Rojnamevanên jin: Em ê xwedî li pênûsa Nagîhan Akarsel derkevin 2022-10-07 09:08:05   Medya Uren   NAVENDA NUÇEYAN - Jinên rojnamevan ên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê yên ji me re axivîne gotin 7’ê Cotmehê roja lêpirsîna xwe ye û wiha diyar kirin: “Em îro xwedî li pênûsa Gurbetellîyan heta Nagîhan Akarselan derdikevin. Divê em li gora têkoşîna wan armanca wan bi ser bixin. Jinên Kurd her roj ruxmê êrişan bi hêztir in."   7’ê Cotmehê roja ku Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbeteli Ersoz jiyana xwe ji dest da di sala 2014’an de wekî “Roja Rojnmegerên Jin ên Kurd” hat îlankirin. Roj bi roj jimara jinên kurd ên ku dest didin pênûsa Gurbetellîyan zêdetir dibe. Ruxmê gef û êrişan jin tora xwe mezin dikin û li hember hişmendiya serdest a zatendperest û nîjadperest pênûsa xwe tûj dikin.   Li her parçeyên Kurdistanê bi felesefeya ‘azadiya jinê azadiya civakê ye’ jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne. Bi taybetî di demên dawî de bi êrişên dagirkeriyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin de rola rojnamevaniya jinên kurd mezin e. Ji bo koçberiyên hatine jiyîn, jinên hatine revandin, qetilkirin, qirkirina çandî û ekolojîk heyanî serhildan û berxwedana jinê di gelek qadan de bûn dengê rastiyê.   Ji Rojava rojnamevan Derav Ala û ji Başûr jî Hêvî Çat têkildarî girîngiya rojê de bi ajansa me re axivîn.   ‘Divê îro em berpirsyariyên xwe bi bîr bînin’   Hêvî Salah li gel girîngiya rojê bal kişand ser erka dikeve ser rojnamevanên kurd ên jin û got: “Bê guman e her rojek ji bo bibîranînê di nav civakê de hatiye ragihandin xwedî nirxeke girîng e. Ev roj jî ji bo cihê jinan ê di civakê de û rojnamevanan jî xwedî nirxekî girîng e. Lewra di vê rojê de tiştê, em bikin ne tenê bibîranîn û pîrozbahî ye. Li gel wê pêwîst e em li xebatên me kirine temaşe bikin û herwiha armancên xwe li ber xwe rêz bikin. Divê em hertim vê pirsê ji xwe bikin, gelo em rojnamevan in? Gelo me di qada rojnamevaniyê de çi kir? Me karî em çibikin ji bo vî gelî? Ji ber rojnamevanî şoreşa çandê ya bi pênûsan e. Ji ber ku rojnamevanî şerê parastina vî gelî ye. Divê em sala xwe ya rabirdû binirxînin, rexne bikin û ji bo roja dahatû em çibikin çareserîyê bibînin. Ji ber Kurdistan hertim di bin êrişên dagirkeriyê de ne. Bi her alî ve êrişên siyasî, civakî û çandî têne kirin. Ev yek jî bi rêya medyayê pêk tê. Bi awayekî ku civak qet nekeve ferqê dikevin nava me. Mixabin bi sponsoriya PDK’ê film û rêzefilmên tirkî tên dublajkirin û di qenalên kurdî de tên pêşkêşkirin. Ew çanda tirkî enjekteyê kurdan dikin. Ji sedan 80’ê Başûrê Kurdistanê ketiye bin vê bandorê. Gelo em çiqas dikarin vê yekê îfşa bikin û li dijî wê rê nîşanî gel bidin. Em ji ber wê yekê pêwîst e li asta xebatên xwe binêrin. Ji ber ên li beramberê me bi êrişek taybet xebatek mezin dikin.”   ‘Nagihan çi kiribû?’   