Jinan ji bo doza qetilkirinê ya Deniz Poyraz bang kirin 2022-10-11 10:25:22   Melike Aydin    ÎZMÎR - Jinên ku diyar kirin ji bo komkujiyên nû pêk neyên divê bersûc derkevin holê banga beşdariya doza Onur Gencer ê Deniz Poyraz qetil kir jê tê darizandin, kirin. BI DÎMEN   5'emîn rûniştina doza Onur Gencer ê di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Deniz Poyraz kuşt, jê tê darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran wê di 12'ê Cotmehê de bê dîtin. Jinan banga xwedîderketina li dozê da û gotin ne tenê kujer divê kesên alîkariya kujer kirine jî ceza bigirin.    'Nehiştin kujer biaxive'   Dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz da zanîn ku kujer heqaret hem li wan hem jî kesên hatine dadgehê heqaret kiriye û dadger di dadgehê de ji kujer pirs nepirsiye. Fehimeyê da zanîn ku hinek bersûcên anîne dadgehê hevalê kujer bûne û got:"Îfadeya wan yek bû. Parêzeran jî û gel jî bawer nekirin. Divê li hinekî din jî bê guhdarkirin. Hinek kes dibêjin em kujer nas nakin piştre jî jê re dibêjin brakê min. Madem nas nakim çima wiha dibêjin? Di destpêkê de kujer ji devên xwe tiştek revand lê piştre diyar bû hatiye temîkirin û neaxivî."   'Gel me bi tenê nehişt'   Fehimeyê xwest edalet bi cih bê û got:"Kujer heqaret li me kir. Divê dozger ew bidaya sekinandin. Li wir gef li me hat xwarin. Dema gel bertek nîşan da jî dibêjin hûn çima bertekê nîşan didin. Ji parêzer re dibêje 'ez ê te jêkêm'. Çi heqê wî heye? Tiştên bi serê Denizê de anî wê bi serê parêzer jî bîne? Pişta wî heye, bawer dike ku wiha dibêje. Bila gel me bi tenê nehêle. Me bi tenê nehiştin. Ew darbe ne li Denizê li gel bû."   'Xwedîderketina civakî bi nirx e'   Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelik da zanîn 3 rûniştin pêk hatiye lê hîn pêşketin tune ye û wiha got:"Ji helwesta êrişkar a Onur Gencer, gotinên li dijî HDP'ê, nepirskirina pirsan a ji kujer diyar dibe ku hêzek li dû kujer e. Refleksên civakî gelekî girîng in. Di rewşeke bandorê li ser dozê bike ye. Loma xwedîderketina civakî bi nirx e. Îro êrişa li HDP'ê hatiye kirin sibehê dikare li kuçeyê li hinekî din bê kirin. "   'Ji bo kujer derkevin holê divê em li berxwe bidin'   Endama Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Gulay Gun Bilici da zanîn Denizê yek ji wan jinan e ku ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve hatiye qetilkirin û wiha got:"Ji bo kujerê Denizê derkevin holê û ji bo komkujiyên li ser jinan bi rêya zagonan neyên rewakirin em bang li xwedîderketina li dozê dikin. Ev jî cureyekî kiryarê wê ne diyar e. Ji Osmaniyan heta niha cinayetên kiryarê wê ne diyar ji aliyê dewletê tê tên kirin. Ji bo ev derkevin holê divê em wekî gel li berxwe bidin."   'Şahidên li wan nehatine guhdarkirin hene'   Ji EGE-TUHAYDER'ê  Nilay Guleser da zanîn ku tê xwestin sûcê qetilkirinê tenê têkeve stûyê kesekî û got:"Gelek şahidên li wan nehatine guhdarkirin hene. Divê li wan bê guhdarkirin. Divê bi lêkolîneke berfireh kujer derkevin holê. Loma divê gel xwedî li dozê derkeve. Heta em lê xwedî dernekevin wê komkujî bidomin."