Li Botanê komplo hat şermezar kirin: Dê komploger têk biçin 2022-10-09 14:01:15   ŞIRNEX - Bi pêşengiya DBP, HDP, TJA û MED TUHAD-FED'ê bi boneya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Cîzîrê meş hat lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û destnîşan kir ku heta tecrîd neyê şikandin ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.   Bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Tevgera Jinên Azad(TJA), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Însîyatîfa Dayikên Aştiyê bi boneya 24'emîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê  ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Cizîrê meş hate lidarxistin. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek kes beşdarî meşe bûn.   Bêriya meşê gelek kuçe û komanên Cizîrê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Çalakvan li ber Rêxistina HDP’ê ya navçeya Cizîrê kom bûn û xwestin heta Kolana Dortyolê bimeşin. Lê belê polîsan êrîşî girseyî kirin û ew asteng kirin. Girseyê li dijî êrîşan li ber xwe da û barîkat rakirin û ber bi Kolanê ve meşiya. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Kes nikare roja me tarî bike” , “Bijî Serok Apo” berz kir.   ‘Komploger dê têk biçin’   Piştî meşê girseyê daxuyaniyek da û pankarta “ Li dijî komplo, tecrîd, îşkenceya sîstematîk a li zindanan û li dijî terikanidina mirinê ya girtiyên nexweş, em ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP’ê yê Şirnexê Nuran Îmîr axivî û destnîşan kir ku bi komployê xwestin jiyana gelên Rojhîlata Navîn tarî bikin û wiha got: “24 sal berê bi gelek planên qirêj ev komplo ji aliyê hêzên navneteweyî li dijî birêz Ocalan hat pêşxistin. Lê birêz Ocalan bi fikr û sekna xwe ev komploya qirêj vala derxist. Ji ber vê yekê jî îro ev komplo bi tecrîdê berdewam dike. Bi girankirina tecrîdê dixwazin komployê mayînde bixin. Ji ber ku gelek planên qirêj li ser Rojhîlata Navîn hene. Dixwazin şerê Kurd û Tirkan derxînin. Ev kesên ku dixwazin di navbera gelan de şer û alozî derbixin dê têk biçin. Di şexsê kesên ku gotibûn “kes nikare roja me tarî bike” îro ev berxwedan û têkoşîn her diçe xwe mezintir dike. Em komploya navneteweyî şermezar dikin û heta tecrîd neye şikandin em ê têkoşîna xwe ranewestînin.”   Daxuyanî ji bo 5 deqe bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.