Di çalakiya 'Nobeta Edaletê' de banga rakirina tecrîdê 2022-10-06 12:46:14     AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li ber Edliya Amedê pêk hat. Parlamentera HDP'ê Dêrsîm Dag di çalakiyê de axivî û got: "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan îro li hemû girtîgehan belav bûye. Em bang dikin ku bila ev tecrîd û îşkence bê bi dawî kirin."    Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan a ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Amedê dane destpêkirin berdewam dike. Çalakiya ku îro li ber Edliya Amedê hat lidarxistin endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya 78'an jî ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn.    ‘Bila gavên şênber bên avêtin’   Di çalakiyê de Herdem Merwanî axivî û anî ziman ku ew saleke çakakiya xwe li dar xistine û hertim dubare daxwaza xwe anîne ziman û got: “Piştgiriya ku me dixwast bê kirin, heta îro nehat kirin. Niha komek hevalên me li Enqerê ne û bi partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtinan pêk tînin. Partî û dezgehên li wê derê bila pirsgirêkên malbatan guhdar bikin. Ne tenê di gotinê de divê gavên şênber bên avêtin."    ‘Em di çareseriyê de bi israr in’   Herdem, da zanîn ku bavê wê li Girtîgeha Bûrhaniyê de girtiye û ev 3 roj in agahî jê nagirin û wiha domand: “Bavê min birine nexweşxaneyê lê ez nizanim ku rewşa wî çawaye. Ligel rapora ‘nikare di girtîgehê de bibîne’ heye jî nayê berdan. Lê ev 3 roj in agahî jê nayê girtin. Di kesayeta bavê min de bila hemû girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Ji hemû girtiyên nexweş re azadiyê dixwazin. Zindan eynika civakê ye. Rêya azadî û demokrasiye ji zindanan re derbas dibe. Kesên ku dibêjin em ê alîkariya we bikin, piştî ku pişta xwe dizivirin ji bîr dikin. Ev bi salane dilê me dişewite. Bi hiqûqa wîcdanî nêzî me bibin. Em di çareseriyê de bi israr in. Mirina her girtiyek ji bo me qiyamet e.”   ‘66 cenaze ji girtîgehan derketin’   Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag jî diyar kir ku ev nêzî saleke li Îzmîr, Stenbol, Amed û Wanê çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatan didome û axivî: “Malbatên girtiyên nexweş di nava hewldanê de ne ku ji bo ev desthilatdar dengê wan bibihîze. Li girtîgehan girtî bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Di nava 9 mehên dawiyê de 66 cenaze ji girtîgehan derketin. Bi dehan kesên ku cezayê wan xilas bûn bi hincetên bela sebep tên şewitandin û nayên berdan. Malbat ev saleke dengê xwe bilind dikin ku ev desthilatdar dengê wan bibihîze û ev îşkence bi dawî bibe.”   ‘Girtîgeha Elbîstanê îşkence’   Dêrsim, di axaftina xwe de bal kişand ser Girtîgeha Elbîstanê û got: "Bi ser qawişan e hatiye girtin û girtî bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Ew kesên ku xwe wek JÎTEM bi nav dikin ne xebatkarên zindanê ne, gelo ew kî ne? Bi kîjan hîncetan êrişê qawişan dikin. Çi berpirsyariya wan heye ku karibin biçin îşkencê li girtiyan bikin. Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Yên ku sirgûnê Girtîgeha Erziromê jî hatine kirin rewşa wan di xetereye de ye û her wiha sê girtî jî niha li nexweşxanê ne.”   'Divê tecrîd bê rakirin'    Dêrsim, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ev tecrîd bandorê li hemû girtîgehan dike. Dêrsim, xwest ku tecrîd û îşkenceya li ser girtiyan tê meşandin bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdar bila dengê malbatan bibihîze. Lê bila baş bizanibin ku girtî di girtîgehan de malbat jî li derve li ber xwe didin. Dê tu carî bê rûmetî û îşkenceyê qebûl nekin. Em ê hertim li hember îşkence, tecrîd û bêhiqûqiyê bisekinin û em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Bila hemû civak li hember vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Bila hemû girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Bila tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin û îşkence bi dawî bibe. Tunekirina qanûnan a li hemberî Îmraliyê li hemû girtîgehan belav dibe. Em  ê li dijî we yekê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomînin."    Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet”  bi dawî bû.