'Li Îranê jin li dijî koletiyê laçikên xwe ji serê xwe derdixin' 2022-09-21 11:03:23   Zelal Tunç   WAN - Jinan ji bo Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê hat qetilkirin û ji bo Şilêr Rasulî ya li dijî hewldana tecawizê xwe kuşt, bang kirin û gotin:"Em li dijî zilmê radibin ser piyan."   Li Tehrana Îranê di 13'ê Îlonê de Jîna Mahsa Emînî ji aliyê "polîsên exlaq" ve bi hinceta laçika xwe baş nedaye serê xwe bi îşkenceyê hat qetilkirin. Her wiha Şilêr Rasuli jî ji bo bi tecawiza hevkarên hêzên rejîma Îranê rû bi rû nemîne xwe kuşt. Têkilarî mijarê jinan bertekên xwe nîşan dan. Li gelek bajarên Îranê û li Tirkiyeyê jî li dijî vê tundî û qetilkirinê jinan dengê xwe bilind kirin.    'Ji bo zagona dewletê jinek dikare bi hêsanî bê qetilkirin'   Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli, qetilkirina Masha şermezar kir û got:"Ji aliyê mêr-dewletê ve jineke kurd bi hinceta porê wê vekirî maye bi rehetî dikare bê kuştin. Tundiya li dijî jinê ne tenê li Îranê li her derê ku tundiya mêr-dewletê lê heye tundî pêk tê. Qaşo polîsên exlaq jineke kurd qetil dike. Çareserî têkoşîna hevpar e."   'Em zilmê qebûl nakin'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Rukiye Aslan da zanîn ew li dijî zilmê serî natewînin û got:"Kesek nikare dest bide lixwekirina kincan a kesekî din. Li her derê rejîma zextê ya li dijî kurdan heman e. Em amade ne rabin ser piyan.    'Dê azadî bi yekîtiya jinan bê'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê, Zekiye Kaya tundî şermezar kir û wiha got:"Divê li dijî tundiyê em xwe bi rêxistin bikin. Li ku derê cîhanê be bila bibe divê jin bibin yek. Dê azadî bi yekîtiya jinan bê."   'Em serî natewînin'   Hatun Aslan wiha bertek nîşan da:"Kesek laçikê ji bo baweriya xwe dide serê xwe, ne ji bo mêr-dewletê. Em vê zilmê qebûl nakin. Em serê natewînin."