'Şoreşa jinê, şoreşa Reqayê ye' 2022-10-19 09:05:31   Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Endama Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fyruz Xelil li ser selvegera rizgarkirina Reqayê axivî û wiha got:''Di dema DAIŞ'ê de jinên ku nedikaribûn derbikevin derve bi saya rizgarkirina Reqayê niha li tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de bi hevsengiyeke bi mêr re kar dikin. Şoreşa jinê, şoreşa Reqayê ye''   Di destpêka êrîşen li ser Sûriyeyê û pevçûna navxweyî ya di nava Sûriyeyê de, Bajarê Reqa kete destê DAIŞ'ê û di sala 2014'an de DAIŞ'ê bajarê Reqayê wek paytexta xwe îlan kir. Bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di 20'ê Cotmeha 2017'an de Reqa ji DAÎŞ'ê  rizgar kirin. Bi ser rizgarkirina Reqayê re pênç sal  derbas bûn. Piştî rizgarkirina Reqayê asta xwerêxistinkirina jinên ereb pêş ket, bi taybetî Hena Seqîr ku yek ji pêşenga vê rêxistinê bû û di vê oxirê de canê xwe da. Niha Hena Seqîr weke sembola tekoşîna jinên ereb tê  destgirtin. Endama Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fyruz Xelil li ser rizgarkirina Reqayê ji ajansa me re axivî.   'Şoreşa jinê, şoreşa Reqayê ye'   Fyruz Xelil da zanîn ku şoreşa jinê, şoreşa Reqayê ye û wiha got:"Ez salvegara rizgarkirina Reqayê destpêkê li tevahî malbatên şehîdan û li welatiyên Reqayê pîroz dikim. DAÎŞ'ê dixwest Reqayê ji xwe re bike cihê xelîfetiyê, wek paytext îlan kir. Di dema DAIŞ'ê de ji bo jinan jiyan mîna dojehê bû. Piştî ku DAIŞ hat jin careke din jî hatin girtin û ketin malê. Ji ber DAIŞ'ê hemû siyaseta xwe li ser jinê dida meşandin. Rizgarkirina Reqayê di pêşengtiya jinê de pêş ket, tevahî cîhanê jî ev dît. Jinên Reqayê bi bîr û baweriya xwe bi şoreşa jinê li Reqayê li  berxwe dan. Ji ber şoreşa jinê, şoreşa Reqayê ye.''   'Bajarê Reqayê ji nû de şîn bû'   Fyruz Xelil di nava axaftina xwe de qala rizgarkirina Reqayê û rêxistina jinan  kir û got: "Di sala 2017'an de Reqa bi pêşengtiya jinê  hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Reqayê jinan rêxistina xwe ava kirin. Jinên Reqayê di Meclîsa Reqayê de û desteyê de cih girtin. Bi taybet di avabûna Meclîsa Reqa û gundewarê wê de ji bo welatiyên Reqayê bû dîrok. Rengê hemû netewan derket holê. Ji ber li Bajarê Reqayê Ereb, Kurd, Çerkes, Mesihî û Tirkmen hene. Di dema DAIŞ'ê de jina ku nedikarî derbikeve derve niha di tevahî sazî û dezgahên Rêvberiya Xweser de bi hevsengiyêk bi mêr rê kar dike.''   'Jinan li Reqayê kirsê kuletiyê avetin'   Fyruz Xelil di dewamiya axaftina xwe de qala avakirina ji nû de ya Reqayê kir û ev tişt anî ziman:" Jinên ereb ku bi salane nikaribûn ji malê derbikevin û mafê wan ê axaftinê nîn bû bi rizgarkirina Reqayê re bû xwedî rêxistin û pêşengên civakê. Zihniyeta desthilatdar bi salan e di bin navê namûsê de nehişt jin ji malê derkeve. Bi siyaseta çarşefa reş ji serî heta neynikê jin digirtin û li ser jinê siyaset dida meşandin. Lê di roja me ya îro de ev siyaset vala hat derxistin. Her çiqas bi temamî jî jin ji zihniyeta paşverû nehatibe rizgarkirin jî heta astekê têkoşîna wê dide meşandin. Sersala ku niha em tê de derbas dibin, sersala jinê ye. Ji ber vê jin li her derê li qadan e li berxwe didin. Ji bo azadiya xwe têkoşînê dide meşandin. Jinên ku bi salan e bi çarşefa reş hatinê pêçandin niha bi dirûşma 'jin jiyan azadî' li qada ne. Jinan li Reqayê koletî têk birin. Ji ber vê kesek careke din nikare hêz û îradeya jinê bişkîne.''