'Em ê têkoşîna Nagîhanê mezin bikin' 2022-10-07 09:12:36   WAN - Jinan bertek nîşanê qetilkirina rojnameger û edîtora kovara Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel dan û gotin: “Qetilkirina Nagîhanê, peyamek aşkera a li hember berxwedana jinên kurd e. Me ev peyam girt. Em ê li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan.”   Li Tehran a Îranê jina bi navê Jîna Mahsa Amînî ya 22 alî ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ yên girêdayê rejîmê ve bi îşkencê hat qetilkirin û piştî 16’ê îlonê berxwedana jinan didome. Ligel bajarên Rojhilat û Îranê li Rojhilata Navîn, Kurdistan û gelek welatên din çalakiyên protestokirinê didomin. Yek ji cihên din ku jin hedef tên girtin û qetilkirin jî Herêma Federal a Kurdistanê ye. Di 4’ê cotmehê saetên sibê de li bajarê Silêmaniyê rojnameger û edîtora kovara Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel di encama êrişa çekdarî de hat qetilkirin.   Bertekên li dijî qetilkirina Nagîhanê didomin. Jinên Wanê jî bertek nîşan dan û wiha banga bilindkirina berxwedanê kirin.   ‘Me peyam girt, em ê xwe rêxistin bikin’   Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meclîsa Şaredariya Tuşbayê Songul Işik berteka xwe bi van gotinan an ziman: “Pergala dewleta faşîst baş dizane ku; yên ku vê pergalê hilweşînin û tune bikin jin in. Ji ber vê jî jinê hedef digire. Ev peyamek aşkera a ji bo jina ye; dibêjin ‘hûn serî hildin em ê we tune bikin’. Em jî dibêjin û carek din dubare dikin; Em tu car li hember we serî natewînin. Em ê têkoşîna xwe i he rderê bilind bikin. Em qetilkirina jinan qebûl nakin. Çi dibe bila bibe em ê bi rêxistinbûnê bi mezinbûnê bersiva web idin.” ‘Jinên azad tên qetilkirin’   Endama Lijneya Jîneolojiyê Dîlan Yildiz jî nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku Nagîhan plankirî û organîzekirî hatiye qetilkirin û wiha dirêjî dayê: “Sekna Nagîhanê pergala mêr tirsan. Em jin şopdarên wê ne. Em ê di riya wê de biçin. Çiqas êrîş dikin bila bikin em ê şopdarê têkoşîna wê bin û vê qetilkirinê tu car jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Ev bûyer bûyerên ku her tim jinên kurd pê re tên rû hev e. Jinê azad tên qetilkirin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Şehîd Namirin.”   ‘Ev peyamek ji bo jinan e’   Hevseroka Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhatê (Serhat Goç-der) Gulşen Kurt jî balkişand ser êrîşên serdestiya mêr ya li her çar alî cîhanê û ev tişt bi lêv kir: “Li her derê cîhanê li hember jinên kurd polîtîka şer tê meşandin û di vê çarçoveyê de jin tên qetilkirin. Li Îranê jina kurd Jîna Mahsa Amînî hat qetilkirin. Ev êrîş li hember jinên têkoşer hatiye kirin. Bila vê baş bizanibin bi mirin û tehdîdan nikarin me tune bikin. Divê desthilatdariya mer demildest dest ji van polîtîkayan berdin. Li dijî van komkujiyan em ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin.”