Rûşen Seydaoglu: Em ê têkoşîna Nagîhanê zîndî bihêlin 2022-10-06 10:22:25   Şehrîban Aslan   AMED - Edîtora Kovara Jineolojiyê parêzer Ruşen Seydaoglu, bi qetilkirina Nagîhanê re çand, bawerî, fikr û raman hat qetilkirin û got: "Nagîhan li Silêmaniyê li cihê ku hatî qetilkirin dixwast pirtûkxaneyek veke û hewl dida ku hemû mal û kolanan bike navenda lêkolîna jineolojiyê. Em ê bi têkoşîna xwe daxwaza wê binin cih."   Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojî û edîtora kovara Jineolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişa çekdarî de hat qetilkirin. Nagîhan ku bi salan bû  rojnamegerî û nivîskarî dikir, li Silêmaniyê di çarçoveya projeya avakirina Akademiya Jineolojî û her wiha avakirina Pirtûkxana Jinan a Kurdistanê de xebat dimeşand.   Edîtora Kovara Jineolojiyê parêzer Ruşen Seydaoglu ji ajansa me re behsa têkoşîna Nagîhanê kir.    Rûşen, da zanîn ku Nagîhana ku xebatên Jineolojiyê dikir, ne tenê ji bo kovarê û navenda lêkolînê di hêla akademiyê de jî gelek hewldanên wê yên xurt hebûn û got: "Ji xwe Nagîhan ji çanda Çapemeniya Azad dihat û pêşengtiya wê çandê dikir. Kesên ku şopdarên wê bûn baş dizanin, hest û ramanên wê di nivîsan de çawa derketine holê. Berhemên ku derdixist holê, hevokên ku saz dikir wek rih belavî hemû tevgerên jinan ên cîhanê bû."   'Jinên pêşeng tên hedef girtin'   Rûşen, destnîşan kir kuştina jinan polîtîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinên ku di siyasetê de pêşengiyê dikin, jinên ku bi fikr û ramanê xwe bandorê li civakê dikin tên hedef girtin. Di salên dawiyê de gelek mînakên bi vî rengî derketin pêşberî me. Lê belê ev tişt ne tesadifî ne. Li tevahiya cîhanê têkoşîneke jinan a mezin dibe heye. Ev têkoşîn li dijî pergala serdest ê mêr, avakirina pergala jinê heye. Ji ber vê yekê ev suîkasteke siyasî ye. Bi hevkariya netew-dewletan Nagîhan hat qetilkirin. Ev polîtîkaya taybet a şer e. Ne tenê pergala fikr û ramanê, çand, bawerî û asta îdiayê hat qetilkirin. Qetîlkirina Sakîne û Sêve... Rêbaza kuştina Jînayê jî heman tişt e. Bi tevahî nasname, fikr, bawerî û çanda jinê hedef tê girtin. Jinên pêşeng, wêrek, hilberîner û lêkolînvanên heqîqetê hedef tên girtin."   'Jin jiyan azadî...'   Parêzer Rûşen, daxuyad ku Tevgera Jinên Kurd bi wêrek bi rêket û wiha bi lêv kir: "Jin ne tenê bi helwesta rizgariya rojekî, bi tevahî ji dîrokê heta îro têkoşîna xwe girt dest. Tecrûbeyên xwe yên dîrokê li ber çavan girt û xwest guhertineke bi pergalî pêk bîne. Tevgera Jinên Kurd demek dirêje di vê ferqê de ye û bûye modelek. Jinên kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû jinên cîhanê ket hewldaneke guhertina pergalê. Îdiaya jinan a avakirina Konfederalizma Demokratîk a Cîhanê, ji herêmê ber bi enternasyonalizmê belavî tevahiya cîhanê bibe û fikreke hevpar derxe holê. Bi Jineolojî, komîn, meclîs û akademiyên xwe jin dixwaze cîhanê carek din rizgar bike. Ji ber vê sedemê dirûşma 'Jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê tê berzkirin."    'Em tayek pora xwe nakin qurbana pergalê'    Edîtora Kovara Jîneolojiyê Rûşen, wiha bal kişand ser polîtîkayên netew-dewletê: "Li Îranê li ser rejîma mola a Îranê ve li hember jinan qanûn hatin ferzkirin. Ferzkirina dolbendê, dûrxistina jinan a ji qada civakî, ev tişt bû sedema îtîrazan. Li Efganîstanê jî rêzake cûda, li Tirkiyeyê polîtîkayên taybet ên şer. Lê belê divê êdî bê zanîn ku sebra me nemaye û edî em tayek pora xwe nakin qurbana pergala serdesta a mêr. Em dizanin ku ji bilî berxwedanê tu rêyek din nîne. Divê em carek din Nagîhan, Jîna, Sakîne, Sevê bînin bîra xwe. Dema em wan bînin bîra xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşma tevahiya cîhanê. Ev dirûşm îdiaya me ya jiyaneke alternatîf nîşan dide."   'Em ê xwedî li Nagîhanê derkevin'   Rûşen, da zanîn ku li dijî qetilkirina Nagîhanê li Amedê çalakiyek hat lidarxistin û polîs êrişê çalakiyê kir û got: "Ji bo Nagîhanê li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin. Me li hemberî rêhavala xwe reflekseke civakî nîşan da. Bi pêşengiya Jineolojî û Tevgera Jinên Azad (TJA) me daxuyaniyek da û me xwest em bimeşin. Lê polîsan dora me dorpêç kir û piştre jî bi êrişek tund xwest me binçav bike. Xwestin hêza ku kombûyî parçe bikin. Di çalakiyê de hiqûqnas, siyasetmedar, rojnameger û kedkar hebûn. Tehemûlê jinan nekirin. Ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê tengavbûnek heye. Pergala serdest a mêr û netew-dewlet êdî nikare polîtîkayan biafirîne û serî li şîdet û êrişê dide. Jinên ku bi êrişê re rûbirû ma hewlda ku bi hev re ji êriş û dorpêçê rizgar bibe. Hevalên me hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan. Kesên ku di nav dorpêçê de mayî û derveyî dorpêçê de mayî xwedî li Nagîhanê derketin."   'Em ê têkoşîna Nagîhanê zîndî bihêlin'   Parêzer Rûşen, diyar kir ku dê hêza berxwedanê li her derê nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nagîhan ji bo avakirina pirtûkxaneya berhemên jinên kurd di nav hewldanan de bû û kedek mezin jî da. Em ê li Silêmanî li cihê ku Nagîhan hatî qetilkirin pirtûkxaneya jinan vekin. Em hem deyindarê têkoşînê ne û hem jî deyindarê Nagîhanê ne. Em ê hemû mal û kolanan bikin Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê. Ev berpirsgiyariya me ye. Bi vî regî em dikirin têkoşîna Nagîhanê zindî bihêlin. Em ê bi hiş, raman, beden û rihê xwe têkoşîna xwe mezin bikin û bidomînin."