Dayikên Aştiyê: Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî serî rakin 2022-10-20 09:12:14     Rojda Aydin    AMED -  Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: "Bi salan e li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî zarokên me şerekî dijwar heye. Di nava vê şerê de zarokên me bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Divê di serî de Gelê Kurd serî rake û li dijî hovitiyê derkeve."    Êrişên Arteşa Tirk a li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe ku di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest pê kiribûn, ev 6 meh in bênavber didome. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di nava 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran gulebaran hatiye kirin û çekên kîmyewî yên qedexe hatine bikaranîn. Her wiha ANF rojên borî derbarê bandora çekên kîmyewî de dîmenek û piştre jî daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (NPG) parvekir û diyar kir 17 gerîla di êrişên bi çekên kîmyewî de hatine qetilkirin.    Çalakî û daxuyaniyên li hember bikaranîna çekên kîmyewî didomin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Amedê, têkildarî mijarê de axivîn û bertek nîşan dan.     ‘Bi çekên kîmyewî kurdan tune dikin'    Yildiz Doganay, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bikaranîna çekên kîmyewî ve Tirkiye sûcê mirovahiyê dike. Bila dawî vê hovîtiyê bîne. Bi çekên herî giran êrişê zarokên me dikin. Bi salan e em daxwaza azadî û aştiyê dikin. Li dijî vê neheqiya ku tê jiyîn zarokên me çûn. Lê bi hovane êrişê li zarokên me dikin. Dewa çi li zarokên me dikin? Bi salan e li dijî Gelê Kurd çekên kîmyewî tê bikaranîn. Dema ku me ew dîmen dît me nizanî ku em hene an na? 17 ciwanên kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin. Bila kezeba Erdogan, Suleyman Soylu û Barzanî bişewite. Barzanî dibêje ‘Ez kurd im’ lê îro tevlî vê hovîtiyê bûye. Em vê qebûl nakin. Erdogan sûcê mirovahiyê dike. Bi çekên kîmyewî dixwazin kurdan tune bikin. Bila Gelê Kurd êdî şiyar be."   Yildiz, bang li Gelê Kurd û cîhanê kir ku li hember vê sûcê mirovahiyê dengê xwe bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çareserî li cem me kurda ye. Divê em rabin û li hember vê zilmê bisekinin. Em ji vê şerê re çareseriyek bibînin. Bila êdî xwîn nerijê.”   ‘Li hember zarokên me şerekî dijwar heye'    Nafiye Yîgît di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî: "Ev hovîtiya ku îro tê meşandin em şermezar dikin. Kesên ku dibêjin ez mirovim, edaletê diparêzim û misilmanim divê dengê xwe bilind bike. Bi salan e li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî zarokên me şerekî dijwar heye. Di nava vê şerê de zarokên me bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Ji xelkê sivîl bigire heya zarokên me yên serê çiya bi tevahî bi kîmyasalê tên qetilkirin. Ji bo em pêşiya vê şerê bigirin û ev xwîn bisekine em bi sala ne daxwaziya aştiyê dikin. Me got ‘werin em dest bidin destên hevdû û aştiyê ava bikin.’ Lê belê hikûmeta AKP’ê her ku diçe bi awayeke dijwar êriş dike. Em vê şerê qirêj naxwazin."   ‘Ev zilm û hovîtî nayê qebûlkirin'    Nafiye, diyar kir ku Dayikên Aştiyê her di nav têkoşînê de bû û wiha bi lêv kir: "Ji bo çekên kîmyewî neyên bikaranîn Wezîrê Dadê, saziyên wan û tu cihek din nema ku me serî lêneda. Lê mixabin her derî li ser me girtin û bersiv nedan me. Rasterast dibêjin em aştiyê naxwazin. Bi kîmyasalê dixwazin kurdan tune bikin. Ji Başûr bigire heta Bakur zarokên kurdan tên qetilkirin. Çavên tevahî cîhanê li hemberî qetlîaman girtiye. Kes nabêje ku zarokên kurd îro bi kîmyasalê tên kuştin gelo mesele çiye? Çima ji bo me bangawaziyekî nakin. Çima çavên xwe ji me re digirin? Banga min ji gelê Ewropayê ew e ku bila çav û guhên xwe vekin. Bila bêdeng nebînin. Êdî tehemûla me nemaye. Ev zilm û hovîtî nayê qebûlkirin. Bang li kurd û tirkan dikin ku li dijî vê şerê bêjin êdî bes e.”   ‘Dewleta Tirk sûc dike'    Perihan Karayil jî da zanîn ku di mirovahiyê de mînaka vê tiştê tuneye û wiha domkir: “Me heta îro nedîtiye ku dewletên dinê çekên kîmyewî bikaraniye. Lê belê dewleta tirk îro li ser zarok me çekên kîmyewî bikartînin. Dilê me dayikan dişewite. Ev komkujî û hovîtî bi piştgiriya Barzanî tê kirin. Em naxwazin ku êdî kezeba dayikan bişewite. Barzanî hevkarê vê komkujiyê ye. Hikûmet dibêje em çekên kîmyewî bikarnayînin. Lê belê ew derewa dikin. Dîmenên wan derketin holê ku kîmyasalê bikartînin. Bikaranîna çekên kîmyewî qedexeye. Lê belê dewleta tirk vê bikartîne û sûc dike. Li dijî vê yekê divê cîhan rabe li ser piyan. Banga min ji Gelê Kurd ew e ku rabin li ser piyan."