'Întihar li ser Şengul Oktay hat ferzkirin' 2022-10-04 09:37:00     Medya Uren    AMED - Dêya Şengul Okay a ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin Murat Katkici ve întihar li ser hat ferzkirin, Netîce Okay bi ajansa me re axivî û ev gotin kir: “Her cure îşkence li keça min û zarokên wê jî kir. Porê wê jê kir, li ser laşê wê çixare vemirand, laşê wê da ber kêran û herî dawî jê re got xwe bikûje yan jî ez ê te bikûjim.”   Şengul Okay (32) ya dêya 4 zarokan bû di 2’yê Cotmehê de li xaniyê xwe yê li Rezana Amedê dijî mirî hatibû dîtin. Şengul Okay ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin Murat Katkici ve bi awayek sîstematîk rastî tundiyê dihat û li gorî îdayan ew ji aliyê Murat Katkici ve hatiye qetilkirin.   Derbarê îdiayên tên kirin de me ji malbata Şengul Okay roportaj girt.   Ji roja zewiciye tundî li Şengulê tê kirin   Şengulê di 18 saliya xwe de bêyî ku bixwaze bi Murat Katkici re tê zewicandin. Ji roja hefteya yekem a zewacê ve bi awayekî sîstematîk tundî lê tê kirin. Di rojên destpêkê de ew ji malbatê re nabêje. Piştî demeke kin zarokên wê çêdibe û her ku diçe bêhtir bi malê ve tê girêdan. Ji ber zarokên xwe ew hewl dide tehemul bike. Lê belê dema Murat Katkici tundî li zarokên wê jî ki vê carê wî gilî dike. Giliyê xwe li gel malbatê û li gel polîsan jî dike. Murat Katkici bi caran ji ber sûcên dizî û tiryakê hatiye binçavkirin û girtin. Di heman demê de jî ji ber tundiya li Şengul kiriye li gel sabikayên xwe 4 salan di girtîgehê de dimîne.   ‘Bi caran gilî kir’   Dêya Şengulê, Netîce Okay diyar kir dike ku Şengul ji roja zewiciye tundî lê hatiye kirin û bi van gotinan îşkenceya dîtiye vedibêje: “Hîna ciwan bû, lê belê ji ber zarokên xwe tawîz dida. Her tim tiştên ku vîna kes bişkîne, îşkence lê dikir. Ji ber van bûyeran jî Şengulê li her cihî giliyê xwe kir. Malbata mêrê keça min qetil kir nebû çare, polîs nebûn û kes nebû çare. 2 caran çû stargeha jinan. Lê belê çar keçên wê hebûn û pêwîstbû ku wan jî biparêze.”   ‘Cureyên îşkenceya kiriye bi gotina naqede’   Netîceyê da zanîn ew serpêhatiyên wê û şêweyên îşkenceyê yên li Şengulê hatine kirin bêje dem têrê nake. Netîceyê wiha qala hinek bûyerên bi ser keça wê hatiye kir: “Beriya çar salan Murat keça min xist nava xalîçeyê û dikir ku wê di pacê de biavêje xwarê. Bi saetan seriyê wê berjêr girtiye. Carekê jî ji ber tundiya li Şengul kiriye hatibû girtin. Bê guman sabikayên wî jî hebûn. Beriya bigirin lingê Şengulê û deverên laşên wê yên cuda dabû ber kêran. Birînên mezin li laşê wê vekiribû. Ev îşkence neqediyan. Ger rojekê baş bûya, deh rojî jî ne baş bû. Ez gelek dûr neçim, beriya çend mehan, di rojiya remezanê de Murat keça min tazî kir, tiştek li ber nehişt û wê derxist ber derî. Cîran bi hewara wê hatine.” Ji bo Şengulê xwe bikuje gef lê da xwarin   Netîceyê bi lêv kir ku keça wê her tim ji bo zarokên xwe vedigeriya gel wî mêrî û îro jî zarokên wê bêxwedî man. Netîceyê wiha got: “Keça min her tim ji bo zarokên xwe fedekarî kir. Lê belê sed mixabin sebiyên wê niha li erdê man. Beriya çend rojan ji ber lêdan û îşkenceyê derket çû mala cîranên xwe. Ji ber tirsa mirinê reviya. Serê sibehê saet di 11:00'an de Murat ji malê derdikeve. Dema derdikeve jî gefan li Şengulê dixwe. Dibêje pêwîst e tu xwe bikujî. Ger tu xwe nekujî ez ê te bikujim.”   Zarok bûn şahidê tundiya herî dawî lê hatiye kirin   Netîceyê da zanîn mirina keça wê bi guman e û ev gotin parve kir: “Jixwe ji berê de jî li ser laşê wê cihên şewatê hebûn. Porê wê jêkiribû. Di roja bûyerê de jî gotin keça wê ya mezin ku 13 saliye çûye dibistanê. Ya biçûktir jî bavê wê li gel xwe biriye. Herdûyên ku yek ji wan 1 salî û yek jê 7 saliye derketibûn nava sîteyê de. Çima gelo ewqa herkes derxistine û haya kesê jê nebûye? Ya ku li gel bavê xwe çûye dibêje bavê min destê xwe danîbû ser qirika diya min.”   ‘Bila ji girtîgehan dernekeve’   Netîceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em gilîdar in. Bila Murat Katkici were girtin û neyê berdan. Dilê me şewitî bila yê dayikek din neşewite. Bila zarokên kesî bê xwedî nemîne. Êdî bes e! Em nikarin rakin. Ji me re hate gotin ew hatiye binçavkirin. Lê belê divê ev bi vê re sînordar nemîne.”   ‘Sebebê keça min Murat e’   Bavê Şengulê, Zekî Okay jî bi van gotinan îşkenceya li keça wê hatiye kirin şermezar kir: “Her ku me da sekinandin, malbat kete navberê. Hertim ew mêr bû, yê xirakirinê, heta ev bela anî serê me. Ger keça min xwe kuşti be jî hatiye lê hatiye ferzkirin û sedem Murat Katkici bi xwe ye. Mezin dema hatin mala me ji me re gotin em kefîlê zewaca wan e û îro jî cenazeyê keça min bi ser min de şandin. Nehêlin, bila dilê kesekî din neşewite. Bila carek din ev bûyer rû nedin.”