Hêvî di berdewamiya axaftina xwe de asta jinên kurd a di çapemeniyê de nirxand û ev gotin kir: “Divê em zêdetir rojnamegeriya jinên kurd pêşve bibin. Pêwîst e em binivîsin û bêhtir çapemeniya azad bişopînin. Bi taybetî ger em qala başûrê Kurdistanê bikin, hişmendiyek baviksalerî serdest bû. Li gel ku derketina jinan û axaftina wan nedihat piştgirîkirin, xebitîna wan a di qada çapemeniyê de jî wisa bû. Jin bi xwe jî ji wê hişmendiya baviksalerî bi bandor dibûn. Di kolanê de te nedikarî bêjî ez rojnamevan im. Ne ev tenê di rewşa asayî de hemû jin di aliyê cil û berg de jî bi vê hişmendiyê re rû bir û diman. Lê belê jin di demên dawî de bi pêş ve çûne. Ger em ji çapemeniyê jî mînak bidin, di demên dawî de jimara jinan gelek zêde bûye. Li hemberî vê pêşketinê bê guman e êriş jî pêk tên. Beriya çend rojan Nagihan Akarsel li Başûrê Kurdistanê bi sûîkastekê hate qetilkirin. Belê jinek ku karê rojnamevaniyê dikir weke din çi kiribû? Nagihan tiştê ew ditirsiyan kiribû. Nagihan weke jinekê li hemberî hişmendiya baviksalarî û li hemberî hişmendiya desthilatdar têdikoşiya.”   ‘Ji avabûnê ve berdêlên mezin hatin dayîn’   Rojnamevan Derav Ala di serî de diyar kir ku çapemeniya azad bi berdêlên gelek giran hate avakirin û heya roja îro hat. Derav wiha berdewam kir: “Heya niha jî ev berdêl tên dayîn. Ji Gurbetellîyan heta Nagîhan Akarselan ji bo me bûn berdêlên giran. Mîna van gelek şehîdên me yên ji bo dîmenê rast û agahiya rast ji bo gel ragihînin soz dabûn hebûn. Bê guman ev ji têkoşîna gelê kurd ne bê bandor e. Çapemenî eynika têkoşîna vî gelî ye. Ji ber vê rola xwe jî hertim rastî gelek zext û êrişan hatiye. Li her parçeyê Kurdistanê çapemeniya azad rastî êrişan tên û herî zêde jî rojnamevanên jin hedef tên girtin. Herî dawî li Bakurê Kurdistanê êrişa li ser çapemeniyê û serdegirtina cihên wan ên kar vê bi eşkere êriş û zexta tê kirin nîşanî me da. Em li ser xebatên xwe jî dikarin bêjin. Ronahî Tv îro li rojavayê Kurdistanê tenê dixebite. Mixabin li Rojhilat û Başûr nikare bixebite. Bingeha van astengiyan jî, ji sîstema desthilatdar ku naxwaze rastiyên wê were zanîn tê.”   ‘Jin pêşengtiya çapemeniya azad dikin’   Derav diyar kir ku çapemeniya azad çapemeniyek civakî ye û wiha li ser axivî: “Em bi civakê re dixebitin, bi taybetî jî çapemeniya jinê. Ya me ji çapemeniya din cuda dike jî ev yek e. Ji bo vê jî ger mînak bidin, herî dawî biryar hat girtin ku hemû perwerde bi zimanê zikmakî li Rojavayê Kurdistanê were dayîn. Lê belê gelek kes jî li dijî biryarê derketin û xwestin ku bi zimanê erebî perwerde bibînin. Di vir de rola ku çapemeniya azad lîst jî ew bû ku civak agahdar kir û qanih kir. Da zanîn ku ji bo rastiya ziman hebûna civakê ye. Lê belê weke ku li her deverê êrişa li hemberî vê fikir û ramanê derdikeve heye, li Rojava jî heman êrişên taybet hene. Bi taybetî jî ev bandorê li ser rojnamevanên jin dike. Ji ber ku yên pêşengtiya çapemeniya azad dikin, ew in.”