Komploya 9’ê cotmehê: Azadî şikandina tecrîdê ye 2022-10-09 09:02:57     Oznur Deger   WAN - Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica der barê komploya 9’ê cotmehê de axivî û got: “Fikra ‘jina azad civaka azad’, di nokteya avakirina hevjiyana azad û lêgerîna maf û azadiya jinê de, rola me jinan bi bîr dixe û rolek girîng ji bo pêşîvekirinê dilîze.”   Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de 24 sal derbas bû. Komploya 9’ê cotmehê ku wek komploya herî mezin a cîhanê tê nirxandin, bi hevkariya Ewopa, Rojhilata Navîn û hevkariya gelek welatan pêk hat. Berxwedana gelê Kurd li dijî komployê didome.   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiyên Herêmên Demokratîk  (DBP) Aynur Sarica der barê 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de nirxandin kir.   ‘Nikaribûn paradîgmayê heps bikin’   Aynurê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ji 9’ê cotmeha 1998’an heta 25’ê Sibata 1999’an pêvajoya komployê pêk hatiye. Ev pêvajo li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. Dewletên emperyal û kapîtalîst plana ku lîderê gelekî çawa heps bikin dan holê. Li seranserê cîhanê ev komplo hat plankirin. 24 sal derbas bû. Armanc paradîgmaya demokratîk azadîxwaz ekolojîk û azadiya jinê heps bikin bû. Sedema tecrîdê jî ev e lê tu tiştî pêşî li vê fikriyatê negirt. Di serî de jinan û hemû gelê Kurd xwedî fikr û paradîgma Birêz Ocalan derket. Îro bi çalakiyên girseyî ev baş tê dîtin.”   ‘Jina azad civaka azad e’   Aynurê daxuyakirin ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe û wiha dirêjî dayê: “Zîhniyeta ku xwest jin û civakê ji vê fikriyatê dûr bixe bi ser neket. Sal bi sal têkoşîn hîn bêtir xurt dibe. Ji dîroka netew dewletan heta niha jin tune hatin hesibandin. Lê Birêz Ocalan di çarçoveya fikriyata xwe de azadiya jinê esas girt. Fikra ‘jina azad civaka azad e’ di nokteya avakirina hevjiyana azad û lêgerîna maf û azadiya jinê de, rola me jinan bi bîr dixe û rolek girîng ji bo pêşîvekirinê dilîze. Desthilatdarî jî bi tirsa tunebûnê êrîşên li hember jinan zêde kir. Di prostestoyan de yên pêş dîsa jin bûn û yên hedef hatin girtin dîsa jin bûn. Di encama têkoşîna jinên Kurd de mîrateyek ji cîhanê re hat hiştin. Desthilatdariya bitirse êrîşkar dibe. Ji ber vê jî taktîkên şer li hember jinan pêş dixînin. Têkoşîna jinên Kurd mijara gotinê ye.  Jinên li hemû cîhanê dibin yek wê tecrîdê jî bişkînin.”   ‘Azadî şikandina tecrîdê ye’   Aynurê destnîşan kir ku di çarçoveya komployê de bi dirûşma ‘em ber bi azadiyê ve dimeşin’ wê li gelek bajaran çalakî û bername pêk bên û wiha dawî lê anî: “Em dixwazin ku bandora tecrîdê ya li ser me baş danîn holê. Azadî şikandina tecrîdê ye. Em ê polîtîkayên tecrîd û şer bişkînin û bimeşin azadiyê. Em ê meşa bidirûşma ‘em ber bi azadiyê ve dimeşin’ pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevli meşê bibin.”