'Bi rihê Jîna Amînî xwedî li têkoşîna Nagîhan Akarsel derkevin' 2022-10-05 09:47:00   Rojda Aydin   NAVENDA NÛÇEYAN -Jinên siyasetmedar, qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kirin, anîn ziman ku ew şopdarê heqîqetê û rastiyê bûye û bang li gelên Kurd hat kirin ku dengê xwe bilind bike.   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger, nivîskar û akademîsyen Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê duh li pêşiya mala xwe di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Nagîhanê ji çar aliyan bertek her ku diçe zêde dibin.   Jinên siyasetmedar, têkildarî mijarê axivîn û qetilkirina Nagîhan şermezar kirin. ‘Di rêya heqîqet û azadiyê de meşiya’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Xecê Şen, anî ziman ku bi qetilkirina Nagîhan Akarsel ve di dilê wan de êş û xemgîniyek mezin cih girtiye û wiha got: “Hevala me ku bi salan bi pênûsa heqîqetê girtibû destê xwe, kolan bi kolan di serdema rojnamegeriya xwe de û rastiya Jîneolojiyê de li pey şopa heqîqetê ketibû. Hevala me Nagîhan li bajarekî Kurdistan û li welatê Kurdan li cihekî wek Silêmaniyê hat qetilkirin. Em vê qetilkirina li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Di gotina hinek tiştan de mirov zehmetiyê dikişîne. Bi salan hevala me Nagîhan di rêya heqîqet û azadiyê de dîroka jinê û heqîqetê ya ku di bin perdê de mabû şopand. Bi hemû giyana xwe ve li pey vê heqîqetê ket. Bi salan di têkoşîna gelê Kurd de, di rêya heqîqeta rojê û azadiyê de têkoşînek bêhempa da.”   Ji gelê Başûr re bangewazî   Xecê, bi lêv kir ku bi qetilkirina Nagihan ve wekî ku parçeyek ji canê wan hatiye girtin û wiha got: “Lê em wek TJA û hem wek rêhevalên wê ku di hemû pêvajoyan de ku em bi hevdu re têkoşiyaye, bi pênûs û heqîqeta ku ew li pey diçû dê hertim rêya me ronî bike. Em ê tu carî têkoşîn û berxwedana wê ku daye ji bîr nekin. Kiryarên dagirkerên ku li ser axa Kurdistanê dixwazin di şexsê jinê de komkujiyan pêk bînin wê bi ser nekevin. Wekî rojnameger û siyasetmedar ku îro têne qetilkirin wê hesabên wan bi pênûsa azad her tim bê pirsîn. Bila dagirker vî tiştî baş bizanibin ku Kurdistana ku dixwazin di şexsê jinê de bikin bin hekîmiyeta xwe, wê tu carî nekeve bin hekîmiyeta wan. Wê tu carî bi ser nekevin. Wê her tim têkoşîna azadiya jinê bi ser bikeve. Em bangawaziyê li hêzên Başûr hemûyan dikin. Di serî de bang li PDK û YNK’ê dikin. Di nava vê sala hanî de gelek jinên Kurd di wê erdnîgariyê de bi destên dagirkeran û destên dewleta tirk hatin qetilkirin. Gelek jin bi tacîz û tecawizê re rû bi rû man. Hejmara wê nayê hesibandin ku çiqasî jin îro di zindanên wan de ne. Divê xiyanet li heqîqeta ku rastiya Kurdistanê derxistiye holê û li vê axê, ked û têkoşîna azadiya jinê neyê kirin.”   'Bi rihê Jîna Amînî xwedî li têkoşîna Nagîhan Akarsel derkevin'   Xecê, di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji Zekî bigire heta heval Nagihan li Silêmaniyê, Hewlêr û Dihokê ku tên qetilkirin, demildest ji bo ronîkirina van komkûjiyên hanî bikevin nava hewldanan. Destûrê nedin ku komkujiyên bi vî rengî bên kirin. Wek TJA em bang hemû gelê Kurd dikin. Çawa ku berxwedana di şexsê Jîna Amînî de derket holê û li hemû cihanê belav bû, bi heman rihî em xwedî li têkoşîna Nagihan jî derbikevin. Ji bo xwedîderketin, hesappirsîn û li dijî faşîzmê tevgera yek dengî û yek rihekî derkevin kolanan xwedî li rêhevala me Nagihan derbikevin. Em banga têkoşînê li hemû gelê Kurd dikin.”   ‘Pênûs û lênûska wê dê tu carî li erdê nemîne’   Hevseroka Şaredariya Hezexê ya Şirnexê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden jî bi lêv kir ku qetilkirina jinan ji Tirkiyeyê bigire heya dewletên biyanî bûye hêsanî û ev tişt got: “Têkoşîna jinên Kurd ji hemû cihanê re bûye mînak. Ji ber berxwedan û têkoşîna jinên Kurd pergala baviksalar tehemula wî ji vê re nayê. Ji ber vê yekê jî mêrên serdest ên dewletê îro bi awayekî hovane jinan qetil dikin. Lê li hember van êrîşan em nasekinin. Naxwazin ku jin xwedî maf û xwedî nasname bin. Ji ber vê yekê bi awayekî hovane nêzî berxwedana jinên Kurd didin. Lê em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîn û berxwedana hevala me Nagihan derbikevin. Bila tevahî cihan baş bizanibe ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Şoreşa jinê wê heta dawiyê bidome. Pênûs û lênûska wê dê tu carî li erdê nemîne.”   ‘Bi hezaran Nagîhan li ser piyan e’   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Qilebanê Zîlan Yaman jî da zanîn ku Nagîhan Akarsel bi zanebûn hedef hatiye girtin û qetilkirin û wiha dom kir: “Bi salan in me jinên Kurd, qetil dikin. Lê belê bila ew jî baş bizanibin ku em ê tu carî ji vê rêyê venegerin. Nagîhanek hat qetil kirin, lê îro bi hezaran Nagîhan li ser piyan e. Divê tu kes li hember qetilkirina jinan bêdeng nemîne.”   ‘Bi sûîkastê hat qetilkirin’   Hevseroka Şaredariya Qoser a Mêrdînê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Nîlufer Elîk Yilmaz jî da zanîn ku ew her roj çavên xwe bi komkûjiya jinê vedikin û wiha dewam kir: “Îro jî hevala me Nagîhan hat qetilkirin. Ev komkûjî hatiye plankirin û sûîkastek pêk anîn. Di şexsê Nagîhan de êrîşî me hemû jinan jî kirin. Beriya çend rojî ji aliyê polîsên ehlaqê yên Îranê ve jinek hat qetilkirin. Ev komkûjî ji hevdu ne qut in û ji ber vê yekê hêrsa me mezin dibe. Ev êrîş û komkûjî polîtîk in. Plankirî ev komkûjiyê pêk anîn. Bi van êrîş û komkûjiyan dixwazin zextên li ser jinên kurd bikin. Di her aliyî de êrîşî jinê tê kirin. Di şexsê jinê de dixwazin jinê teslîm bigirin. Lê belê çawa ku hevala me Nagîhan nikarin teslîm bigirin, dê nikaribin me jî bigirin. Ji ber vê jî em heta dawiyê xwedî li têkoşîn û berxwedana hevala xwe derdikevin. Êş û hêrsa me mezin e. Lê em vê hêrs û êşa xwe vediguherînin berxwedan û têkoşînê. Em ê ala hevala xwe dewr bigirin û vê têkoşînê bidomînin. Pênûsa Nagîhan dê tu carî li erdê nemîne. Kesên ku li hember vê komkujiyê bêdeng in hevkarên vê komkujiyê ne.”