‘Ji bo girtiyên nexweş bi hev re têbikoşin’ 2022-09-22 09:03:58     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Girtiya nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay a li girtîgeha Şakranê girtiye, tevî birînên lingê wê nebirin doktor. Parêzerê wê Erdogan Akdogan da zanîn ku Fatma û girtiyên nexweş xwedî mafên wekhev yên dermankirinê ne û divê li dijî vê rewşê têkoşina civakî bê dayîn.   Girtiya nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay ya 57 salî li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye û rewşa wê her diçe giran dibe. Fatma ku berê li girtîgeha Erzirome bû, xwişka wê Gulser Ozbay ya ew jî wir bû lê mêze dikir. Lê Gulser surgunê Şakranê kirin û di encama serlêdanan de Fatma jî surgunê Şakranê hat kirin. Fatma ya li Erziromê 13 roj cezayê hucrê dabûnê, li Şakranê 9 roj cezayê hucrê ya din girt.   Ji ber nexweşiya Fatmayê belav bûye, li şûna sewqê doktorekî pispor bikin birin revîrê û piştî vê jî xistin hucra yek kesî. Parêzer Erdogan Akdogan der barê rewşa Fatmayê de ji ajansa me re axivî.   ‘Karneya Şakranê gelek xerabe’   Erdogan da zanîn ku karneya Şakranê di mijara mafê mirovan de gelek xerabe û got: “Di pêvajoya pandemiyê de pêkanîna karantînayê û ji ber dermankirin nedihat kirin gelek pirsgirêk derketin holê Demên dawî de di sewqkirina nexweşxaneyan de helwesta cendermeyan, doktorên bi kelepçê dermankirinê dikin,  der barê girtiyan de gotinên wekê ‘Ev terorîste’dibêjin û derman nakin. Bêguman Fatma jî ji vê pêvajoyê bêpar nema.Bi xebatkarên tenduristiyê yên ewlehiyê re pirsgirêk jiyan. Herî dawî dema sewqkirinê de girtiyên hatin derbkirin hebûn. Lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.”   ‘Bêcidiyetiyek mezin’   Erdogan bi lêv kir ku Fatma du meh berê diçe kontrolê, lê reşbûna lingên wê du meh berê çêbibû û got: “Doktorê revîrê beyî teşîsê bike derman dide Fatmayê. Fatmayê nabin doktorekî pispor. Bêyî nexweşiyê fêm bikin derman didin, tehlîlên xwînê nayên kirin û ev jî bê cidiyetiyê nîşan dide. Ev pêkanîn ne tenê li hember Fatmayê li hember hemû girtiyane.”   Erdogan axaftina xwe wiha domand: “Mekanîzmayên edlî yên girêdayê dewletê divê qanûnên xwe pêk bîne. Divê li gorî mafê wekhevî û rumetê yê tenduristiyê tevbigerin. ATK û girtîgeh veguherîne saziyên înfazê.  Ev cih veguherîne cihê darvekirinê ya navê wê nehatiye danîn.”   ‘Divê Fatma û hemû girtiyên din bên tahliyekirin’   Her wiha Erdogan da zanin ku bi Fatmayê re nexweşiya helîna hestyan û nodula qirikê jî heye û di mijara nexweşiyê wê de wiha anî ziman: “Pêvajoya kemoterapî, radyoterepî derbas kiriye û dermanên wê giranin. Demek dirêje girtiye. Ne pêkane niha di wan şertan de bijî. Em bi rewşeke ku dijmin jî li dijminê xwe wisa nake re hatine rû hev. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”   ‘Girtîgeh bûne zindanên modern’   Erdogan destnîşan kir ku ligel saziyen wek CTP û efûyê, xebatên komîlsyonên girtîgehan yê rêxistinên maf û rêxistinên parêzeran hebe jî encamek nayê girtin û wiha bi lêv kir: “Tu daxwazên me nayên cih. Em dizanin ku girtîgeh wek rewşa modern a zindanên 12’yê îlonê didome. Di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan derketin asta herî jor. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nava xwe de durûtiyekê dike. ji salên 1990’î heta îro li Tirkiyeyê li gorî desthilatdariyan bi teşe bûye. Girtîgeh ne di rojeva DMME’ê de ne. Bêguman em ê dîsa dozan bibin wir. Baweriya me tune lê em ê bibin.  Lê peywira me di mijara girtîgehan de heye. Divê girtîgeh bibin rojeva me û em bibin dengê wan.”