Jin bi hêrs in: Yên dibêjin 'Jin jiyan azadî' wê nesekinin 2022-10-06 09:03:06   ÎZMÎR - Jinên li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel bi hêrs in gotin:"Her kesên ku li cîhanê dibêjin 'jin jiyan azadî' wê nesekinin."    Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, rojnameger, editora Kovara Jinolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel li Bajarê Silêmanî yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi êrişa çekdarî jiyana xwe ji dest da. Jinan li dijî qetilkirina Nagîhanê li kolanan hêrsa xwe nîşan dan û ev rewş şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku di eslê xwe de Jinolojî bûye hedef. Her wiha jinan dan zanîn ku ev yek bi hevkariya PDK û MÎT'ê hatiye kirin.    'Êriş bi destên dewletan tên kirin'   Ji Însiyatîfa Xwendekarên Azad a Îzmîrê Bûse Aslan, da zanîn ku Nagîhan Akarsel yek ji navên girîng a tevgera azadiyê bû û wiha got:"Hevalên me îro li Silêmaniyê bi awayekî sîstematîk bi êrişa dewletê rû bi rû dimînin û bi 11 guleyan tên qetilkirin. Em ji qetilkirina hevalên me yên jin ên berê jî dizanain ku ev yek bi destên dewletê dibe. Em dizanin em ê jin bi têkoşîna xwe ya hevpar van êrişên sîstematîk têk bibin."     'Zihniyeta Jîna û Nagîhan qetil kir heman e'   Bûseyê bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet û wiha pê de çû:"Di rojên borî de li Tehrana Îranê Jîna Mahsa Amînî hat qetilkirin. Ev dîsa nîşan dide ku zihniyeta mêr a serdest polîtîkayên şer ên taybet li ser jinan pêk tîne. Heta ev polîtîkayan têk biçin em ê li berxwe bidin."   Hevkariya PDK û Tirkiyeyê    Ji Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hanife Çaçan da zanîn di qetilkirina Nagîhanê de hevkariya PDK û Tirkiyeyê heye û wiha pê de çû:"Ev vî aqlî ji polîsên exlaqê yên Jîna qetil kirin dizanin. Ev komkujî hem li dijî jinan hem jî li dijî gelê kurd e. Bila jin bêdeng nemînin."     'Jinên têdikoşin dibin hedef'   Endama Piştevaniya Morê Zilan Kubat da zanîn qetilkirina Nagîhanê ne tesaduf e û got:"Em ji bo Nagîhanê li Îzmîrê li kolanan bû. Xwişka me hat kuştin. Em dizanin ev bûyerana ne tesaduf in. Gelek jinên têkoşîna azadiyê didin dibin hedef tên qetilkirin. Em ê ji cihê Nagîhanê vê têkoşînê bidomînin."       'Jineolojî di hedefa dewletên mêtinger de ye'   Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Derya Kandemir diyar kir ku bi qetilkirina Nagîhanê dijminatiya li dijî gelê kurd derdikeve holê û got:"Jineolojî di hedefa dewletên mêtinger de ye. Dewleta tirk a dagirker û PDK bi van êrişana dixwazin gavê bi jinên kurd paşde bide avêtin. Berovajî vêya komkujî kurdan bi hêrstir dike û dibe sedem ku eniya kurdan a azadiyê xurtir bibe."   Deryayê bi lêv kir ku ev êrişa li dijî nasnameya jina azad û perçeyekî polîtîkayên şerê taybet e û got qetilkirina Sakîne Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar jî mînakên hedefgirtina jinên têkoşer e.    Deryayê da zanîn ew ê nebin temaşevanên qetilkirin û êrişa li ser jinên têkoşer û got:"Her kesên ku li cîhanê dibêjin 'jin jiyan azadî' wê nesekinin."