meşa Gemlîkê bi giranî ji bo rêya çareseriyê nîşan bide hat lidarxistin. Ji ber vê me bi gelê xwe re komploya 9’ê Cotmehê protesto kir. Ji bo çareseriya polîtîkaya şer a di vê çarçoveyê de tê meşandin nîqaş bikin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bixin rojevê, hevserokên me Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, endamê MYK’ê Omer Ocalan û heyeta ku ez tê de me, ji bo em biçin Grava Îmraliyê, me serî li Wezareta Edaletê da. Em bi vê wesîleyê banga xwe ya li Wezareta Edaletê ji bo bersiveke erênî ji serlêdana me re bide, nû dikin. Ji ber ku her kes dizane, demên ku li Îmraliyê rêyên hevdîtin û diyalogê yên bi Birêz Ocalan re hatin vekirin, ew demên ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dikare were nîqaşkirin û çanda demokrasiyê bilind bibe.   Ev pêkanînên sûc ne tenê bi Efrînê re sînordar e. Di êrîşên ku li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê tên kirin de dosyeya sûcên desthilatdariyê zêde dibe. Agahî û daxuyaniyên der barê bikaranîna çekên kîmyewî di êrîşan de ev demek bû di rojevê de bû. Dîmenên herî dawî hatin weşandin, hovîtiya êrişên kîmyewî eşkere kir. Bikaranîna çekên kîmyewî di wijdanê civakê de, li ber çavê hiqûqa navneteweyî û li pêşberî dîrokê sûcê mirovahiyê ye. Em bang li desthilatdariyê dikin ku demildest daxuyanî bide û dest ji vê kiryara sûcê berde. Divê raya giştî li hember vê tawana giran bêdeng nemîne û divê saziyên peywendîdar, Rêveberiya Herêma Kurdistanê lêkolînên pêwîst bikin û nebin şirîkê vê tawanê."