Menice Gulmez: Zext ne tenê li Îranê li Tirkiyeyê jî heye 2022-09-22 09:07:43         Zelal Tunç   WAN - Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menice Gulmez serhildana li Îranê ya bi qetilkirina Jîna Mahsa Emini dest pê kir nirxand. Meniceyê got:"Rejîmên zextê bi qilifê îslamê tê kirin. Zext ne tenê li Îranê li Tirkiyeyê jî heye."   Di 13'ê Îlonê de li Tehrana Îranê "polîsên exlaqê" bi hinceta laçika xwe baş nedaye serê xwe îşkence li jina kurd Jîna Mahsa Emini ya 22 salî kirin û ew qetil kirin. Serhildana li dijî qetilkirina Jîna bi pêşengiya jinê mezin dibe. Jin porên xwe dibirin, laçika xwe dişewitînin û li dijî tundiya rejîmê serî hildidin.     'Rejîmên zextê bi qilifê îslamê tê kirin'   Meniceyê bi lêv kir ku li Îranê li ser gel zext hene û got:"Heta niha gelek kesî ji ber fikrên xwe anîne ziman, hatine girtin, binçavkirin, îdamkirin an jî mecbûr mane derkevin derveyî welêt. Mahsa yek ji hezar kesî ye ku bi îşkenceyê tê kuştin. Rejîmên zextê bi qilifê îslamê tê kirin. Rejîm tenê dixwaze xwe bidomîne."   'Li dijî zextan Kawa, Leyla Qasim derdikevin holê'   Meniceyê da zanîn ku mirov bi xwe êdî dikare rêgez, kaîdeyê zagonên îslamê fam bikin û wiha pê de çû:"Îslama li jinê tê ferzkirin ne rast e. Jin loma ji bo jiyana xwe nexin binê hegemonyaya kesekî têdikoşe. Li cihên wekî Rojhilata Navîn ên ku rejîmên zextxwir lê ne  Kawa, Leyla Qasim derdikevin holê."   'Dê encama serîrakirina li Îranê hîn mezin be'   Meniceyê bi lêv kir ku li Îranê serhildana jinê ya li dijî zilmê deng vedide û wiha domand:"Li dijî tiştên azadiyê asteng dike her dem serhildanek heye. Li Îranê jî wiha bû. Jinên li Îranê çawa dawî li Şah anî wê dawiyê li rêveberiya heyî jî bîne. Dê encama serîrakirina li Îranê hîn mezin be."   Tundiya salên 90'î   Meniceyê da zanîn ku dema li videoya îşkenceya li dijî Mahsa temaşe kiriye rojên salên 90'î yên li Tirkiyeyê hatiye bîra wê û wiha da dû gotina xwe:"Wê demê jî laçik qedexe bû. Di çalakiyan de polîsan porê min girtin û ez bi erdê de kaş kirin. Xwişka min ji ber laçika xwe bi zexta mamoste rû bi rû ma. Ji ber zextê ket nava hewldana întixarê."    'Kesên bi cezayê îdamê hatin darizandin çêbûn'   Meniceyê bi lêv kir ku li Îranê ji ber laçikê bi hezaran kes di girtîgehan de ne û got:"Li Tirkiyeyê gelek kesî ji ber laçik da serê xwe bi cezayê îdamê hatin darizandin. Ji vana yek jê Parlamentera HDP'ê Huda Kaya û yek jê jî Filiz Beyaza ku di bin çavan de hat kuştin e. Loma ev zexta pirsgirêka welatên zihniyeta zextxwir diparêze ye. Divê zehmetî ne ji yên laçikê didin serê xwe ne jî yên nadin serê xwe bê derxistin. Divê gerek zagonên bi rêk û pêk bên amadekirin."   'Îktidara heyî ev 20 sal in wiha îktidara xwe diparêze'   Meniceyê bal kişand ser helwesta siyasî ya li Tirkiyeyê û wiha lê zêde kir:"Îro hîn sîstema me ya perwerdeyê pêk neketiye. Yek ji sedemên vê yekê jî cil û berg in. Ji ber polîtîkaya "laçikê" ya îktidara AKP'ê ya 20 sal in li îktidarê ye mirov hîn dibêjen 'Ger ez dengê xwe bidim partiyeke din ez ê heman muameleyê bibînim' deng nadin. Ev 20 sal in AKP îktidara xwe wiha diparêze."