‘Qetilkirina Nagîhanê hinceta mezinkirina têkoşîna me ye’ 2022-10-09 09:01:58   STENBOL - Jinan diyar kirin ku qetilkirina Nagîhan Akarsel hinceta mezinkitina têkoşînê ye û wê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" têkoşîna wan qezenc bike. Her wiha jinan got ku yên di vê pêvajoyê de bêdeng dimînin, ên pişta xwe didin têkoşînê ne ji wan e.   Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê akademîsyen, nivîskar, rojnameger Nagîhan Akarsel li Herêma Federal a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê di 4’ê cotmehê de di encama êrişa çekdarî de hat qetilkirin. Nagîhan ku seranserê jiyana xwe de di têkoşîna azadiya jinên kurd de xebat meşand, qetilkirina wê li hemû cîhanê rastî bertek û protestoyan hat. Jin xwedî li têkoşîna wê derketin û gotin wê têkoşîna jinan bidawî nebe.   Jinan destnîşan kirin ku ev komkujiyeke ne munferîte û berteknîşandana qetilkirinê xeteke girînge divê tu kes bêdeng nemîne.   Suîkasta siyasî   Hunermend Pinar Aydinlar da zanîn ku Nagîhan nas kiriye û bi hev re têkoşîn jî meşandine û got: “Ev qetilkirin suîkastek siyasiye. Ev êriş li hember têkoşîna jinên kurde û bi zanebûn pêk hatiye. Çawa ku Sakîne Cansiz, Fîdan, Leyla û jinên din yên kurd hatin qetilkirin, Nagîhan jî bi heman zîhniyetê hat qetilkirin. Divê em tu car bêdeng nemînin berovajî divê em ‘jin jiyan azadî’ ji dirûşmeyê derxist û bi dengek bilind bêjin. Ev komkujî li dijî jinên kurd, têkoşîna şoreşê, tevgera azadiya jinê hatiye kirin. Em hemû di bedena Nagîhanê ya hat qetilkirinê de bûn. Divê hemû jinên kurd, elewî, êzidî û gel dengê xwe bilkind bikin. Yên bêdeng, yên pişta xwe didin têkoşînê ne ji me ne.”   ‘Kedek mezin da têkoşîna jinê’   Pinarê bi lêv kir ku şerê li dijî têkoşîna jinê gihiştiye astek cuda û li dijî van rizgariya jinê li gorî min destê jinan de ye. Pinarê balkişand ser pêvajoya ku bi Nagîhanê re xebat meşandiye û wiha dawî lê anî: “Bi Nagîhanê re em çûn gelek cihan. Em kesên heman têkoşînê ne. Jîneolojî qadeke ku hişmendiyê diafirîne ye. Di nokteya hişmendiya jinê de kedek mezin a Nagîhanê heye.”   ‘Têkoşîn wê bêdeng nemîne’   Ji Tora Parastina Jinê Ceren Bariş jî bertek nîşanê qetilkirina Nagîhanê da û got di qetilkirina kesên di Têkoşîna Azadiya Kurd de cih digirin, dewleta Tirk  hevkarê sûce û wiha anî ziman: “Di şexsê Nagîhanê de li hember têkoşîna azadiya jinan êriş pêk hat. Ev qetilkirin ne tesafue. Nagîhan ji ber têkoşîna meşandiye hatiye qetikirin. Em li dijî vê dengê xwe bilind dikin. Li hemû cîhan û welat jin li dijî rejîmên zextxwir û otorîter dengê xwe bilind dikin. Jin wê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Wê ev qetilkirin, girtin, binçavkirin û îşkence pêşî li me negirin. Wê dirûşmeya jin jiyan azadî biserkeve.”   ‘Divê topyekun dengê bê bilindkirin’   Akademîsyen Neşe Erdîlek jî wiha anî ziman: “Divê hemû jin bertek nîşanê hedef girtina jinên ku têkoşînê dimeşînin bidin. Polîs li dijî jinên protestoyê pêk tînin êrîşê pêk tîne. Divê em bertek nîşanê van êrîşan jî bidin. Herî zêde jin bi şîdetê re tên rû hev. Lê em heta dawî berxwe bidin. Divê em hemû bi awayekî topyekun li dijî qetilkirina Nagîhanê dengê xwe bilind bikin. Divê kes xwe ji vê nede alî û nebêje kes dest nade min. Divê em hemû bi hev re têbikoşin.”