Pervîn Bûldan: Ciwan dê di hilbijartinê de dîrokê binivsînin 2022-09-20 22:31:41   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di turnuvaya Futbolê ya Silopiya Şirnexê de axivî û destnîşan kir ku ciwan ne mehkûmê desthîlatdariya AKP’ê ne.   Maça Fînalê ya Turnuvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a bi dirûşma “Nebin tiryak kêş, azad bin” ji aliyê Şaredariya Silopiyayê û Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê Gİştî yê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Tevgera Jinên Azad(TJA), Parlementera HDP’ê yê Amedê Dersîm Dag, Parlementerên HDP’ê yê Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş û endam û rêxistinên HDP’ê yê navçeyên Şirnexê û bi sedan kes beşdarî bernameyê bûn.   Bernameya ku bi şahiyê destpê kir. Pervîn Buldan û şandeya ligel wê ji aliyê girseyî ve bi coşekê mezin hate pêşwazî kirin. Girseyî gelek caran dirûşmeyên “ Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana HDP” berz kirin.    Piştî şahiyê, deqeyek rêzgirtinê ve axaftinên beşdarvanan destpê kir. Di destpêkê de Hevseroka HDP’ê yê Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag axivî û girseyî silav kir. Sabuha, ji hemû tîmên futbolê re serkeftinê xwest.    Dûvre Hevşaredara HDP’ê yê Silopî Adalet Fîdan axivî û destnîşan kir ku armanca turnuvayê pêşîlêgirtina maddeyên hişbir û tiryakê ye. Adalet, anî ziman ku li herêmê li ser ciwanan bi polîtîkayên şer ên taybet bê nasname bûyîn tê armanc kirin û destnîşan kir ku dê ciwanan li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe mezintir bikin.    Berdevka Meclîsa Ciwanên HDP’ê Dersîm Dag jî axivî û daxuyand ku ji bo turnûvayên futbolê bal û eleqeyek mezin heye û wiha axivî: “Em bi wan turnuvayan têkoşîna li dijî kesên ku hewl didin mirovan ji rastî û nasnameya wan dûr bixin û yên dixwazin tiryak û fuhuşê li civakê belav bikin dikin. Me dît kesên ku şerê taybet kirin çawa êrîşî turnuvayê kirin. Li gelek deveran ji bo turnuvayên me astengî derxistin. Me îsal turnuvayên xwe ji bo bîranîna Kemal Kurkut ê li Qada Newrozê ya Amedê hat qetilkirin pêk anî. Yên Kemal qetil kirin û kujerên wan parast nekarîn tehemûla navê Kemal û wêneyê wî bikin. Li her bajarî li dijî wêneyê Kemal û turnuvaya me êrîş pêk hatin. Tevî her cure êrîşan jî me li dijî her cure zextan li ber xwe da, me tûrnûvaya xwe bi beşdariya 500 tîm li 10 bajaran li dar xist.”   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayîndir jî axivî û diyar kir ku têkoşîna li herêmê û bajarên Tirkiyê bi pêşengtiya ciwanan tê kirin û got: “Ciwanên HDP’ê hem li Kurdîstanê hem jî li Tirkiyê bi turnuvayên xwe gelek peyamên girîng dan. Li dijî vî desthîlatdariya faşist polîtîkayên şerên taybet bi têkoşîn û berxwedana xwe ve dibin bersîv. Em baş dizanin ku ciwan pêşengiya civakê ne. Em 40 sal in têokşînek bêhempa didin û baş dizanin ku yê azadiyê bîne vî welatê jin û ciwanên kurd in. Em ê bi teqez serbikevin.”   