‘Gurbetellî Ersoz û şopdarên wê rêya me ronî dikin’ 2022-10-07 11:01:37   Sema Çaglak    AMED - Rojnamegerên jin destnîşan kirin ku ew hêz û baweriya xwe ji Gurbetellî Ersoz û şopdarên wê digirin û gotin: “Têkoşîna rojnamegerên jin têkoşîna heqîqetê, demokrasiyê û azadiya jinê ye.”   Rojnamagerên jin hêza têkoşîna xwe ji mîrateya rojnamagerên pêşeng ku di şopa ragihandina heqîqetê de şehîd ketine digirin. Gurbetellî Ersoz, di qada çapemeniyê de ji bo jinên rojnamegerên kurd rolekê pêşengtiyê û xwedî mîrateyek mezin digire. Cara yekemîn li Tirkiyê Gurbettelî Ersoz Gerînendeya Giştî ya Weşaneya Ozgur Gundemê bû. Gurbetellî di 7’ê Cotmehê ya 1997’an de jiyana xwe jidest da. Ji wê rojê şûnde rojnamagerên jin pênûsa Gurbettelîyê girtin û li dijî hişmendîya serdest a mêr û ji bo ragihandina heqîqetê têkoşînek mezin dan. Ji ber ku di 7’ê Cotmehê de Gurbetellî jiyana xwe jidest da ji sala 2013’an de 7’ê Cotmehê wek Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd” hate ragihandin.   ‘Em hêza xwe ji rojnamagerên jinên pêşeng digirin’   Xebatkara Mori Prodüksiyon Ceylan Akbaş bi minasebeta vî rojê axivî û di destpêka axaftina xwe de di şexsê Gurbetellî Ersoz de hemû şehîdên çapemeniya azad bibîr anî. Ceylan, diyar kir ku rojnamegerên jin li dijî hişmendiya serdestiya mêr û polîtîkayên pergalê têdikoşin û wiha axivî: “Li Başûrê Kurdîstanê bajarê Silêmanîyê de kedkara çapemeniya azad Nagîhan Akarsel di demek nêz de hate sehîdxistin. Ez bi minasebeta vî rojê wê jî bibîr tînim û em ê pênûsa wê li erde nehêlînin. Desthîlatdar herî zêde ji derxistina heqîqetê ditirse lewra êrîşên xwe jî zêdetir li ser çapemeniya azad û bi taybetî li ser rojnamagerên jin dike. Gava em behsa Gurbettelî dikin a yekemîn keda wê ya ji bo çapemeniya azad û mîrateya ku li dû xwe hiştiye tê bîra min. Em jî wek şopînerên Gurbetellî têkoşîna wê berdewam dikin. Wekî Gurbetellî gelek rojnamagerên jinên kurd henin ku rêya me ronî dikin. Em hêza xwe ji têkoşîn û mîrateya wan digirin.”   ‘Têkoşîna wan rêya me ronî dike’   Ceylan, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi girtin, kuştin û êrîşan ve çapemeniya azad neqediyaye û dê neqede. Ceylan, got: “Heta niha gelek caran bi ser çapemeniya azad ve êrîş hatiye kirin. Lê tu wextî ev êrîştine armanca xwe. Her carî têkoşîna me mezintir bûye û mîrateya ku me ji rojnamageran jinên pêşeng wergirtiye. Ji ber ku ew wekî meşale dane destê me û em di şopa heqîqetê de bi ronîkirina wan meşeleyan dimeşin. Di vê çarçoveyê de gelek gavên girîng hatine avêtin. Bi taybetî jî di zimanê çapemeniyê de gelek guhertin hatiye çêkirin û ev deskeftiya herî mezin e. Tê zanîn ku di çapemeniya giştî de nûçe bi zimanekê serdest û zayendperest tên weşandin lê bi saya têkoşîna rojnamegerên jin ew ziman hatiye guhertin. Heke ew ziman hatibe guhertin bêguman di civakê de jî gelek guhertin çêbûne. Têkoşîna rojnamegerên jin têkoşîna heqîqetê, demokrasiyê û azadiya jinê ye.”   ‘Tevî astengî û êrîşan têkoşîna me didome’   Nûçegihana rojnameya Xwebûnê Medya Bal jî bal kişand ser zehmetiya rojnamegerên jin ên ku li qadê rûbirû tên. Medya, anî ziman ku têkoşîna rojnamegerên jin dualî ye û got: “Em wek jin ne tenê di qada çapemeniyê de li hemû qadên civakî de bi barekî giran li ser milê xwe werdigirin. Hem têkoşînek li dijî hişmendiya serdestiya mêr hem jî bi êrîşên desthîlatdariya mêr ve rûbirû tên. Di şopandina nûçeyan de rastî astengîyên cûrbecûr tên. Bi tundiyê re rûbirû tên, kêşana me ya dîmenan re astengî derdixin, bi binçavkirin û êrîşan re rûbirû tên û carinan jî  zimanê ku em dixwazin pê ragihandinê bikin astengî derdixin. Lewra li pêşiya  me êrîşek bêhempa heye. Lê rixmî van êrîş û astengiyan em mîrateya li dû xwe dinihêrin û bi vê hêz û baweriyê  têkoşîna xwe bênavber berdewam dikin.”   Medya, li ser rola medyaya dîjîtalê ya di çapemeniyê de jî sekinî û destnîşan kir ku bi saya medyaya dîjîtal îro li gelemperî cîhanê de ragihandinek kûrewî heye û got: “Di roja me ya îro de medyaya dîjîtal xwe pir giringtir dide hîs kirin. Herî dawî li Îranê bi qetîlkirina Jîna Amînî serhildanek hate destpê kirin. Ew serhîldan û têkoşîn jî bi rêya medyaya dîjîtal tê xuya kirin. Ango têkoşîna çapemeniyê û jinê di her aliyê ve xwe dide nişandan û dide mezin kirin.”