Li Wanê li dijî komployê çalakiya rûniştinê 2022-10-09 14:38:26   WAN - Meşa welatiyên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku i dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li 3 noqteyên Wanê xwestin dst pê bûn, hat astengkirin. Li dijî astengiyan komeke ku di nav de parlamenterên HDP'ê jî hebûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   Di sala 24'emîn a komploya 9'ê Cotmehê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, li Wanê bi dirûşma "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" meşek hat organîzekirin. Welatiyên Wanê li sê nuqteyan hatin cem hev. Di meşê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî û Tayîp Temel, li milê din jî Muazzez Orhan û Murat Sarisaç amade bûn. Li hemû kolanên ku wê meş lê bihata lidarxistin ji aliyê polîsan ve hatin girtin, polîsên her sê kom jî asteng kirin gotin ku ew ji bo meşê destûrê nadin. Di navbera polîs û HDP'yiyan de nîqaşên demdirêj derketin.   Çalakiya rûniştinê dest pê kir   Polîsan koma ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn asteng kirin û nehiştin kom dest bi meşê bike. Parlamenterên HDP'ê piştî şikandina dorpêçê hatin ber Banka Ziraatê ku koma din lê ye. Koma li Kolana Hunerê jî gihişt Kolana Cumhuriyetê. Li vir parlamenterên HDP'ê û gel hatin dorpêçkirin. Li ser vê yekê endamên HDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dema ku çalakiya rûniştinê dewam dikir, polîsan êrîşî komê kir û herî kêm 15 kes binçav kirin. Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên "Ji tecrîdê re na" hatin berzkirin.   Li herêma ku çalakiya rûniştinê lê hat kirin rojnameger jî hatin dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku çalakiyê bişopînin.   Li Geverê polîsan êriş kirin   Polîsan li Geverê êrişî meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” kirin. Di encama êrişê de rojnameger jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Bi mebesta protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Gever a Colemêrgê meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat lidarxistin. Polîsan êrişî meşê kir. Di êrişê de welatî, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rojnameger hatin derbkirin.    Di encama êrişê de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyyayê (MA) Mazlum Engîndenîz, nûçegihana me Rabîa Onver û Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Di êrişa polîsan de her wiha parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Saît Dede jî li erdê hatin kaşkirin û derbkirin. Ji bo Eksîk bang li ambulansê hat kirin û rakirin nexweşxaneyê. Her wiha welatiyên hatine binçavkirin niha di otobûsa binçavkirinê de tên ragirtin.