‘Li girtîgehan edalet tune ye’ 2022-09-23 09:10:24       COLEMÊRG - Mehdî Mihçi li Stenbolê hat binçavkirin, 4 rojan îşkence dît. Dayika wî Gulbeyaza Mihçi da zanîn ku li girtîgehan edalet tune ye îşkence heye.   Li Stenbolê Mehdî Miçhi yê ji Geverê di 7’ê Tebaxê de hat binçavkirin û birin Emniyeta Stenbolê. Mehdî 4 rojan îşkenceyên giran dîtin. Di bin çavan de bi tehdîda mirinê hat tehdîdkirin û ji ber îşkenceya giran di bin çavan de ket greva birçîbûnê ya bêdem. Mehdî piştî îfadeya li dozgeriyê şûnde ji aliyê 20’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Stenbolê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û şandin girtîgeha Sîlîvriyê. Dayika Mehdî Gulbeyaz Mihçi der barê îşkenceya li kurê wê hatiye kirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî.   ‘Edalet tune ye îşkence heye’   Gulbeyazê daxuyakirin ku îşkenceya li kurê wê Mehdî hatiye kirin pêkanînek dijmirovane ye û wiha got: “Dema ez çûm min kurê xwe dît, min nas nekir. Wisa îşkence lê kiribûn, guhekî wî deng nediçûyê. Demek dirêj nikaribû li ser piyan bisekine. Gotina ‘li her derê edalet heye li girtîgehan îşkence tune ye’ derew e. Li girtîgehan edalet tune ye îşkence heye.”   ‘Ez ji ewlehiya kurê xwe bi fikar im’   Gulbeyazê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê li kurê min li hemû kesên tên binçavkirin îşkence tê kirin. Mafê tenduristiya Mehdî jî tê binpêkirin. Guhekî wî deng naçê. Du caran ji bo biçe bijîşk daxwaznameyê dide lê ew nebirin nexweşxaneyê. Kurê min hîna di hucreyê de ye. Dema hat binçavkirin tehdîd kirin. Gotin ‘Tu neaxivî em te û malbata te dikujin’. Ez ji ewlehiya wî bi fikar im. Çend girtî di hucreyan de mirin. Em hemû bûn şahid.”