Dayikên Aştiyê yên Amedê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan 2022-10-19 13:32:58   AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniyek dan û got: "Banga me ji hemû kesan ew e ku li dijî vê çekên kîmyewî derbikevin. Bikaranîna çekên kîmyewî ne ehlaqî û ne jî qanûniye.”   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Federal a Kurdistanê û dîmenên ku hatî parvekirin, li avahiya xwe daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Emîne Denîz axivî.    ‘Em vê zilmê qebûl nakin’   Emîne, di destpêka axaftina xwe de bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir û got: “Li tu welatan çekên kîmyewî nayê bikaranîn. Lê belê li Tirkiye bikartîne. Ma qey kîmyewî bi tenê li ser kurdan ne qedexeye? Lewra jî em bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dikin û divê demildest dawî vê tiştê bê. Her wiha em bêdengiya Ewropayê jî bêdeng şermezar dikin. Ji ber ku çekên kîmyewî tê bikaranîn kezeba me dayîkan dişewite. Piştî ku em wan dîmenan nêrîn şûnde xew neket çavên me. Ev tişt di mirovahî, ol û nîjadan de tuneye. Tu kes vê zilmê qebûl nake.”   Bang li Mesût Barzanî kirin   Emîne, da zanîn ku divê Mesût Barzanî dawî li van komkujiyê bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi piştgiriya Barzanî îro zarokên kurdan tên kuştin. Barzanî jî hevkarê vê komkujiyê re û em şermezar dikin. Em wê şermezar dikin. Me gelek caran jê daxwaz kir ku ji vê rêyê vegere. Lê belê ew mirovahiyê para xwe nestandiye. Barzanî ne kurd e. Ger ku kurd bûya dê hevkarê vê şerê nekiriya. Banga me ji hemû kesan ew e ku li dijî vê çekên kîmyewî derbikevin. Bikaranîna çekên kîmyewî ne ehlaqî û ne jî qanûniye.”   Piştî axaftinê daxuyanî bi dawî bû.