Aktîvîsta Îranî: Di hîmê rejîmê de operasyona li hember jinan heye 2022-09-21 09:02:50     Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta Îranê Shaghayegh Noruzî da zanîn ku piştî qetilkirina Mahsa Jîna Emînî ya li Îranê tevgereke ku heta niha nehatiye jiyîn heye û got: “Mirov êdî dixwazin hikûmet biçe. Ev wisa nameşe. Em di rejîmeke ku bi welatên din re peymanên siyasî dikin de dijîn. Lê dema mirov li welat dijîn wek DAIŞ’ê tev digerin.”    Li Îranê di 13’ê îlonê de jina bi navê Jîna Mahsa Amînî ji aliyê polîsên axlaqê ve bi hinceta laçika xwe li gorî rêbazên şerîatê nedaye serê xwe bi îşkenceyê hat binçavkirin û di encama îşkenceyê de ket komayê û di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Mahsa bi hezaran li Îranê daketin kolanan û serî hildan. Jinan li dijî rejîma dîktator û ferzkirina laçikê dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û ji her çar alî daketin kolanan. Ji Îran û Tirkiyeyê li hember qetilkirina Mahsa bertek didomin. Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzî ya li Ispanyayê dijî ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.   ‘Ji bo tenê por tê nîşandin nehat kirin’   Shaghayegh da zanîn ku Masha di encama îşkenceyê de hatiye qetilkirin û rejîma Îranê bi vê nîşanê hemû cîhanê daye ku hukmên wan ên şerîatê çiqas giran in û wiha vegot: “Mirina Mahsa çibe rejîma Îranê jî ew e. Îslama siyasî ya vî welatî ev e. Piştî şoreşa Îranê şûnde jinên Îranê hatin girtin, bi zorê serê wan hat girtin. Sal bi sal polîsên axlaqê  zext pêk anîn li kolanan li jinan xistin, binçav kirin, kirin girtîgehan. Ev hemû bêguman ji bo ku tenê por tê nîşandan nînin. Ji ber ku jin li gorî hikûmeta îslama siyasî tev nagerin ev tên kirin.”   ‘Di hîmê rejîmê de operasyona li hember jinan heye’   Shaghayegh bi lêv kir ku hinek kesan diyar kirine ku di cil û bergên Mahsa de pirsgirêk tunebûye û ev nêrîn jî ne rast e û wiha daxuyand: “Pir an jî kêm dîtina por ne pirsgirêk e. Pirsgirêk ev e ku Mahsa û bi mîlyonan jinên din ên Îranê nakevin qalibên Îslamî ya ku ew dixwazin. Vê pergal û nêrînê nîşan da ku ev rejîm çiqas tarî û bi xof e. Di hîmê rejîmê de li hember jinan operasyonek heye.”   ‘Rejîm wek DAIŞ’ê tev digere’   Shaghayegh wiha dirêjî dayê: “Vê qetilkirinê li welat rê li ber hêrsek mezin vekir. Tevgereke ku berê li Îranê nehatiye jiyîn heye. Du sedemên vê hene. Berê operasyon û qetilkirinên jinan wisa ne zêde bûn. Mirovan zêde bertek nîşan nedida. Lê niha mirovan aliyê qirêj ên van bûyeran dît. Li aliyê din jî mirov êdî dixwazin ev hikûmet biçe. Wisa derbas nabe. Em di rejîmeke ku bi welatên din re peymanên siyasî dikin de dijîn. Lê dema mirov li welat dijîn wek DAIŞ’ê tev digerin. Jin ji malên xwe derdikevin sax venagerin. Niha jin porên xwe jê dikin û hunermendên berê ditirsiyan jî niha bertek nîşan didin. Laçikên xwe derdixin û rexne dikin. Ev pêşketinek girîng e. Ji ber her tişt dikare bê serê hunermendên jin.  Lê dîsa jî bertek nîşan didin. Tevî vê rejîm êrîşî mirovan dike û dikujin. Di van xwepêşandanan de herî zêde li 10 kesan xistin.”   ‘Yên laçikê didin serê xwe û li ser maseyan rûdinin, jinan dibin karesatê’   Shaghayegh di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Roja piştî mirina Mahsa, rojnamegera Emerîkayî Lesley Stahl, bi serokomarê Îranî Ebrahîm Raîsî re ji bo hevdîtinê bike laçik da serê xwe. Kesên wisa navdar bi van nêzîkatiyan rewşa ku jinên Îranê tê de ne normal dikin. Pergala dîktator dibê ku bê bi min re li ser maseyê rûnê ez jî te cuda digirim. Gelek aktor û hunermend vê qebûl dikin û diçin li hev tên. Di encama van peymanan de çi dibe? Wek Mahsa jin tên qetilkirin. Kesên navdar serê xwe digirin û diçin bi rejîma DAIŞ’ê re hevdîtinan dike û laçika ferzkirî normal dikin. Mixabin ev jî ji bo jinên neçar dimînin hemû bedena xwe bigirin, karesatek e. Yên ji vê rewşa tarî ya Îranê re şîroveyan dikin jî dibêjin ‘tiştan mezin nekin ma tenê sergirtinek e’. Lê mixabin ev pirsgirêkek mezin e. Tiştên ferzkirî jinan dide kuştin. We hemûyan dît.”   'Polîsên axlaqê yê jin trajediyek mezin in'   Shaghayegh di dawiya axaftina xwe de wiha nirxandin kir: “Divê em li dijî şîdeta polîsên exlaqê yên jin pêk tînin matmayî nemînin. Şîdet û qetilkirin ne têkildarî zayenda biyolojîk. Em jinê bi alî biyolojîk nadin venasîn. Ji bo me divê newekheviya li hember jinê bê dîtin. Ev jin polîs in lê bi zîhniyeta serdest a mêr tev digerin. Heta carnan pir tund dibin. Ger mirov li Îranê jin bin mirov hema sûcdar in. Her roja em derdiketin kolanê bi tirs em vedigeriyan. Me digot gelo em ê îro bên girtin an na. Polîsên axlaqê yên jin trajediyek mezin in.”