Tecrîda 24 salan a li ser Abdullah Ocalan: CPT soza xwe nayne cih 2022-10-06 10:23:46   Dilan Babat   ENQERE - Parêzer Rengîn Ergul a ku tecrîda giran a 24 salan a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand wiha got:"Hinek zagonên bi taybet ji bo Abdullah Ocalan hatiye amadekirin hene. Şikandina tecrîdê di eslê xwe de ne bi hiqûqê wê bi gel bê şikandin. Bi israra gel wê bê şikandin."   Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dû xwe 24 sal hişt. Bi pêvajoya derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi bandor û encamên xwe hinek geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn derxist holê.    Parêzer Rengîn Ergul pêvajoya bi tecrîdê dewam dike nirxand.    Binpêkirina mafan    Renginê redkirina daxwaza hevdîtina parêzerên Abdullah Ocalan wekî binpêkirina mafan nirxand û wiha pê de çû:"Jixwe biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) heye. Li gor biryarên AÎHM'ê dema cezayê dîsîplînê bê dayin jî divê mudaxaleyî têkiliya bi malbat û parêzeran neyê kirin. Bi vî rengî du caran ceza tê dayin. Tirkiye li gor tiştên berê hatine diyarkirin tev nagere."   'Yekem rêya şikandina tecrîdê israra gel e'   Rengînê bi lêv kir ku dema behsa îradeya aştiyê û daxwazên gelê kurd dibe tecrîd giran dibe û wiha lê zêde kir:"Li gor îktidarên siyasî her carê sedemên cuda yên tecrîda 24 salan derket holê. AKP hiqûqê wekî "çoyê xwe" bi kar tîne. Dema behsa aştiyê tê kirin tecrîd kûr dibe. Hinek zagonên bi taybet ji bo Abdullah Ocalan hatiye amadekirin hene. Şikandina tecrîdê di eslê xwe de ne bi hiqûqê wê bi gel bê şikandin. Bi israra gel wê bê şikandin."   'Divê raya giştî jî li van daxwazana xwedî derkeve'   Rejîma tecrîdê her ku diçe belav dibe. Tirkiye bi me re îstatîstîkan parve nake. Komîteya Wezaretan a Ewropayê jî hejmar ji Tirkiyeyê xwest lê Tirkiyeyê parve nekir. Li dijî tecrîda giran ji 22 welatan 350 parêzerî ji bo serdana Îmraliyê serlêdan kirin. Ji vêya diyar e ku bêhiqûqiya tê kirin tê dîtin. Daxwaza hiqûqnasan a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heye. Me jî gelek caran serlêdan kirin lê belê em tu encam ji vêya negirt. Li Tirkiyeyê dora 700 parêzerî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Divê raya giştî jî li van daxwazana xwedî derkeve.    Saziyên Ewropayî peywira xwe bi cih naynin   Rengînê bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û wiha got:"Kirina bazarê ya bi welatan a CPT'yê heye. Dema carinan di mijara reform û gavên dê li girtîgehan bê avêtin de pêşketin hebin wê demê CPT dikare raporên wî welatî parve jî neke. Loma her çiqas tiştên dîtbar ên CPT'yê kiribin hebin jî yên li pişt perdeyê nayên xuyakirin jî hene. Loma em nizanin CPT'yê di mijara Îmraliyê de bûye sedem ku Tirkiye gav pêş de biavêje. Lê em dibînin ku CPT di warê bicihanîna peywira xwe de kêm dimîne. Ji ber saziyên Ewropayî peywira xwe bi cih naynin, gavên mirov jê bawer bike navêje, loma jî mirov ji wan bi fikar in."   'CPT jî soza xwe nayne cih'   Rengînê bi lêv kir ku CPT soza nayne cih û wiha bi dawî kir:"CPT'yê gotibû em ê serdana Îmraliyê bidomînin û rejîma li ser Abdullah Ocalan bişopînin. CPT jî soza xwe nayne cih. Pir diyar e ku hinek zagonên tenê ji bo Abdullah Ocalan tên amadekirin hene. Îro bi hezaran hukumxwarên muebbetê hene, Tîpên S yên girtîgehan belav dibin û girtiyên edlî jî bi îşkenceyê tên kuştin. Ji bo serlêdanên em dikin bi encam bibin divê raya gitşî lê xwedî derkeve."