Rêhevala Hevrîn Xelef: Hevrîn her di nava berxwedanê de bû 2022-10-12 09:01:18   Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Têkildarî salvegera şehadeta Hevrîn Xelef, Hevseroka Kantona Qamişloyê û rêhevala Hevrînê, Perwîn Yûsif bal kişand ser têkoşîn û bibîranînên Hevrînê û wiha got:"Hevrîn her di nava berxwedanê de bû."   Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019 'an de li ser rêka M4 ji aliyê komên girêdayî dewlata tirk ve bi hovane hate qetilkirin. Hevrîn Xelef Endama Desteya Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj a Sûriyeyê bû. Hevrîn Xelef di sala 1983'yan de li bajarê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrînê xwendina xwe ya seretayî, amedekarî û navîn li dibistanên bajarê Dêrikê xwend. Hevrîn xwendina xwe ya zanîngehê, endezyariya çandiniyê derbasî bajarê Helebê bû. Hevrîn bi destpêkirina şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi awayekî çalak beşdarî şoreşê bû. Hevrînê di demêk kin de erka rêvebirina encumena aborî li bajarê Qamişloyê kir. Hevrîn Xelef a ku bi awayekî çalak di nava kar û xebatan de cihê xwe girt ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin. Rêhevala Hevrîn Xelef Perwîn Yûsif têkildarî jiyan û têkoşîna Hevrînê û bibîraninên xwe yên bi wê re axivî.    'Hevrîn her di nava berxwedanê de bû'   Rêhevala Hevrîn Xelef, Perwîn Yûsif têkildarî jiyan û têkoşîna Hevrînê û bibîraninên xwe yên bi wê re wiha vegot: ''Ez û Hevrîn hevalê hevdu yên taxê bûn, em bi hev re mezin bûn. Hîn wê demê min û Hevrînê hîna di biçûktiya xwe de bi dizî perwerdeya tîpên kurdî didîtin. Ji ber ku li Sûriyeyê xwendin û nivîsa kurdî qedexe bû. Hevrîn di zarokatiya xwe de jî zîrek bû. Em di wê demê de diçûn xebatên çand û hunerê. Ji bo amadekariyên Newrozê, Hevrîn her em şiyar dikir, ji bo em hîn baştir fêr bibin. Ji ber rejîma Sûriyeyê di wê demê de nedihişt em Newrozê pîroz bikin, me her veşartî amadekarî dikir. Hevrîn her tim hevalê hevalê xwe bû. Ji ber vê hemû hevalên wê ji sekna Hevrîn bi bandor dibûn. Hevrîn ji zarokatî û ciwantiya xwe her tim di nava berxwedanê de bû, di jiyanê de her çalak û zindî bû. Hestên wê yên  welatperestiyê xurt bûn. Berî Şoreşa Rojava li hemû gundên Dêrîkê me civînê ciwan û zarokan çêdikir, heta Şoreşa Rojava dest pê kir jî   Hevrîn pêşenga me bû. Bi 19'ê Tirmehê re hîn çalak bû û di hemû merhaleyên Şoreşa Rojava de rolek girîng girt.''     'Hevrîn bi hemû  hêza xwe tevlî pêşxistina şoreşê bû'    Perwîn da zanîn ku Hevrîn ji bo şoreşê mayînde bike her tim bi awayekî felsefîk û bi zanistî nêz dibû û wiha domand: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo hemû jinên Rojava tiştekî nû bû, rêka çareseyiyê bû. Hevrîn ji di destpêka şoreşê de tevlî ciwanan bû. Hevrîn bi hemû awayî tevlî kar û xebatê dibû. Ji xebatên akademiyê heta aboriyê di tevahî karan de cih girt. Hevrîn yek kêliyê nedisekinî, bi hemû hêza xwe ji bo pêşxistina şoreşê kar dikir. Taybet girîngî dida fikir û dixwest civakê di milê fikrî de perwerde bike. Hevrîn di Akademiya Civaka Demokratîk de perwerde dida, di heman demê ji bo pêşxistina Kongreya Star, bi jin û ciwanan re civîn çêdikirin. Ji destpêka şoreşê heta avabûna Rêveberiya Xweser di milê sazîbûnê de kar dihat kirin. Hevrîn pir girîngî dida avabûna pergalê. Taybet di avabûna Rêveberiya Xweser de rolek wê ya girîng çêbû. Hevrîn bi her awayî bi eşqeke mezin tevlî şoreşê bû. Hevrîn ji bo bikaribe şoreşê bide naskirin gelek rêbazên cur bi cur bi kar dianî. Bê rêya şanoyê dixwest jinên di Sûriyeyê de dijîn hemûyan tevlî şoreşê bike.''    