Cenazeyê Nagîhanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat definkirin 2022-10-13 16:37:44   KONYA - Cenazeyê Nagîhanê li gundê Xelîkana navçeya Cîhanbeylî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat definkirin.   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Cenazeyê ku ji Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê hat vergirtin li gundê Xelîkana (Golyazi) Cîhanbeyliyê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin.    Cenazeyê Nagîhanê ji hêla jinan ve hat hildan û bi tilîliyan heta goristanê meşiyan. Di merasîmê de Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran axaftinek kurt kir û got: "Em wek rêhevalên Nagîhanê dê mîrateya wê dewr digirin û heta dawiyê têkoşîna wê dê bidomînin."    Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Nagîhanê hat definkirin.    Jinan li ser kêlikê şalên xemrî hatin girêdan û kurnefîl danîn ser gora wê.    Malbata Nagîhanê sersaxiyê li malê qebûl dikin.