Jinên Esnaf ên Şirnexê: Em di zerarê de ne 2022-09-26 09:25:46     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên esnaf derbarê qeyrana aborî ku her diçe kûrtir dibe de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Dîcle Şîmşek ku li dikana cil û bergên kurdî dixebite diyar kir ku çanda cil û bergên kurdî para xwe ji qeyranê girtiye. Her wiha Yildiz Taş jî ku di sektora xwarinê de dixebite destnîşan kir ku heke qeyrana aborî tûnebûya ew ê perwerdeya xwe nîvco nehişta.   Qeyrana aborî her ku diçe bandora xwe li ser gel zêde dike lê desthilatdarî wekî ku tiştekî wiha tune be tevdigere. Welatî li dijî polîtîkayên desthîlatdariyê yên şaş ku dibe sedema kûrbûna qeyrana baoriyê her diçe bertek û nerazibûnên xwe zêdetir dikin. Ji vê qeyranana ku bandora xwe ya neyînî li ser tevahiya civakê dike jinên esnaf jî para xwe digirin.    Jinên esnaf ên Şirnexê jî ku ji qeyrana aborî bi bandor bûne bertekên xwe li dijî îqtîdarê anîn ziman û gotin ku ew êdî nema dikarin li ser piyan bimînin.     Jina esnaf Dîcle Şîmşek ku 3 sal in bi dikana cil û bergên kurdî hewl dide debara xwe bike wiha got: "Ez bi salan e esnaftiyê dikim û ev 3 sal e jî ku cil û bergên kurdî difiroşim.  Ji ber qeyrana aboriyê jî karê me her diçe kêm dibe. Hertişt biha bûye û ew jî me dixe zorê. Em fistanên ku dikirin bi gelek bihayên giran dikirin. Niha dema daweta ye. Lê kiryar ewilî li şûna fistanan temaşe bikin bihayên wan dipirsin. Êdî firotina fistanan kêm bûye û piranî êdî kirê dikin. Kirêyê fistanan jî niha li dora 350-400  TL ye. Li botanê jî çanda cil û bergên kurdî heye ku di rojên taybet de li xwe bikin. Lê ji ber qeyranê ev çand jî dibe ku lawaz bimîne.   Bi taybetî em esnafên jin gelek zehmetî dikşînin.”   ‘Bi zehmetî heqê xebatkaran didim’   Gava min dikan nû vekiribû,kare me baş bû,  me pêdiviyên xwe dikaribûn pêk bianiya. Lê bi vê qeyranê rewşa me her ku çû xira bû. Kiryar gelek kêm bûne. Em tên dikanê heta êvarê rûdinên û dest vala vedigerin malê. Muşterî gava tên jî gelek gazincan dikin lê ji destê me tiştek nayê. Divê ew rewş were çareserkirin. Em li vê dikanê 6 kes dixebitin. Lê ez nikarim mûçeyê wan bi rehetî bidim. Bi zor û zahmetî kirêyê xwe didim. Yên ku dixebitin jî tenê dikarin fatûre û pêdiviyên xwe yên bingehîn bînin cih. Êdî kes nema ye ku ji bo xwe tiştek bikire û an jî li derve wext derbas bike. Roj bi roj biha zêdetir dibin.”   ‘Neçar mam ku perwerdeya xwe nîvco bihêlim’   Yildiz Taş jî ku 2 sal in di sektora xwarinê de dixebite ji ber qeyrana aboriyê neçar maye ku perwerdeya xwe nîvco bihêle. Yildiz, got: “Qeyrana aboriyê li ser sektora xwarinê gelek bi bandor e. Êdî welatî li derve nikarin xwarinê bixwin. An jî gava tên jî li gorî bihayên xwarinan sîparîşên xwe didin. Berê ne wisa bû, hemû bihayên xwarinê bûne sê qat. Berê me xwarinek bi 8 TL yan difirot û ji bo me pirsgirêk nedibû lê niha em xwarinekê herî kêm bi 40 TL yan difiroşin dîsa jî debara dikanê û ya xwe nikarin bikin. Debara malbata me jî ez û bavê xwe dikin. Ji ber ku xebat bavê min têrî nekir. Ez neçar mam dest ji dibistanê berdam û dest bi xebatê bikim. Heke ev qeyran tune bûya minê perwerdeya xwe dewam bikira. Niha gava em lê dinihêrin gelek kes ji ber vê qeyranê wekî min perwerdeya xwe nîvco dihêle û dixebite. Herewiha yên ku berdewam jî dikin jî di dema xwe ya vala de ger ku kar bibînin dixebitin.  Ez jî pêdiviyên xwe nikarim bînim cih tenê ji bo debara malbata xwe bikim hewl didim.”   ‘Şûna ku em qezenc bikin em zirarê dikin’   Herî dawî jî Esma Erdîl a dikana bûkanîyan de dixebiye axivî û diyar kir ku qeyrana aboriyê li her qadê li ser her kesî bandora neyînî kiriye û got: “Ji ber vê qeyranê, yên dewlemend dewlementir bûn, yên xizan jî xizantir bûn. Newêkhêviyek mezin di nav civakê de çêbû. Her tişt gelek biha ye û ji destê kesî tiştek nayê. Gava kiryar tên jî gelek bêbiryar in. Dema dawetê ye. Yên ku tên jî dixwazin em bihayan daxînin. Le jixwe em bûkaniyek bi 8 hezar  TL difiroşin û şûna ku kar bikin zirarê dikin.”