'Hevrîn dixwest Şoreşa Rojava bi tevahî cîhanê bide naskirin'   Perwîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha qala Hevrîn kir: ''Hevrîn ji 2014'an heta 2018'an ji bo mayîndebûna şoreşê kar kir. Piştî avabûna Rêvberiya Xweser dest bi karê siyasetê kir. Li ser vê bingehê dest bi avabûna Partiya Sûriya Pêşeroj kir. Ji ber Hevrîn digot şoreşa me bi gelên li Sûriyeyê re wê mayînde bibe li ser vê esasê ji bo hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn bikaribin temsîliyeta xwe di vê şoreşê de bibînin, ev partî hat avakirin. Hevrîn dixwest Şoreşa Rojava bi tevahî cîhanê bide naskirin. Daxwaza Hevrîn a avabûna Partiya Pêşeroj a ji bo Sûriyeya giştî bû, ji bo pirrengiya Sûriyeyê bê xwiyakirin hemû pêkhateyên Sûriyeyê hevdu nas bikin, bi hevdu re bijîn têkoşîn dikir. Hevrîn jinek kurd bû lê di kesayeta xwe de temsîliyeta hemû gelan dikir. Armanca Hevrin avakirina Sûriyeyek azad bû."   'Kujerê Hevrîn Xelef Erdogan e'   Perwînê da zanîn jinên têkoşer hedef tên girtin û wiha berdewam kir:'' Dema em li roja îro dinêrin jinên wekî Hevrîn hiştine ku şoreş bê vê astê. Ji ber vê ev jinên pêşeng tên hedefgirtin. Armanca hêzên desthilatdar tunekirina şoreşê ye. Ji ber vê jinan dikin hedef, ji wan jinan yek jî Hevrîn bû. Di şexsê Hevrînê de dixwestin projeya Sûriyeya azad û şoreşa me vala derxin. Hedefgirtina jinên azad, hedefgirtina fikrê azad e. Em ji destpêka şoreşa xwe binêrin, heta niha her tim jinên ji bo şoreşê pêşengtî kirine hatine hedefgirtin. Ji ber zîhniyeta faşîst a Erdogan û çeteyên wî, her tim ji jina azad û fikrê azad ditirse. Hedefgirtina Hevrîn jî vêya dide diyarkirin. Hemû cîhan dizane kujerê Hevrîn, Erdogan û çeteyên wî ne. Li ber çavên hemû kesî heta niha jî rojane gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe."    'Dîlan û govenda azadiyê berdewam e'    Perwînê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: ''Bi şehadeta Hevrînê re bi qansî ku me cîhanek rûreş dît, di heman demê de me hem li Rojhilata Navîn hem jî li tevahî cîhanê, jinên azadîxwaz jî dîtin. Hêviyê bi me re dide avakirin, hêviya ku em dikarin bi yekîtiya jinan  cîhanek nû ava bikin. Hêzên hegemonîk ku dixwazin jiyanê li ber çavên me reş bikin, em îro dikarin wê jiyanê bi tovên azadiyê ji nû de ava bikin. Xwedîderketina ramanên Hevrînê xwedîderketina doza Hevrînê ye. Ji ber heta niha polîtikaya înkar û îmhayê li ser me tê meşandin û dixwazin şoreşê têk bibin. Heta kujerên Hevrînan serbest bin û heta ev kujer di dadgeriya cîhanê de neyên darizandin û neyên mehkûmkirin wê her wisa be. Ji ber ên ku ew çete şandin ser axa me û Hevrîn şehîd xistin, heta niha serbest digerin. Hêzên navneteweyî jî li hember vê bêdeng in. Ji bo vê pêwîst e bi her awayî em têkoşîna xwe bidin meşandin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo em bikaribin li hember dagirkeriyê bisekinin. Bi  israra azadiyê û yekîtiya jinan em ê bikaribin cîhanek bi fikir û ramanên Hevrînan ava bikin. Ji ber vê jî ez dikarim bêjim, dîlan û govenda azadiyê pêşengtiya fikir, raman û xeyalên Hevrînan berdewam e. Ya ji me tê xwestin mezinkirin, bilindkirin û berdewamkirin e.''