Ji bo jinên Îranê piştgirî: Berxwedana wan wê bi ser keve 2022-09-24 09:12:40   Melek Avci   ENQERE-Ji bo Jîna Mahsa Amînî ku ji aliyê polîsên ahlaqê ve hatibû qetilkirin, bi pêşengiya jinan çalakî hatin destpêkirin. Jin der barê çalakiyan de axivîn û diyar kirin ku siyaseta li Tirkiyeyê ji ya Îranê cudatir nîne û got piştevanî û têkoşîna jinan wê teqez bi ser keve.   Li Îranê di 17’ê îlonê de jina kurd a bi navê Jîna Mahsa Amînî ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat qetilkirin û ji bo Mahsa bi pêşengiya jinan çalakiyên hatin destpêkirin didomin. Li Îranê bi pêşengiya jinan protesto pêl bi pêl li cîhanê belav dibin. Jin li her çar aliyê cîhanê dadikevin qadan û diyar dikin ku ew jiyana ku pergala serdest ferz dike qebûl nakin. Jinan porên xwe jêkrin û laçêkên xwe avêtin. Li Tirkiyeyê jî tevgera jinan li her derê çalakî pêk anîn û piştgirî dan jinên Îranê.   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parêzera Platforma Ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) Yelda Koçak û endama Kovara Karala Zeynep Evren piştgirî dan çalakiyên protestoyî. ‘Mahsa Amînî ne ya ewil e’   Berdevka Meclîsa jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku dema mirov li mînaka Îranê dinêre divê Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn bê destgirtin û got dewletên netew dema dixwazin xwe serdest bikin ewil azadiya jinan ji destên wan digirin û got: “Rewşa li Îranê jî divê wisa bê nirxandin. Rejîm tenê serîgirtina jinê ferz nake ,hemû maf û azadiyên jinan ji wan girtine. Jin nikarin der barê pêşeroja xwe de biryaran bidin. Rejîm demek dirêje hewl dide rejîma xwe serdest bike. Rejîm her çiqas mirina Mahsa bi awayekî din manîpule bike jî hem malbat û hem jî rapor nîşan didin ku Mahsa hatiye qetilirin. Ev ne mînaka ewil e. Li Îranê jin ji ber cil û bergan û laçikan her tim lêdanê dixwin.”   ‘Siyaseta li Tirkiyeyê tê pêşxistin ji ya Îranê cudatir nîne’    Ayşeyê axaftina xwe wiha domand: “Divê nasnameya Kurd a Mahsa ji nedîtîve neyê. Li Îranê Kurd bi salane tune tên hesibandin. Bi dehan Kurd ji ber ku daxwaza azadiyê kirin hatin darvekirin. Lê dema nasnama Kurdbûn û jinê tê gel hev jinên kurd zêdetir dibin hedef. Bi rojane li rojhilatê Kurdistanê û li her çar alî Îranê bertek û îtîraz hene.  Di serî de jî jin bertek nîşan didin. Heta jin azad nebin ne pêkane civak azad bibe. Me bi TJA’yê re çalakî pêk anîn. Me li gelek bajaran daxuyanî dan. Siyaseta ku li Tirkiyeyê pêş dikeve ji ya Îranê ne cudatir e.”   Mînaka Garîbe Gezer   Ayşeyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Zîhniyeta Îran û Tirkiyeyê ji hev cudatir nîne. Her du jî netewperet, zayendperest û rejîma serdest ya mêri n. Ji bo serdestiyê her cureyê zextê û pêkanînên dijmirovahî pêk tînin. Li Tirkiyeyê li girtîgehê dest avêtin Garîbe Gezer û ew qetil kirin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye bi Îranê re xwedî heman mantiqî ye. Ev demek dirêje tecawiz kirine wek alavekê. Bedena jinê kirine qada şer. Ji ber vê jî me çalakî pêk anîn. Em bi Jinên Îranê re di piştevanyê de ne û em ê bi desthilatdariyan şûnde gavê bidin avêtin.”   ‘Têkoşîna Mahsa Amînî wê hêzê bide me’   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ her derê dihejînIN û balkişand ser girîngiya peyamê: “Têkoşîna jinan a li Rojava peyamek hêviyê ya mezin dide jinên cîhanê.  Li Rojhilat jî bandora wê heye. Em dizanin ku wê ev têkoşîn û berxwedan teqez bi ser keve. Li Îranê jî tecrubeyeke mezin a jinan heye. Ev tecrubeya xurt wê teqez bibe sedema guherîne. Têkoşîna Mahsa Amînî wê hêzê bide me.”   ‘Heman tarîtî îro li vir jî tê bicihkirin’   Parêzera Platforma Ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) Yelda Koçak jî anî zman ku ji ber porê jinekê hatiye xuyakirin hatiye qetilkirin û ev tiştekî bi xofe û got: “Îro tiştên li Îranê tên  jiyîn nîşan dide ku ji bo jinan radîkalbûn çiqas girîng û lezgîn e. Jinek bi îşkencê tê kuştin, bi şîdeta polîs tê kuştn û j ber vê jî divê em dengê jinên Îranê bibihîzin û bi wan re bikevin piştevaniyê. Her wiha salek û nîve li Afganîstanê jî tiştên hatine jiyîn me dîtin. Em jî di destura bingehîn de wek dewleta hiqûqê ya laîk derbas bin jî li welatê me jî laîkbûn niha di bin xetereyek mezin de ye.  Heman tarîtî îro li Tirkiyeyê jî bi destê desthilatdaran ve tê bicihkirin.” ‘Em westiyan’   Ji Kovara Karala Zeynep Ulger jî da zanîn ku ew hêrsa jinên Îranê ji kûrahî hîs dikin û got gelek hincetên dewletan ji bo qetilkirina jinan heye û wiha anî ziman: “Li Îranê polîsên ahlaqê hene û li vir jî bi fîîlî zextek wisa heye. Fatureya îslama siyasî li jinan tê birîn. Em êdî westiyan. Em dixwazin li ser bedena xwe xwedî maf bin. Tiştên em li vê erdnîgariyê dijîn, jinên din jî dijîn. Ji ber vê jî bi piştevaniyek enternasyonel dikare hinek tişt bên biserxistin.”