‘Wê têkoşîna Nagîhan û Jînayê bidome’ 2022-10-20 09:05:28     STENBOL - Jinên femînîst diyar kirin ku qetilkirina endama Navenda Lêkolîna Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel berdewamiya polîtîkaya şer a desthilatdariyê ye û wiha gotin: “Qetilkirina Nagîhanê êrîşek li hember  têkoşîna me hemûyan e. Em ê bi vê hişmendiye têkoşîna xwe bidomînin.”   Endama Navenda Lêkolîna Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê di 4’ê cotmehê de li ber mala xwe di êrîşa suîkasta çekdarî de hat qetilkirin. Nagîhan ku li ser jîneolojiyê ya ‘zanista civakî û jinê’ ye xebat dimeşand hat qetilkirin, li Kurdistan, Tirkiye û her derê cîhanê hat protestokirin. Nagîhan ku bi têkoşîna jinê de pêşeng bû, ji bo paradîgma azadîxwaz a jinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bide şînkirin, seranserê jiyana xwe têkoşîn meşand. Jinên li her deverê bi dirûşmên ‘jin jiyan azadî’ daketin kolanan û qetilkirina Nagîhanê protesto kirin, soza ku wê têkoşînê bidomînin dubare kirin. Jinên serbixwe femînîst der barê qetilkirina Nagîhanê de ji ajansa me re nirxandin kirin.   ‘Qetilkirina Nagîhanê berdewamiya polîtîkaya şer e’   Femînîsta serbixwe Hulya Osmanagaoglu da zanîn ku qetilkirina Nagîhanê encama polîtîkayên şer e û ev êrîşek li hember têkoşîna jinan û tevgera siyasî ya Kurd e. Hulyayê ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî li dijî têkoşîna jinên Kurd bi polîtîkayên girtîgehan bi sînor namîne û serî li suîkastan dide. Dewlet li dijî têkoşîna rizgariya jinê têkoşînekê dide. Hevala me Aysel Tugluk nayê berdan, terkî mirinê tê kirin. Di 25’ê Mijdar, 8’ê Adarê de hevalên me yên tevli daxuyaniyan bûne bi dehan salan tên darizandin. Xeleka dawî jî qetikirina hevala Nagîhan bû.”   Êrîşên li hember tevgera jinên Kurd…   Hulyayê di berdewamiyê de diyar kir ku têkoşîneke femînîst û jinan a her diçe bilind dibe heye û wiha dirêjî dayê: “Ji ber ve jî desthilatdarî her cara dikeve tengasiyê êrîşê jinan û têkoşîna wan dike. Tevgera jinên Kurd bi êrîşên herî giran re tên rû hev. Di pêvajoya Peymana Stenbolê de xespkirina mafê nefeqeyê û rewakirina qeyûmên hatine tayînkirin… Ev hemû mînakên êrîşên li hember têkoşîna rizgariya jinê ye.”   ‘Wê têkoşîna Nagîhan û Jîna bidome’   Hulyayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthilatdarî di şexsê Nagîhanê de li hember hemû jinên ku fikrên xwe tînin ziman û gotina xwe dibêjin di êrîşê de ye. Di esasê de ev peyama ku heta pêvajoya hilbijartinê wê çawa êrîşê têkoşîna rizgariya jinê bikin, didin. Di şertên Tirkiyeyê de demeke dirêj e tevgera femînîst, tevgera jinan û tevgera jinên Kurd bi hev re têdikoşin. Ji ber vê jî qetilkirina Nagîhanê êrîşeke li hember têkoşîna me ye. Bi vê hişmendiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna Nagîhan û Jîna Mahsa ya li Îranê hat qetilkirin bidomînin.”   Hemû cîhan li dijî qetilkirinê bêdeng e   Femînîst, nivîskar û rojnameger Ayşe Duzkan jî balkişand ser gotina wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ya wek ‘PKK tevgereke jina ye’ û destnîşan kir ku ji ber van îfadeyan saziyên jinên Kurd hedef hatiye girtin û wiha daxuyand: “Di têkoşîna azadiya Kurd de em rola jinê dizanin û dewlet jî vê baş dizane. Ji ber vê jî êrîşa li hember Nagîhanê, qetilkirina wê li hember gelê Kurd, tevgera azadiyê ya jinên Kurd e. Qetilkirin li Silêmaniyê pêk hat. Komara Tirkiyeyê nikare kesekî qetil bike, nikare vî sûcî bike û hele li welatekî din  pêkanîna vê bûyerê tê wateya ku mafên gelê wî welatî binpê dike. Platformên navneteweyî, NY, YE deng dernaxe û her wiha welatê lê pêk hatiye jî deng dernaxe. Ev pirsgirêkek mezin e.”   Banga têkoşîna hevpar   Ayşeyê jî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî qetilkirina Nagîhanê ji Îranê jî li hember sazî û patiyên Kurdan êrîş pêk hatiye. Hikûmetê daxuyanî da lê mijar ne daxuyanî ye. Qe nebe divê welatên din destûrê nedin li welatên wan suîkast pêk bê. Li dijî van êrîşan bi femînîstên li Tirkiyeyê re têkoşînek hevpar tê dayîn. Jin têkoşînek enternasyonal heq dikin. Li Latîn Emerîka, Iraq, Îran, Lubnanê ev têkoşîna me hevpar e. Derdê me patrîarkale û li gorî min em vê pêngav bi pêngav ji holê radikin.”