'Zîhniyeta mêr jinan hedef digire' 2022-10-10 09:07:06   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Cemîle Karakaya da zanîn ku şerê ku mêr didin destpêkirin herî zêde jinan hedef digirin û aştî jî ji aliyê hemû kesên ji derveyî zîhniyeta serdet a mêr dibînin, dikare bê honandin. Cemîleyê anî ziman ku herî zêde mafê jinan e ku ji şer re bêjin na.   Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de diyar kiribû ku wê her roja şemiya ewil a mehê, bi armanca balê bikşînin ser şîdet û şer wê Nobeda Aştiyê pêk bînin. Piştî vê ÎHD’a Îzmîrê dest bi nobedê kir û di meha duyem de bi temaya ‘jin aştiyê dixwazin’ nobet pêk anîn.   Di nobeda ku gelek saziyên jinan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatiyan ziyaret kir de, hat diyarkirin ku şer ji aliyê mêran ve tê destpêkirin û herî zêde jî jin hedef tên girtin.   Ji Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Cemîle Karakaya der barê Nobeta Aştiyê de axivî.    Cemîleyê da zanîn ku rejîmên zextxwir ji bo hebûna xwe bidomînin serî li şîdetê didin û şîdet jî li ser civakê serdestiyê bixwe re tîne û wiha vegot: “Rejîmên zextxwir li jinan şîdetê rewa dike. Vê wek binpêkirina maf nafikire. Şer jiyana mirovan, her wiha jiyana jinê tune dike. Piştî şer jin xizaniyê dikşînin. Ji ber vê jî herî zêde mafê jinan e ku ji şer re bêjin na.”   ‘Divê herî zêde jin bêjin na’   Cemîleyê destnîşan kir ku girêdayî rewakirina şîdetê, jin ji aliyê hevjîn, bira, bav ve şîdetê dibînin û ev tişt bi lêv kir: “Jinên penaber ji hawira şer derdikevin û çûne cihên cuda. Li cihên bi cih dibin, hewl didin jiyana xwe bidomînin, wek hêza kar a erzan dixebitin. Rewşên wek di temenê biçûk de zewac mijara gotinê ye. Çareseriyê di zewacê de dibînin. Travma û şîdeta duyem dijîn. Ji ber herî zêde jin şîdetê dibînin, herî zêde divê jin ji şîdetê re bêjin na.   ‘Herî zêde jin bi bandor dibin’   Cemîleyê wiha dawî lê anî: “Yek ji aliyê din ê şer ev e ku texrîbata aborî heye. Dîsa herî zêde jin ji vê bi bandor dibin. Jin neçar dimînin bi pereyekî kêm bixebitin. Jin bi saetan dixebitin û keda wan tê binpêkirin. Divê em li cihê şer heye bêjin aştî. Divê jin aştiyê bihonin.”