Bêdengiya CPT'yê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hat şermezarkirin 2022-09-20 09:02:35   Rojda Aydin     AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bêdengiya CPT'ê şermezar kirin û gotin: "Bê helwestbûna CPT'ê tê wateya alîgirbûna tecrîdê. Lê divê bê zanîn ku li dijî tecrîdê dê têkoşîna xwe her berdewam bikin."    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Di 22’yê mijdara sala 2021’ê de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’yê cotmeha 2021’ê de li Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.     Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Abdullah Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Abdullah Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye qutkirin.   Derbarê tecrîdê de Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê Murvet Demîr û Afîfe Kartal ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser têkoşîna li dijî tecrîdê.   'Bi tecrîdê civakê terbiye dikin'   Murvet Demîr, di destpêka axaftina xwe de tecrîda giran şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tecrîda girankirî niha ne tenê li Îmraliyê, li tevahiya girtîgehan û heta li malê tê meşandin. Îktîdar tecrîdê wek rêbaza tehdîtê bikartîne. Bi tecrîdê dixwaze civakê terbiye bike. Bi tecrîda girankiri dixwaze kurdan bi sînor bike." Murvet, da zanîn ku li dijî tecrîdê her berxwedan hebûye û wiha bi lêv kir: "Tecrîda li Îmraliyê di hiqûqa navneteweyî de nîne. Ev dewlet li hemberî me vê tecrîdê pêk tîne. Lê belê dewletên navneteweyî jî di domandina tecrîdê de cih digirin, hevkarên tecrîdê ne. Her wiha dema mesele dibe kurd hemû dibin yek û dixwazin kurdan tune bikin."   'Li dijî tunehesibandinê divê yekitî pêk bê'   Murvet, daxuyand ku 40 milyon kurd hene, mafê kurdan nayê nasîn û wiha axivî: "Li dijî tunehesibandinê divê kurd bibin yek. Lê îro em dibînin ku kurd nabin yek û îxanetê li hev dikin. Ger ku wisa nebûya, em di vê rewşê de nedibûn. Îro ew dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li cem kurdan nasekînin. Ger ku ew dewletên navneteweyî helwest nîşan bida îro malbat û parêzer dê biçûna Îmraliyê"    ‘CPT’î wek alîgir tevdigere’   Murvet, di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya CPT'ê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em CPT’î şermezar dikin ku peywira xwe bi cih nayîne. Ger ku CPT’î li hember neheqiyê disekine, wê demê çima li dijî tecrîdê dengê xwe dernaxe. Lê CPT’î bi xwe jî wek alîgirê tecrîdê tevdigere. Tecrîda li Îmraliyê, li girtîgehên din jî tê meşandin, li hember malbatan tê meşandin. Bi tevahî bandorek heye di nava civakê de. Lê belê tekane rê berxwedane. Em tenê dikarin bi berxwedanê bi ser kevin."   'Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin'   Murvet wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Kurd her tim aligirê aştî û azadiyê bû. Tu kes bi şer negîhiştiye cihekî. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Divê em tecrîdê bişkînin û aştiyek mayîn de ava bikin. Dema ku welat azad bû wê demê serokê me jî dê di nava gelê xwe de be. Em ê jiyaneke azad ava bikin û deriyê girtîgehan vekin. Bila kurd bibine yek û li hember vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”   ‘Em tecrîdê bişkînin û ji Serok agahî bigirin’   Afîfe Kartal jî destnîşan kir ku li dijî şikandina tecrîdê divê Gelê Kurd rabe ser xwe û wiha axivî: "Bila destûrê bidin ku malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Em ji rewşa wî bi guman in. Ev 2 sal in tu agahî jê nayê girtin. Em nizanin ku rewşa wî çawaye. Li dijî tecrîd û binpêkirina mafan li girtîgehan dem demî grevên birçîbûnê tên destpêkirin. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin, li hember Gelê Kurd jî tê meşandin."   'Dixwazin têkiliya me û serok ji hevdû qût bikin'    Afîfe, da zanîn ku li dijî tecrîdê divê em bibin yek û tecrîdê bişkînin wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çawa di sala 2018’an de hemû girtîgeh li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û tecrîd hat şikandin û hevdîtin hat kirin. Divê em carekedin mil bidin milên hevdû û li ber xwe bidin. Bi girankirina tecrîdê re dixwazin têkiliya me û serok ji hevdû qût bikin.”   ‘Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin'    Afîfe, daxuyand ku bi saya Abdullah Ocalan xwe naskirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku serok xwedî li me derket, divê em jî xwedî li wî derkevin. Li dijî tecrîdê divê jin û ciwan bi hev re rabin. Em ê tecrîdê bi hêza xwe bişkînin. Ger ku em dengê xwe dernexin dê ev tecrît li ser tevahiya jiyana me bi bandor be. Divê tu kes li malê nemîne û bi hev re dengê xwe bilind bike. Gelo em îro ranebin em ê kengî rabin? Serok ji bo gelê xwe di nav çar dîwaran de bi tecrîdê re rûbirû ye.”