Jinan ji bo Mahsa û azadiyê li Parka Geziyê agir pêxistin 2022-09-21 11:08:58   STENBOL - Ji bo Jîna Mahsa Emînî Tora Parastina Jinê li Parka Geziyê agir pêxist û got ev agir li dijî hewldanan girtina me hatiye pêxistin.      Tora Parastina Jinê qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve do li Parka Geziyê şermezar kir. Çalakî bi dirûşma "Deqeyekê bisekine jiyanê bide sekinanin" pêk hat. Gelek jin beşdar bûn. Jinan agir pêxistin û bertek nîşanî tundiya li ser jinê û qetilkirinê dan.    Ji Tora Parastina Jinê Ruya Kurtuluş got ev agir agirê kesên serî hildidine. Her wiha Ruya da zanîn ku ev agir li dijî hewldanan girtina me hatiye pêxistin û got ew bang li hemû jinan dikin ku serî hildin.