'Wê tifaqa jinê serdema pêşiya me diyar bike' 2022-09-30 14:33:45     ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran da zanîn dirûşma "Jin jiyan azadî" li her derê bi yek dengî hatiye berzkirin û got:"Çimkî li her derê dinyayê daxwazên jinan heman e, jin jiyaneke azad dixwazin. Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan."   Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran di civîna çapemeniyê ya li avahiya navenda giştî ya partiya xwe de geşedanên derbarê rojevê de nirxand. Ayşeyê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê "polîsên exlaq" ên Îranê ve bi bîr xist û bal kişand ser kuştina jinan a li Tirkiyeyê. Her wiha Ayşeyê da zanîn ev hezar roj in winda ye û got:"Li Kurdistanê kes winda nabe tê windakirin."   Dirûşma 'jin jiyan azadî' dirûşma enternasyonel a jinan e    Ayşeyê diyar kir ku di serî de Rojhilat li dijî êrişan li her derê dengê nerazîbûnê bilind dibe û wiha pê de çû:"Ji ber protestoyên li Îranê bi êrişên rejîmê herî kêm 83 hatin qetilkirin. Rejîm dixwaze gel ê ku daxwazên rewa dike biçewisîne. Wekî gelek cihan, wekî Tirkiye û li Kurdistanê. Li wir bi pêşengiya jinê bi dirûşma 'jin jiyan azadî' nerazîbûna civakê belav dibe. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li her derê bi yek dengî hatiye berzkirin. Çimkî li her derê dinyayê daxwazên jinan heman e, jin jiyaneke azad dixwazin. Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan. Rejîma Îranê jî wekî Tirkiyeyê van daxwazana dixwaze bi zext, bi zorê, komkujiyan ser wê bigire. Lê belê di serî de Jîna Amînî daxwaza hemû kesên nerazîbûnên xwe anîn ziman rewa ne. Em van êrişana şermezar dikin."   Êrişên li ser partiyan    Ayşeyê bi lêv kir ku êrişên rejîmê tenê li Rojhilat û Îranê ne sînordar e û wiha got:"Di demên borî de li ser Hewlêr û Silmaniyê li ser kedkarên şoreşger PDK-Î jî êriş pêk hatin û li ser baregehên PAK'ê jî êriş hatin kirin. Jineke ducanî jî di van êrişan de jiyana xwe ji dest da. Her wiha 13 kesî di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan. 58 kes jî birîndar bûn. Zihniyeta baviksalarî ji bo pergala xwe bidomîne êrişên wiha militarist dikin û polîtîkayên şer dixin meriyetê. Loma em li vir bang li Îranê dikin. Divê Îran ji bo çareserkirina meseleya kurd gavê biavêje. Divê dawî li zextên li ser jinan bînin. "   Gulistan Doku li ku ye?   Ayşeyê da zanîn ku ji ser windakirina Gulistanê hezar roj derbas bûne û wiha got:"Em ê pirsa Gulistan Doku li ku ye bidomînin. Wekî ji roja ewil em dibêjin. Li Kurdistanê kes winda nabe tê windakirin. Di salên nodî de dîsa bi dehan bi sedan kes ji aliyê hêzên tarî yên di nava dewletê de hatine windakirin. Îro jî em ji Gulistan Doku ev hezar roj in xeberê nagirin."   Ayşeyê wiha dewam kir:   "Geşedanên li Îranê di rojeva cîhanê de ye. Rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê jî ne cuda ye. Li wira avakirina şii û fars heye. Li Tirkiyeyê jî tirk-suni yanî em avakirina rejîma zayendperest, netewperest, militarîst, faşîst dibînin. Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên îktidarê rojê herî kêm jinek qetil dibe. Li Bagcilara Stenbolê Havva Sayan a 58 salî ji aliyê lawê xwe ve hat qetilkirin, dîmen bi raya giştî re hat parvekirin. Em çiqas nexwazin bi van dîmenan êriş normal bibin jî di hafizaya me de ye. Zeliha Durmuş li Dîlokê ji aliyê mêrê pê re zewicî, Suleyman Durmuş ve hat qetilkirin. Dilek Çamur jî li Giresûnê ji aliyê mêrê dikira dev jê berda Nûrî Çamur ve hat qetilkirin. Çamur Ayşe Kiliç û Damla Çubukçu yên xwestin bûyerê asteng bikin jî qetil kir.    Îktidar bi daraz û medya, leşker û polîsên xwe tundiyê rewa dike   Dema em li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin jin ji aliyê mêrê ku ji ber polîtîkayên dewletê tên sorkirin tên qetilkirin. Jin her roj bi tundiya mêr rû bi rû dimînin. Ev polîtîkayan her roj hîn zêde belav dibin. Jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û îktidar bi daraz û medya, leşker û polîsên xwe tundiyê rewa dike. Bi taybet di demên dawî de polîtîkayên zextê li ser jinên muhalif pêk tênû ev me matmayî dihêle.    Bi çekgirtina takekesî tundî mezintir dibe   28'ê Îlonê Roja Bêçekkirina Takekesî bû. Ez dixwazim bêjim çekgirtina takekesî pir talûke ye. Li gor rapora tundiya bi çek a Tirkiyeyê di sala 2021'ê de di bûyerên berdana çekan de du hezar 145 kesî jiyana xwe ji dest dan. 3 hezar 896 kes jî birîndar bûne. Herî zêde jî jin û zarok bi çekan tên kuştin. Ji 33 jinên di meha tebaxê de hatine qetilkirin 21 jê bi çekê hatine kuştin. Dewsa îktidar pêşî li çekgirtina takekesî bigire hêzên paramîlîter berdide kuçeyan û tundiya di nava civakê de sortir dike.    