Herî dawî jî Hevseroka Giştî yê HDP’ê Pervîn Buldan axivî û hemû girseyê silav kir. Pervîn, destnîşan kir ku ciwanên kurd tu carî winda nakin û hertim bi ser dikevin. Pervîn, wiha axivî: “Ev maçeke futbolê ye, kupayek wê were dayîn, tenê tîmek wê kupayê werbigire. Tîma ku wê kupayê bidest bixe, wê li ser navê hemû ciwanên kurd kupayê werbigire. Ji ber ku ciwan serbilindiya vê partiyê ne. Meclisa Ciwanan a HDP'ê lûleya HDP'ê ye. Ger Meclisa Ciwanan tunebûya, HDP wê ti carî serkeftina ku îro bi dest xistî bi dest nexist. Di vê serkeftinê de para we ya mezin heye. Di vê serketinê de kedeke we ya mezin heye. HDP’ê di encama xebatên we de ev serkeftin bi dest xist. Ji ber têkoşîna wan a mezin li her derê ye û careke din spasiya Meclîsa me ya Ciwanan dikim. Li pêşberî hemû ciwanên me bi rêzdarî serê xwe ditewînim.”    Berdewamiya axaftina Pervîn wiha ye:    Bê guman yê ku pêşengtiya HDP’ê dikin jin û ciwan in. Loma jî yên vî welatî bi rê ve dibin ji ciwanan û jinan ditirsin. Ji sloganên we ditirsin. Ji tweetên te ditirsin, ji stranên we ditirsin. Bila bitirsin, bila tirsa xwe berdewam bikin. Ji ber ku ciwan bi birûskê tên. Em ketine heyameke wisa ku ciwan wê bibin xwedî gotin, biryaran bidin û dîrokê bidin çêkirin. Helbet ev heyam heyameke heta hilbijartinan e, lê dê mohra xwe li hilbijartinan jî bihêle.    Ciwan ne mehkûmê AKP’ê nin   Ciwanên me xwe amade bikin, hilbijartin tê. Di hilbijartinan de dîrokek wisa binivîsin ku ji bo AKP’ê bibe dersek. Ez di wê baweriyê de me ku wê ev serdema ciwantiyê bibe dîrok. Ciwan hem di hilbijartinan de, hem di pêvajoya heta hilbijartinê de hem jî di dema piştî hilbijartinê de wê dîrokê binivîsînin. Îro kesên ku fikrên ciwanan ji nedîtî ve tên wê biçin ber deriyê ciwanan dengê xwe bidin hilbijartinan, wê dengên xwe bixwazin. Lê ciwan wê zanibin cihê xwe ji AKP’ê re bibêjin. Wan ciwanên ji ber bêkariyê perçiqand afirandin. Şerên ku di nav wan de ciwan ketin erdê, mirin û jiyana xwe ji dest dan afirandin. Ciwanan mehkûmî xizanî, birçîbûn û bêbextiyê kirin. Bila zanibin ku ciwan ne mehkûmê AKP'ê ne.    Ciwan wê HDP’ê bînin ser desthilatdariyê   Îro bi milyonan ciwan bûne dengdêrên nû, dê cara yekem dengê xwe bidin. Ciwan dê helbet tercîhên xwe ji bo pêşeroja xwe bikar bînin. Ew ê li vî welatê ku dê ji wan re çêbibe, ew ê xwedî biryar bin. Karên wan hebin, jiyana wan hebin, şêwazên wan ên jiyanê hebin, kes nikare mudaxeleyê vê bike. Ji ber ku ciwan wê HDP’ê bînin ser desthilatdariyê. Maçên dahatû hene, bi kelecan li benda wan in. Ez dixwazim careke din bînim bîra we. Ji ber ku hûn ê bibin deng û biryara vî welatî, hûn ê jî bibin hêza ku bi hilbijartinan diyar bibe. Erka me ye ku heta hilbijartinan bi şev û roj bê rawestan bixebitin. Ji ber vê yekê em heta hilbijartinan ranawestin, em ê pêşeroja xwe diyar bikin. Ez ji we hez dikim, serkeftinê ji we re dixwazim, li ber we hemûyan bi rêzdarî serê xwe ditewînim.”   Piştî axaftinan bername bi stranên Kasim Taşdogan berdewam kir.