'Li dijî bêedaletiya li hember girtiyan rabin ser piyan' 2022-10-11 09:02:15   Rojda Aydin   ÊLIH - Jinên li Êlih, Dîlok û Wanê bal kişandin ser binpêkirina mafên girtiyan û gotin: "Li Tirkiyeyê edalet nemaye. Hem li ser girtiyan û hem jî li dervê li hember gel zilmek mezin heye. Divê kurd bibin yek û li dijî zilma li hember girtiyan rabin ser piyan."    Girtiyên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji mafên xwe yên herî sereke bêpar tên hiştin rastî îşkenceyeke mezin tên. Li gel berxwedana girtiyan malbatên girtiyan jî li Amed, Stenbol, Îzmîr û Wanê li gel zext û zilmê çalakiya xwe "Nobeta Edaletê" bê navber didomînin. Banga xwedî li derketina girtiyên nexweş û berxwedana girtiyan tê kirin.    Derbarê mijarê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Elbakê ya Wanê Îlknûr Aydin, ji Dîlokê Kamîle Aras û ji Êlihê Hediye Demîr ji ajansa me re axivîn.    ‘Çima girtiyên me yên nexweş bernadin?’   Îlknûr Aydin, binpêkirinên mafan û zextên ku li ser girtiyan tê meşandin şermezar kir û got: “Îro bi tevî Aysel Tûglûk gelek girtiyên nexweş nayên berdan. Ji ber vê jî em ê îro jî li hember zextên ku li hember girtiyan tê meşandin bisekinin. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin û ev tişt jî gelek bandorê li me dike. Ne li derve ne jî di hindûr de maf, hiqûq û edalat tuneye. Baweriya me bi edaleta dewletê nayê. Tu ewlehiya me ya gelan tuneye. Her roja ku em şiyar dibin bi pêkanîneke cuda ve rû bi rû dibînin. Dixwazin heskirina me ya jiyanê tune bikin. Çima girtiyên me yên nexweş bernadin? Sedema vê tiştê çiye? Li hember vê zilmê divê em yekîtiya xwe ava bikin. Ger ku em bibin yek li hember vê zilmê bisekinin.”   ‘Edalet li Tirkiyê tuneye’   Kamîle Aras, bi lêv kir ku kurê wê jî di girtîgehê de ye, 100 sal ceza lê hatiye birîn û wiha domand: “Ji wan girtiyan yek jî kurê min e. Ew jî li Bêdlîsê di sala 2017’an de hat girtin. Ev 6 meh in di hûcreya yek kesî de tê girtin. Zextek mezin li ser wan tê meşandin. Di hûcreyên yek kesî de bêsûc û sedem tên girtin. Bila êdî Gelê Kurd rabin li ser piyan û dest bidin destên hevdû. Bila Gelê Kurd beje êdî bes e. Heta kengî ev zilm dê berdewam bike. Hemû kes jî dibîne û baş dizane ku zexten çawa li ser girtiyan tê meşandin. Di girtîgehê de jiyan zehmete. Îro ew zilm ne bi tenê li ser girtiyan tê meşandin. Ger wiha bi tevî girtiyan li ser me jî tê meşandin. Dilê me dayîkan dişewite. Di girtîgehan de cinaze derdikeve. Edalet li Tirkiyê tuneye. Ger ku edalet hebûya dê di destpêkê de ev zext li ser wan nehata kirin. Ger edalet hebûya di sala 2017’an de dema girtî hemû ketin çalakiya greva birçîbûnê dê edalet pêk bihata. Lê edalet ji berê heta îro tuneye. Zilmek mezin li Gelê Kurd û girtiyên di nava çar dîwaran de tê kirin. Di girtîgehan de her roj cenezeyek derdikeve. Malbata li Erziromê cenazeyê kurê xwe di kîsikekî de girt. Ger ku edalet hebûya ew cenaze di kîsikekî de nedihat dayîn. Cihan hemû şahidiya vê zilmê dike. Lê belê çav û guhên xwe girtine.”   ‘Deng bidin dengê girtiyan’   Kamîle, bal kişand ser grevên birçîbûnê ya di girtîgehan de destpê kiriye û ev tişt got: “Li hember zilma ku li ser girtiyan tê meşandin girtî carekedin dest bi greva birçîbûnê kirin. Kurê min jî digot em ê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Hikûmet ji bo zarokên me tu gav navêje. Li hember ev zilma ku li ser girtiyan tê meşandin divê Gelê Kurd rabe li ser piyan. Bila Gelê Kurd xwedî li xwe derbikevin û deng bidin dengê girtiyan. Em vê bêdengiyê bişkînin. Em xwedî girtiyan derbikevin û wan bigihînin azadiya wan.”   ‘Ew ê nikaribin dengê girtiyan qût bikin’   Hediye Demîr, jî destnîşan kir ku hem li derve hem jî li girtîgehan zext li kurdan dikin û wiha axivî: “Îro mafê girtiyan tê binpêkirin. Her wiha di girtîgehan de her roj cenaze derdikevin. Ev tişt gelek dilê me dişewitîne û em gelek xemgînin. Dewletek hov û zilimkar e. Hemû qanûnan kirine destên xwe û li gor daxwaza xwe pêk tînin. Lê belê ew cenazeyên ku ji girtîgehan derdikevin bi guman in. Ew girtiyên me dikûjin. Lê elbet dê rojek bê ev zilm jî bi dawî be. Zilm ji kesî re nemaye, dê ji dewletê re jî nebîne. Em tu carî vê zilmê qebûl nakin. Em li ber xwe bidin û xwedî li wan derbikevin. Hem li ser girtiyan û hem li hember gelê li derve ev zilm tê kirin. Dê dawiya dawî azadî bibe ya me. Armanca dewletê ew e ku Gelê Kurd tune bikin. Ji ber vê yekê kesên ku azadiyê dixwazin îro di nava çar dîwaran de tên girtin. Ew girtî ji ber fikr û ramanên xwe di nava çar dîwaran de tên girtin. Bi girtinê dixwazin dest daynin ser fikrê wan. Lê belê tu kes nikare dest bide ser fikr û ramanê Gelê Kurd. Ew ê nikaribin dengê girtiyan qût bikin.”    ‘Rabin li ser piyan’   Hediye, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek caran em çûn li ber deriyê girtîgehan û me çalakî li dar xist. Hevalên me rastî êrişa polîsan hatin. Hatin girtin û binçavkirin. Divê Gelê kurd li dijî zîhniyeta yek dewlet, yek ziman û yek alê derkevin û rabin ser piyan."