Ji devekî tenê dirûşmek   Li dijî tundî û êrişan em jî her roj têkoşîna xwe mezintir dikin. Bi taybet piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Kurdistan û Tirkiyeyê û li her çar aliyên cîhanê refleksên bi hêz pêş ketin. Îro dirûşma "Jin jiyan azadî" ji devekî tê berzkirin. Çimkî li her derê cîhanê daxwazên jinan heman e. Jin êdî naxwazan li cihê ku mêran talûke kiriye bijîn. Jin daxwaza jiyaneke azad dikin. Em dîsa daxwaza dubare dikin û em dibêjin em dev ji iddiaya xwe ya azadiya civaka xwe û azadiya xwe bernadin.    Êrişên SÎHA'yan û hedefgirtina jinan   Li Tirkiyeyê êrişên li dijî jinan gelek in û li gel vêya jî avakirina paradigmaya azad a jinê li Rojava heye. Em dizanin li Rojava dagirkirineke li dijî kurd û dijminên jina heye. Herî dawî bi SÎHA'yan êriş li ser Gundê Til Cemal ê navçeya Girkê Legê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Di êrişan de Hevserokên Buroya Edaletê  Zeynep Muhammed û Yilmaz Şero jiyana xwe ji dest dan. Dîsa bi êrişên SÎHA'yan ên li ser gundê Mişervê yê navçeya Zirgana Hesekê Naif Abdulkadir û Rima Ahmet Siyavi jiyana xwe ji dest dan. Tevî zarok jî di nav de 5 welatî bi van êrişan de birîndar bûn. AKP MHP bi ava êrişana xwe xwedî dike. Em dizanin li dijî perspektîfa azadiya jinê ya li Rojava êrişek heye.    Ew ê li dijî êrişên li ser jinan avakirina jiyana nû bidome   Mixabin li Tirkiye û cîhanê li dijî êrişan bêdengiya hêzên serdest didome. Çimkî em dizanin ku hêzên kapîtalîst piştgiriyê didin êrişên li ser sîstema demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire. Ev sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe hedefa wan. Ew ê li dijî êrişên li ser jinan avakirina jiyana nû bidome. Em ê jin vê yekê bikin.    Komploya 9'ê Cotmehê   Em ber bi 9'ê Cotmehê ve diçin. 9'ê Cotmeha 1998'an bi komploya navneteweyî Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin. 24 sal ji ser 9'ê Cotmehê derbas bûn. Tecrîdeke teqez û mutlak li ser Birêz Ocalan heye. Me gelek caran got ev tecrîd bi awayekî hiqûqî nayê qebûlkirin. Ji bo sîstema xwe ava bikin bi salan e tecrîdeke giran û sîstematîk li ser Birêz Ocalan pêk tê. Em ê wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê di pêvajoya pêşya xwe de jî li dijî tecrîdê li berxwe bidin. Çimkî tecrîd bingeha tundiya li ser jinê ava dike. Heta şerd û mercên baş ji bo Birêz Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.    Bandorên polîtîkayên tecrîdê   Ev tecrîd bandoreke neyînî li ser girtîgehan jî dike. Semra Guzel ji gelê kurd ji jinên kurd bi milyonan deng girt û li parlamentoyê gel temsîl kir. Piştî polîtîkayên lîncê yên li hemberî wê berê destnedayina wê rabû û piştre hat girtin. Niha li Girtîgeha Sîlîvrîyê tê girtin. Ji ber polîtîkayên dijminatiyê yê îktidarê 23 rojî di bin tecrîdê de ma. Di hucreya yekkesî de hat hiştin. Tenê ne Semra Guzel. Îro malbatên girtiyan jî ji bo girtî bên berdan li Amed, Îzmîr, Stenbol, Wanê Nobedên Edaletê digirin. Emîne Şenyaşar ev 571 roj in Nobeda Edaletê digire. Li dijî vê bêedaletiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.    Wê tifaqa jinê serdema pêşiya me diyar bike   Yek beşa vê têkoşînê Tifaqa Azadî û Kedê ye. Di rojên borî de hevparên tifaqê hatin gel hevdu. Her kesên li vî welatî alîgirê, aştî û demokrasiyê li Stenbolê li eywana deklarasyonê bûn. Em li vir careke din îfade dikin. Jiyaneke din pêkan e. Mînaka vêya jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em li Kurdistan Tirkiye û Rojhilata Navîn dikarin vê yekê pêk bînin. Ev ê bi pêşengiya jinê pêk were.    Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinê   Dîsa hefta borî li Êlihê konferansa TJA'yê pêk hat. TJA'yê li Elihê konferansa 4'emîn pêk anî. Ev demek dirêj e li dijî TJA'yê êriş pêk tê û tê xwestin bê îlegalîzekirin. Ez jî wekî aktivîsta TJA'yê beşdarî vê konferansê bûm. Li dijî êriş û zextan li eywana konferansê coşeke mezin hebû. Di roja ewil de em li ser mijarên em ê çawa xwe bikaribin baştir bi rêxistin bikin em ê li dijî zayendperestî mîlîtarîzm û desthildatdariya mêr li berxwe bidin sekinîn. Gelek jin ji derveyî welêt jî beşdar bûn. Li eywanê dirûşma 'jin jiyan azadî' hat berzkirin. Çimkî li her derê dinyayê daxwazên jinan heman e, jin jiyaneke azad dixwazin. Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan.   Wê azadiya jinê bibe azadiya civakê. Ez konferansa TJA'yê ya bi vê baweriyê pêk hat dîsa silav dikim. Li her derê cîhanê azadiya jinê em ê ava bikin. Em ji bo hemû beşdaran spas dikin. Wê konferansa TJA'yê ji bo serdema pêşiya me bibe rêyeke vekirî."