'Armanca me ew e ku em pêşiya qirkirina çandî bigirin' 2022-10-18 09:14:57   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kongreya xwe ya yekemîn a awarte pêk anî. Endam û rêveberên komeleyê destnîşan kirin ku bi polîtîkayên bişaftinê ve herî zêde ciwanên kurd tên hedefgirtin û diyar kirin ku ew bi xebatên xwe yên komeleyê armanc dikin ku pêşiya qirkirina çandî bigirin.   Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek di sala 22’yê Îlonê 2019’an de li Cizîra Şirnexê hate avakirin. Komele ji destpêkirina avakirina xwe de li dijî polîtîkayên bişavtin, qirkirina çandî û ji bo pêşketina çand û zimanê xebatên xwe da meşandin. Komele 16’ê Cotmehê kongreya xwe ya yekemîn a awarte pêk anî û dest bi xebatên xwe yên serdana nû kirin.   ‘Ciwanên kurd tên hedefgirtin’   Berdevka Komîsyona Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Meryem Eşkara, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên bişavtinê û diyar kir ku li Botanê bi destê qeyûm li dijî çand û zimanê kurdî qirkirinek tê meşandin. Meryem, wiha axivî: “Em di pêvajoyek gelek awarte de derbas dibin ku di her hêlê de êrîşên bişavtinê li dijî gel tê kirin. Di vê qirkirinê de jî ciwanên kurd tên hedefgirtin. Wekî konser û mîhrîcanên ku bi destê qeyûm tê kirin dûrxistina ciwanan a ji çanda wan tê armanckirin. Li dijî van polîtîkayên bişaftin û qirkirina çandî pêdiviyek bi vê kongreyê hat dîtin. Xebatên komeleyê di vî warî de berpirsyariyek mezin digire. Lê divê hemû gelê me jî di aliyê parastina çand û ziman de peywira xwe pêk bînin.”   ‘Serlêdanên me yê ji bo perwerdehiyê dest pê kirin’   Meryem, di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan kir ku netewek bi zimanê xwe hebûna xwe heyî dike û got: “Zimanê kurdî bi dewlemendiya xwe ve tê nasîn. Lê îro dixwazin ew zimanê dewlemend tune bikin. Melayê Cizîrî, Celadet Elî Bedîrxan, Meryem Xan û ji gelekê wan ên dildarên ziman ji bo pêşketina ziman gelek kedên mezin dane û li dû xwe mîrateyek mezin hiştine. Xwedîderketina li wê mîrateyê îro li ser milê me hemû kurdan e. Em jî wek şopdarên wan dê xwedî li mîrateya wan derbikevin. Lewra me kongreya xwe pêk anî û xebatên xwe di wî aliyî de meşandin. Em di çarçoveya  xebatên komeleya xwe de dê perwerdehiya bi zimanê kurdî bidin destpêkirin. Serlêdanên me yên ji bo perwerdehiya ziman dest pê kirin. Di wî warî de ji bo fêrbûna zimanê kurdî em hemû gel vedixwînin komeleyê. Her wiha di aliyê çandî ve cûrbecûr çalakî û bernameyên me hene. Xwedîderketina li ziman û çanda kurdî xwedînaderketina rûmeta Cizîra Botan e.”   ‘Em ê xebatên bi serkeftî pêş bixînin’   Rêvebera komeleyê, Fatma Gîzleyîcî jî axivî û diyar kir ku xwedîderketina li komeleyê xwedîderketina li çand û zimanê kurdî ye û got: “Çand û ziman girêdayî hevdû ne. Heke em ewilî de li zimanê xwe xwedî dernekevin em ê gelek nirxên xwe winda bikin. Mixabin di demên dawîn de zarok her diçe ber bi bişavtinê ve diçin û êdî ji zimanê xwe yê dayikê dûr dikevin. Piraniya zarokan êdî kurdî nizanin û piraniya dayikan jî tirkî nizanin. Dayik ji vî aliyî de li ser xwe rolek mezin digirin. Lewra pêwist e ku her mal bibe dibistan û dayik bi zarokên xwe re zimanê kurdî biaxivin. Çawa ku dê, bav û mezinan em bi çanda xwe dan nasîn, em dixwazin ji niha pê ve jî zarok wê çanda xwe ya kevnar binasin û xwedî lê derbikevin. Bi xebatên xwe yên komeleyê em ê hewil bidin ku ziman û çanda kurdî neyê jibîrkirin. Em bi xebatên xwe rol û mîsyonek mezin digirin û bawer in ku dê xebatên serkeftî pêş bixînin.”